Bakurê Efrîqayê: Pênc welat, qeyranek ku jin bedêla wê didin – 1
Aboriya Mexrîbê geş dibe û derfetên kar ên nû tên afirandin, lê ferqa di navbera zayendan de hê jî mezin e. Ji kar û dahatê bigre heta parastina civakî û jiyana malbatî, jin barekî girantir li ser milên xwe hildigrin.
Mexrîb aboriyek ku mezinbûna xwe didomîne û jin bedelê lawaziyê didin
HENAN HERÊT
Mexrîb – Li Mexrîbê daneyên salane yên herî dawî li bazara kar ferqeke berfireh û berdewam a di navbera jin û mêran de, nîşan didin. Di sala 2025'an de rêjeya beşdariya jinan di hêza kar de ji sedî 19 bû, li gorî ji sedî 68,5 ji bo mêran. Di heman demê de rêjeya bêkariyê ya jinan derket ji sedî 20,5'an. Ev dane di demekê wisa de derdikevin holê ku aboriyê afirandina derfetên kar didomand. Di wê salê de 193 hezar derfet lê hatin zêdekirin, lê belê başbûna nîşanderên giştî nekarî wê ferqa beşdariyê ya li gorî zayendê kêm bike an ji holê rake.
Welatên Mexrîba Erebî Mexrîb, Tûnis, Cezayîr, Lîbya û Morîtanya rûbirûyê komek pirsgirêkên aborî ne ku giraniya wan ji welatekî bo welatekî din diguhere. Sedemên sereke yên van krîzan ev in: nebûna cihêrengiya aborî û girêdayîbûna zêde bi qadên taybetî ve, ji ber ku aboriyên Cezayîr û Lîbyayê bi giranî girêdayî petrol û gazê ne. Morîtanya li hember guhertinên bihayên hesin û zêr xeternak e û Mexrîb û Tûnis jî ji çandinî, tûrîzm û daxwaza derve bandor dibin.
Bêkarî bi taybetî di nav ciwanan de û sistbûna afirandina karan, zextên civakî-aborî zêdetir kirine. Ev pirsgirêk bi bilindbûna bihayan, lêçûnên zêde yên enerjî û xwarinê, deyn, kêmasiyên darayî, kêm-veberhênan û kêm-berhemdariyê, her wiha bandorên hişkesalî û guhertina avhewayê girantir dibin.
Li Lîbyayê aloziyên siyasî û dabeşbûnên navxweyî sazî lawaz kirine û beşeke girîng a çalakiyên aborî têk birine. Wekî din kêm-entegrasyona aborî û bazirganî di navbera welatên Mexrîbê de, herêmê ji derfetên girîng ên mezinbûn û veberhênanê bêpar dihêle.
Krîz ne ji ber sedemeke tenê, ji ber têkiliya di navbera faktorên aborî, siyasî, civakî û hawirdorî de derdikeve holê û xwezaya taybet a pirsgirêkê li gorî welatan diguhere. Ev rapor balê dikişîne ser bandora krîza aborî û enflasyonê li ser jinên li herêma Mexrîbê. Em di vê raporê de lêkolîn dikin ka bilindbûna bihayan û kêmbûna hêza kirînê çawa bandorê li şert û mercên jiyanê, derfetên kar, rêjeyên bêkariyê û mûçeyên wan kirine. Her wiha zehmetiyên jin di bazara kar de dikşînin jî hate destnîşankirin.
Bi riya şahid û daneyan em pirseke bingehîn lêkolîn dikin: Krîzên aborî çawa pozîsyona jinan li bazara kar ji nû ve şekil didin û jin di nava zêdebûna bêkariyê û bilindbûna lêçûna jiyanê de çi bedêlê didin?
