Di navbera parastina dîrokê û têkoşîna ji bo pêşerojê de jinên Misrî

Misirê şahidiya gelek bûyerên siyasî, aborî û leşkerî kiriye. Li welatê ku cihê gelek bûyerên dîrokî û xwedî şopeke kevnare ye; şopên dîrokî hebûna xwe didomînin û şêwe didin jiyanê.

SENAA EL-ELÎ

Navenda Nûçeyan – Ji kêliya ku zarokek keç li Misrê ji dayik dibe, ew bi sedem an bê sedem bi tundiyê re rûbirû dimîne, ji sinetkirinê bigre heta testên keçiktiyê yên şermîner. Di heman demê de di bin xizanî û bêparkirinê de ye. Neviya Îsîs, Hathor û Sekhet rastî zewaca bi darê zorê, berdana kêfî û bêdeng tê û şantaj lê tê kirin ku dev ji xwedîderketina zarokan û welayeta zarokên xwe berde.

Tê gotin ku gotina heman tiştan zimanê nezanan e lê dema ku mijarek tê lêkolînkirin rewşa giştî li ber çavan tê girtin. Dema ku mijarên weke yên jinan tên çareserkirin divê li ber çavan were girtin ku ji hêla koma temenî, girêdanên erdnîgarî û pîşeyî, asta perwerdeyê û faktorên din ve diguherin.

Tundî jinên Misrî dorpêç dike

Ji ber vê yekê rewşa giştî ya mafên jinan li Misrê pir xirab e. Tundî di hemû aliyên jiyanî de jinên Mirsî dorpêç dike. Nîşaneyên başbûnê di jiyana wan de hene lê guhertin dê bi dehsalan, an bi sedan salan bidome. Ya girîng berdewamî ye bêyî ku hêviya ji bo siberojeke çêtir winda bikin.

Dîrokek nenivîsandî ya veşartî: Dîroka jinan

Gelek berhemên dîrokî û belgeyên ku ji hêla lêkolîner û arkeologan ve li Geliyê Nîl hatine dîtin, ew hûrgiliyên jiyana gelên ku zêdeyî 3 hezar sal berê li Misrê jiyane ango dema ku civak ji hêla pergalek serdest a mêran ve dihat birêvebirin, belge dikin. Lê dîrokek nenivîsandî heye ku dema behsa dîroka Misrê û piraniya şaristaniyan tê kirin, bi zanebûn tê paşguhkirin. Dîroka veşartî ya jinan ku vedigere 5 hezar sal berî zayînê û hê zêdetir.

Li gorî tiştên ku fîlozof Abdullah Ocalan ji me re eşkare kiriye, serdema dîrokî ya winda (Dîroka jinan an pergala dayiksalarî) ji sedî 98 ji dîroka mirovahiyê ye. Ev jî diyar dike ku tiştên heya niha gihîştine me tenê beşek biçûk a dîrokê ye.

Serdema dayîksalarî

Aliyê ruhî di nava hemû gelan de cihekî taybet digre. Ji ber ku mirovên wê demê nikaribûn gelek bûyerên xwezayî şîrove bikin, wan dest bi parastina hêzeke xwezayî kirin ku wan jê re xwedawend digotin. Kî ji jinê hêjatir e ku bibe ew hebûna pîroz dikare tiştên kesek din nikare bike, weke afirandin û şîrdanê bike? Ev bi taybetî piştî ku jinan çandiniyê, weke yek ji bingehên herî girîng ên jiyanê keşif kirin. Ew bûn xwedawendên çandinî, dayîktî û evînê ku ji hêla Îsîs, Hathor, Sekhet û yên din ve tên temsîlkirin. Tevî derketina holê ya têgehek nû ango xwedayê mêr li hemberî xwedayên jin, xwedawenda jin statuya herî mezin a manewî parast. Efsaneyan rageşiya di têkiliya di navbera xwedayên mêr û jin de vediguherandin ku weke nîşaneyek nakokiya di navbera mêraniyê û civaka "Neolîtîk" de tê hesibandin.

Rûhanî weke cihê mîrasî ma. Berevajî Sumeriyan, jin dikaribûn bibin rûhanî û mafên wan hebû xwedî milk bin, karsaziyên xwe birêve bibin, zarokan xwedî bikin, mîras bigrin, bibin mîrasgir, peymanan çêbikin û şahidiya peymanên zewacê bikin. Her wiha mafê wan hebû ku giliyê dadgehan bikin. Piştî yekbûna padîşahiyên Misira Jorîn û Jêrîn li dora sala 3200 B.Z, jinan di cihên cûrbecûr de cih girtin. Ev serdem weke Serdema Xanedaniyê dihat binavkirin ku 30 xanedaniyên desthilatdar di nava xwe de dihewand.

Desthilatdariya mêr a li hemberî jinan

Lê ji ber desthiladarî ji aliyê mêran ve hatiye îcadrkirin, çend jin dikaribûn bibin şahbanû yan jî bi tena serê xwe rêveberiya welat bigrin destên xwe. Li gor îdeolojiya mêr cihê padîşah tenê ji aliyê mêran ve tê mîrasgirtin û şertê ku jin desthiladariyê bi mêran re parve bikin bermahiyek serdema neolîtîk e. Efsane dibêje ku her kesê hevjîna xwe ji desthiladariyê dûr bixe bi hêrsa gel re rûbirû dimîne û di bûyera mirina padîşah "Fîrewn" de kurê wî her tiştî heta hevjînên wî mîras digre.

Şahbanûyên ku li Misirê hukum kirine

Yek ji şahbanûyên herî navdar ên Misra Kevin Şahbanû Nefertîtî bû ku di sedsala 14'an a B.Z. de di dema mêrê xwe Akhenaten, Fîrewnê Xanedana 18'an de, hukum kir. Dîrok wê weke yek ji jinên herî bi hêz ên Misra Kevin dibîne lê piştî mirina wê wêneyê wê hat xirabkirin û navê wê ji tomarên dîrokî hat derxistin.

Şahbanû Hatşepsut di serdema 1458-1473 B.Z de weke parêzvana kurê xwe hukum kir. Di dema hukumdariya wê de, ewlehî û aramî li welêt serdest bû, huner û mîmarî bi pêş ketin. Ji bo armancên bazirganiyê mîsyon şandin Somalî û Yemenê ji bo buxûr, bêhnxweş, biharat û kelûpelên din bînin û cihên komir û sifir li Nîvgirava Sînayê ji nû ve hatin vekirin.

Hinek şahbanû din hene ku zêde navdar nebûne û di dîrokê de zêde behsa wan nayê kirin, weke Şahbanû Merytneith, ji ber ku hinek destnivîs nîşan didin ku wê bi tena serê xwe li welat hukum kiriye. Her wiha Şahbanû Khentkaus ji Xanedaniya Çaremîn, Şahbanû Sobekneferu, ji bilî Şahbanû Arsinoe II, Berenice II, Twosret şahbanûya dawî ya ku di Xanedaniya 19'an de Misr hikûm kiriye.

Jiyana civakî ya li Misrê

Nexşe nîşan didin ku pirzewacî di nava fîrawûnan de di seranserê serdeman de hebûye û di nava xelkê asayî û bêguman di nav kahînan de jî berbelav bûye. Lê ew kêmtir gelemperî bû û bi razîbûna jina yekem ve sînordar bû. Jin di malek de dijiyan, bi têgihîştina ku jina yekem hemû mîrat distîne û pêşîniyê digre, di heman demê de mafên jinan di rewşa hevberdanê de diparêzin.

Tundiyê bi şikestina jinan dest pê kir û papîrûyan eşkere kir ku mafê jinan heye giliyê dadgehê bikin ger hevjîn tundiyê lê bike lê jina ku xiyanet dikir rastî heqareteke tund dihat û bi vî awayî ew dikaribû ji hemû mafên wê mehrûm bike û carna wê bikuje. Dibe ku mêran ev yek bikar anîbe da ku tohmetên xiyanetê li ser jinan deynin û ji bo wî hêsantir be ku jê xilas bibe, ji ber ku bi kêmbûna rola jinan û belavbûna pergala çînî re, cudakarî gihîştiye wê astê ku ew di nava jinan de jî li ser bingeha çînên wan ên civakî bû. Lê sinetkirin 5 hezar sal berê bi berfirehî dihat kirin.