Em bi Mexrîbê dest pê dikin; Li pişt daneyan, çîrokên wan jinan hene ku bi windakirina dahatê, bêewlehiya kar û parastina civakî ya kêm re rûbirû ne. Ev hemû di demekê de diqewimin ku berpirsyariyên lênêrînê yên nava malbatê jî berdewam dikin. Ji bo gelek jinan, lawaziya aborî ne tenê bi windakirina kar dest pê dike. Gelek zûtir bi zehmetiya ketina nav bazara kar dest pê dike û heta kalîteya kar û mafên civakî yên ku dibe paşê bi dest bixin (an jî bi dest nexin) dirêj dibe.
Dema parastina dahatê dibe şerekî dijwar
Ji bo Emîna Talbî vegera ser kar piştî nexweşiyê, ne wek vegera bo jiyana wê ya pîşeyî ya berê bû. Piştî ku derbasî pêvajoya kemoterapî û radyoterapiyê bû, Emîneya 50 salî vegeriya kargeha tekstîlê, lê êdî nikaribû li gorî leza kar a ku beriya nexweşiyê pê re hatibû hînkirin, tevbigere.
Emîna Talbî zêdetirî 20 salan di qada tekstîlê de kar kiribû û navê wê di Sîstema Ewlehiya Civakî ya Neteweyî de tomarkirî bû. Para wê ya beşdariya ewlehiya civakî, tevî mafên teqawidiyê, ji mûçeyê wê dihat birîn. Mûçeya Emîna çavkaniya sereke ya dahata wê bû û her wiha alîkariya diya xwe jî dikir. Karê Emîna Talbî hewce dikir ku ew di saetekê de hejmareke diyarkirî ya parçeyên dirûtî temam bike. Piştî vegera li kargehê, ji ber bandorên berdewam ên nexweşî û tedawiyê, di gihîştina wê kotaya pêwîst de zehmetî kişand. Di navbera pêdiviya bi dahatê û berpirsyariya li hember diya xwe de asê mabû, loma neçar hîs dikir ku karê xwe bidomîne, her çend kapasîteya wê ya fîzîkî ya hilgirtina barê kar kêm bûbû jî. Paşê cara duyemîn teşhîsa penceşêrê li wê hat danîn û di dawiyê de mir.
Çîroka Emîna Talbî hemû ezmûnên karkerên jin ên Mexrîbî nîşan nade, lê ew eşkere dike ka çawa pêdiviya bi dahatê û berpirsyariyên malbatî dikarin berdewamkirina kar bikin pêdiviyek.
Valahiyeke ku beriya bêkariyê dest pê dike
Cûdahiya aborî ya di navbera jin û mêran de ne bi windakirina kar dest pê dike; ew pir zûtir li ber deriyê bazara kar dest pê dike. Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Plansaziyê di sala 2025'an de rêjeya beşdariya jinan di hêza kar de ji sedî 19 bû, li hemberî ji sedî 68,5 ji bo mêran. Rêjeya karê jinan ji sedî 15,1 bû li hemberî ji sedî 61,1 ji bo mêran, di heman demê de rêjeya bêkariyê ji bo jinan gihîşt ji sedî 20,5 li hemberî ji sedî 10,8 ji bo mêran.
Di vê navberê de, aboriya Mexrîbê di navbera salên 2024 û 2025'an de 193 hezar derfetên kar afirandin ku 203 hezar jê li deverên bajarî bûn û li deverên gundewarî jî windabûna 10 hezar karan çêbû. Afirandina karan bi taybetî di warê karê bi fon de bû, ku tê de 249 hezar pozîsyonên nû zêde bûn, lê karê bê fon bi qasî 55 hezar kêm bû.
Dabeşkirina van karan li gorî qadan cûda bû: qada xizmetê 123 hezar kar bi dest xist, qadên avahîsazî û karên giştî 64 hezar û pîşesaziyê jî 46 hezar kar zêde kirin. Di heman demê de qadên çandinî, daristanvanî û masîgiriyê 41 hezar kar winda kirin.
Tenê ev hejmar rê nadin me ku em bighîjin wê encamê ku jin "kesên yekem bûn ji qadên taybetî hatin derxistin". Ji ber ku daneyên giştî her tim windabûna karan li gorî zayend û qadê bi hûrgilî nîşan nadin. Ew guhertineke qadî ya girîng ji bo jinan eşkere dikin. Bi taybetî ji bo wan jinên ku çalakiya wan a aborî bi çandinî, karên demsalî, pîşesazî û xizmetê ve girêdayî ye.