Rola jinan di serdema Romayiyan de

Serdema Romayiyan weke dîroka jiholêrakirina Ptolemî û xwekuştina Şabanû Kleopatra tê hesibandin. Ev serdem ji 31 B.Z – 395 P.Z dirêj dibe. Di vê serdemê de tu şahbanû li ser Misrê hukim nekiriye, ji ber ku Misir bûbû parêzgehek Împeratoriya Romayê. Jin ji bo Romayiyan tu nirxek wê tunebû û ew heta wê astê çûn ku devê xwe girtin da ku dengê wan neyê bihîstin. Hemû hêzên wan ên di perestgehê de jê hatin standin û ew ji cihên xwe bêpar man.

Têkiliya di navbera şaristaniyan de ji ber şer û faktorên din bandorek mezin li ser rewşa jinên Misrî kir. Têgeh û avahiya civakê bi derketina holê ya sê olên bi navê "ezmanî an yekxwedayî" guherî. Wan jin hedefgirtin û hînkirinên têkildarî jinan û her tiştê têkildarî wan piştî ku rêveberiya malbatê ket destê mêran, bi tundî hatin sepandin. Di nav Cihûyan de, jin mîras nagire ger birayên wê hebin û hemû hînkirin û qanûnên Peymana Kevin cudakar in. Têgeha rûmetê ya bi keçiktiyê ve girêdayî bi awayekî dîn dest pê kir û zilamek ku bi jinek nezewicî re têkiliyek çêbike, mecbûr e ku pê re bizewice û di tevahiya jiyana xwe de jê veneqete.

Rewşa jinan bi derketina Îslamê re

Îslam ji dema ku di sala 641 P.Z de hatiye welêt, bandorek girîng li ser rewşa jinan kiriye. Heta Şeceret el-Durr, ku ne tenê di dewleta Memlûk de, lê di dîroka Îslamê de jî yek ji navên jinan ên herî navdar e, tenê 80 rojan hukum kir. Piştî mirina mêrê xwe, di demekê de ku hêzên Louis 9'emîn seferber bûn û ber bi sînorê Misrê ve diçûn, wê hukum girt ser xwe. Civaka mêran şiyana Şeceret el-Durr a birêvebirina şer bi jêhatîbûnek mezin û serkeftinek piştî girtina Louis 9'emîn û bi vî rengî bidawîkirina hebûna xaçperestan li welatê di bin hukumdariya wê de, teqdîr nekir.

Rola jinan di berxwedana li dijî dagirkeran de

Bi dagirkirina welêt ji aliyê Osmaniyan ve, rewşa Misriyan xirabtir bû. Jin bi awayekî xurt beşdarî şoreşan bûn, li dijî têgehên kevnar ên civakê ku di wê serdemê de bi karanîna berfireh a nîqabê zêde bûn, her wiha xizaniyê, ji bilî polîtîkayên dagirker ên ku mêr û jinên Misrî neçar dikirin ku wek karkerên koleyan ji bo dewleta Osmanî bixebitin, li ber xwe dan. Jinan di navbera salên 1801-1805 P.Z de bi beşdarbûna di tevgerên nerazîbûnê yên li dijî siyaseta darayî ya Paşayê Osmanî de bersiv da. Ew di xwepêşandanek mezin de derketin da ku li dijî zêdekirina bacan protesto bikin û ew beşdarî Şoreşa Urabî ya li dijî Xedîw Tewfîq bûn. Fransiyan di raporên xwe yên piştî kampanyaya dagirkirina welêt a bi serokatiya Napolyon di sala 1798'an de jî behs kirin ku jin bi tundî bi hêzên wan re rûbirû bibin.

Di dema dagirkirina 54 salan a Brîtanyayê ya li ser Misrê de, mafên jinan bi girîngî kêm bûn û bazirganiya koletiyê, jinberdana bêserûber, pirjinî û tundî belav bûn. Tevî vê jin beşdarî şoreşa navdar a 1919'an bûn ku di encamê de şehîda yekem a şoreşê, Hemîde Xelîl, çêbû. Xwepêşandanek ji 300 jinan pêk hat û jinan "Komîteya Milner" a ku ji hêla dagirkeriya Brîtanî ve ji bo destnîşankirina sedemên şoreşê hatibû damezrandin, boykot kirin. Her wiha beşdarî kampanyaya boykotkirina kelûpelên biyanî bûn. Bi saya vê rola berbiçav, jinan piştî salên paşketinê cihê xwe yê xwezayî di civaka Misrê de ji nûve bi dest xistin. Jinan yekem tabûreya xwe bi navê "Lîwayên Bint El-Nil" ku ji hêla Doria Shafik, pêşenga tevgera rizgariya jinan li Misrê û nivîskara pirtûka "Jina Misrî" ve hatiye damezrandin, ava kirin. Di sala 1922'an de, Misir serxwebûna xwe ji Brîtanyayê bi dest xist û padîşahiya Misrê hate damezrandin, ku di hemû biryarên xwe de girêdayî Brîtanyayê bû.

Berhehemên şoreşê berhev dikin

Destûra bingehîn a welêt a 1923'an ji beşdariya jinan di tevgera gelêrî ya ku daxwaza serxwebûnê dikir, berhem da. Tê de wekhevî di navbera hemû welatiyan de hate destnîşankirin û Yekîtiya Jinan hate damezrandin. Zagon hatin derxistin ku temenê zewacê yê herî kêm ji bo zarokên jinên ciwan di 16 saliyê de destnîşankirin û wekhevî di perwerdeyê de misoger kirin. Di vê serdemê de çalakvana mafên jinan Huda Shaarawi yek ji kesayetên herî bi hêz li Misir û cîhana Ereb bû. Wê Yekîtiya Jinan damezrand, bi lêçûna xwe ji bo keçan dibistan vekir û şandeyên jinan şandin zanîngehên Ewropî.

Serdema şahane bi bûyerek pir girîng bi dawî bû; êrîşa endamên tevgera Bint El-Nil bi serokatiya Doria Shafik bo ser avahiya parlementoyê, da ku beşdariya jinan were xwestin, da ku ev parlemento nûnertiya hemû beşên gelê Misrê bike, ne tenê mêran.

Bi Şoreşa Efserên Azad re, Komara Erebî ya Misrê di sala 1958'an de hate ragihandin û destûra şahane hate betalkirin. Nîqaş bi cesaret li ser mafên jinan di destûra dewleta nû de dest pê kirin. Lê tevî ku bi dirûşmeyên piştgiriya jinan desthilatdarî girt ser xwe jî, Cemal Abdel Nasir mafên siyasî yên jinan, ku berî her tiştî bi mafê dengdanê têne temsîlkirin, heta piştî ku Doria Shafik û çalakvanên din ên mafên jinan dest bi greva birçîbûnê kirin, nas nekir.

Mafên jinan li gorî îdeolojiya dewletê

Ji ber çend sedeman, di navber serokkomarê welêt Cemal Abdel Nasir û Birayên Misilman de nakokiyek mezin û bingehîn derket holê, di nav de meseleya rizgariya jinan jî hebû. Birayên Misilman daxwaz kirin ku Nasir hicaba mecbûrî ferz bike, wek ku niha li Îranê heye. Ev yek hat redkirin û li dijî prensîbên şoreşê bû, ku li ser bingehên sosyalîst hatibû avakirin. Lê Enwer Sedat ku di sala 1970'î de desthilatdarî girt ser xwe, ji bo xurtkirina têkiliyên xwe bi Birayên Misilman re xebitî. Jin ji komîteya nivîsandina destûrê hatin derxistin û ji artêş, polîs û dadweriyê hatin dûrxistin ji ber ku komîteyê di her yek ji van taybetmendiyan de peyva "mêr" behs dikir. Îmzekirina peymana CEDAW di sala 1980'î de ji hêla welêt ve zêde neguherî. Tenê zagona derbarê zewaca mexdûr bi tecawizkar re di sala 1999'an de hate betalkirin û di sala 2004'an de mafê veguheztina neteweya xwe ji zarokên xwe re ji jinan re hat dayîn.

Tundiya civakî ya li dijî jinan

Ji kêliya ku zarokek keç li Misrê ji dayik dibe, ew bi sedem an bê sedem bi binpêkirinan re dimîne, ku ji sinetkirina jinan dest pê dike û dû re jî testên keçiktiyê yên şermok çêdike. Di vê navberê de, ew her roj bi tacîzê re dimîne û ji hêla xizanî û bêparkirinê ve dorpêçkirî ye. Pirsgirêka tundiya li dijî jinan, hem ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û hem jî ji hêla saziyên herêmî yên li Misrê ve, piştî bûyerên tacîz û tecawizê li meydanên şoreşê û operasyonên sinetkirina jinan, ku heta demek berê kevneşopiyek bûn ku parzemîna Afrîkayê bi hesabê beden û jiyana jinan diyar dikir, bala girîng kişandiye.

Misir bi saya cezayên hişktir û çalakvanên civaka sivîl di kêmkirina rêjeya sinetkirina jinan de bi ser ketiye. Berê, rêjeya herî bilind a sinetkirina jinan li cîhanê li welêt bû. Hewldanan di sala 2008'an de dest pê kirin ku bi awayekî zagonî hişktir bibin, dema ku zagonek hate derxistin ku vê pratîkê sûcdar dike.

Binpêkirinên din ên li dijî jinên Misirî wek sûcên namûsê, zewacên adetî û bi zorê, zewaca di bin temenê biçûk de, jinberdana keyfî û jinberdana bêdeng in. Rewşa jinên Xiristiyan jî ne baştir e, ji ber ku êşa wan a herî mezin ji ber nekarîna jinberdanê ye. Jinên ji hemû ol û mezheban têne şantajkirin.

Tevgera jinan îro li ku ye?

Tevgera jinan a Misrê yek ji kevintirîn tevgerên Rojhilata Navîn û bi giştî herêma Ereban e. Ji destpêka sedsala borî ji aliyê çalakvana navdar Huda Şarawî ve tê birêvebirin. Beşdarbûna jinan di şoreşan de xalek girîng bû ji bo îspatkirina xwe di civaka Misrê de, wek ku me berê jî behs kir. Misir yekem welat bû ku di sala 1898'an de kovara jinan a yekem a herêmê, bi navê "El-Fetat" weşand. Piştî vê gelek kovar hatin weşandin, wek "Fetat El-Şerq" di sala 1906'an de û dû re jî "El-Jins El-Gentil" di sala 1908'an de.

Destkeftiyên jinan pir in û motîvasyonên wan jî pirreng in. Rewşa xirab a jinan li çola Fayoumê ji bo çalakvaniya jin a Malak Hifni teşwîqek bû, di heman demê de Doria Shafik bi xwe şoreşek rewşenbîrî bû, parêzvanek tund a mafên jinan bû. Wê di sala 1908'an de ji dayik bû, di sala 1945'an de kovara "Bint El-Nil" damezrand, ku yekem kovara hişyariya jinên ereb bû. Her wiha partiya siyasî "Bint El-Nil" damezrand, di sala 1915'an de xwepêşandanek li dijî dagirkeriya Brîtanî birêve bir, êrîşî Meclîsa Nûneran kir û daxwaz kir ku jin bikevin parlamentoyê.

Lê sîstema dewletê piştî şoreşa Efserên Azad a sala 1952'an sansura xwe li ser tevgera jinan ferz kir û heta îro hemû rêxistinên jinan bi saziyên dewletê ve girêda. Daxwazên jinan ji bo guhartinên zagona Rewşa Kesane nehatine qebûlkirin. Piştî sala 1999'an xebata jinan li gorî her rêjîma ku desthilatdarî girt ser xwe hate amadekirin, lê wan ji bo gelek mijaran zext kirin û karîn guhertinên girîng çêbikin, wek di zagonên li ser tacîz û sinetkirina jinan de.

Şoreşê serê rejîmê ji holê rakir û laşê wê parast

Çalakvana navdar Nawal El Sadawî ew li ser girêdana di navbera aboriyê û bindestkirina jinan de her diaxivî û ew rexnegirek bi dengekî bilind a pergala siyasî ye. Di hevpeyvînekê de wê got "Her pergala siyasî olê li gorî dilê xwe şîrove dike" Piştî şoreşa 25'ê Çileya 2011'an wê got "Me serê rejîmê ji holê rakir, lê laşê wê maye" Di hevpeyvînek din de, wê got ku jin di civakekê de ku ji hêzên kapîtalîst ên Rojavayî re xizmetkar û kole ye, nikarin azad bibin.

Jinên ku bi xurtî beşdarî xwepêşandanan bûn, daxwazên gel hilgirtin û tiştek ji bo pirsgiêkên xwe neterikandin. Ew ji xetereyên desthiladariya Birayên Misliman haydar nebûn. Meclîsa Destûrî ya 2012'an bi temsîliyeta lawaz a jinan û windakirina gelek destkeftiyên ku wan bi salan têkoşîn kiribûn da ku bi dest bixin, dilşikestî bû.

Wek bertekek xwezayî jin bi hejmarek mezin beşdarî referandûma destûrî ya 2013'an bûn. Yek ji bendên wê yên herî girîng krîmînalîzekirina cudakariya zayendî di hemû warên jiyanê de bû. Lê piştî 5 hezar sal ji serdestiyê, zihniyeta mêr nikare bi hêsanî were ji holê rakirin. Ji ber vê ne ecêb bû ku Komîteya 50 red kir ku kota bi her awayî di encumenên parlemanî de pesend bike.

Xizanî jinan vedigerîne qada yekem a tundiyê

Aboriya Misrê di van salên dawî de di tengasiyê de bû û hê jî tê de ye. Nifûsa Misrê ku ji 100 milyonî zêdetir e bi piranî krîzên xizanî û bêkariyê re dijîn ku rêjeyên tundiya li dijî jin û zarokan, her wiha rêjeyên sûcê zêde dike. Gundewarî bi giranî ji vê krîzê bandor bûne û malbat neçar mane ku ji gundan berê xwe bidin bajaran, ji ber kêmbûna hilberînan di qada çandiniyê de.

Rêjeyek mezin ji jinan hejar in, bi taybet jinên gundî yên ku li erdên malbatê bê mûçe dixebitin û dûv re metreyek ji erdê ku jiyana xwe lê derbaskirine, mîrat nagirin. Gelek jinên ku di karên destan û bazirganiyê de dixebitin mûçe nagirin. Jin ji sedî 30 hejmara giştî ya kesên ku di bin xizaniyê de ne.

Rola û xebatên tevgerên jinan

Bêguman rastî ji têkçûn û xewn, xeyal û daxwazên nehatine bicihanîn bêpar nîn e. Ji ber vê rêxistinên jinan û civaka sivîl li Misrê ji bo bilindkirina hişmendiya civakî û şikandina bêdengiya li ser pirsgirêk û mafên jinan dixebitin. Gelek jinên Misrî hê jî rêbaza ku Huda Shaarawi ji bo pêşerojek çêtir ji jinên Misrî re nîşan kiriye, dişopînin.

Ew hê jî ji bo rastiyek çêtir têdikoşin û karîne gelek destkeftiyan ji bo armancên xwe bi dest bixin, ya herî girîng jî afirandina hişmendiya raya giştî li ser mafên wan, pirsgirêkên edalet, wekhevî, rolên civakî, pêdiviyên wan ên rewa û tiştên din e. Ev xalek e ku ji bo wan were hesibandin û civakê teşwîq dike ku wan li ber çavan bigre.