Tekstîl; dema ku leza hilberînê dibe ezmûneke mayînê
Mijara li vir ne tenê hejmara wan karan e ku ji aliyê qada pîşesaziyê ve têne afirandin. Ew cewherê wê xebatê ye ku jin di wê qadê de dikin û ew şert û mercên ku şiyana wan a mayîna li wan karan diyar dikin. Qada tekstîlê mînakeke zelal a vê yekê pêşkêş dike, bi taybetî li cihên ku berdewamiya kar bi kotayên taybet ên hilberînê ve girêdayî ye. Di vî warê kar de berxwedana fîzîkî dibe şertekî bingehîn ji bo parastina kar, rastiyek ku bi ezmûna Emîna Talbî tê nîşandan.
Ji bo Emîna Talbî zehmetî ne tenê piştî nexweşiyekê parastina karê wê bû, her wiha vegera ji bo pêvajoyeke kar ku leza wê êdî li gorî rewşa tenduristiya wê nebû. Ezmûna Emîna Talbî pirsekê derdixe pêş: Gelo çi tê serê karkerên jin dema ku şiyana wan a kar diguhere, lê dîsa jî dahat ji bo dabînkirina pêdiviyên malbatên wan pêwîst dimîne?
Çandinî; gava ku dahat winda dibe bê ku rewşa bêkariyê derkeve holê
Windakirina karên çandiniyê ji bo jinên gundewarî xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku beşek ji çalakiyên wan ên aborî bi karên demsalî, bêpere an jî neewle ve girêdayî ne. Lê jineke ku karê xwe yê çandiniyê an demsalî winda dike, ne hewce ye ku di îstatîstîkên bêkariyê de cih bigire; dibe ku ew vegere jiyana nav malê, berê xwe bide karên nefermî an jî li karên demkî û ne berdewam bigere. Di encamê de dibe ku jin çavkaniyeke rastîn a dahatê winda bike bê ku qet di îstatîstîkan de wek keseke bêkar bê tomarkirin.
Karê nefermî û mesrefeke paşxistî
Lawaziya aborî ya jinan tenê bi dahata wan a niha ve sînordar namîne; pêvajoyên karê nefermî, beşdariya sînordar a di bazara kar de û qutbûnên di kariyerê de ji ber berpirsyariyên malbatî, dikarin bibin sedema encamên demdirêj ku heta dema teqawidbûnê jî berdewam dikin.
Lêkolîneke Komîsyona Bilind a Plansaziyê ya li ser ada nefermî, zayend û pîrbûnê nîşan dide ku ev pêvajoyên kariyerê dikarin bibin sedema cudahiyên kombûyî di warê mafên darayî de. Ev mijar ne tenê karê ne-ragihandî û bêparastin, her wiha karê bêpere yê ku jin li derveyî bazara kar a fermî dikin jî li xwe digire.
Daneyên ku ji aliyê Encûmena Aborî, Civakî û Jîngehê ve hatine pêşkêşkirin, eşkere dikin ku jin rojane bi navînî pênc seatan ji bo karên malê yên bêpere û karên lênêrînê terxan dikin. Encûmen destnîşan dike ku tevlêkirina nirxê vî karî di nav hesabên aborî yên neteweyî de, girîngiya wî derdixe pêş; nirxê karê malê yê bêpere nêzî ji sedî 19,4'ê Hilberîna Navxweyî ya Giştî ye û para jinan di vê rêjeyê de ji sedî 16,4 e. Her wiha ji sedî 24'ê jinên ku kar dikin, bi awayekî dem-kêm dixebitin, li gorî ji sedî 2,9'ê mêran.
Bandora van pêvajoyên kariyerê di dema teqawidbûnê de derdikeve holê: tenê ji sedî 6,7'ê jinên temen mezin mûçeyê teqawidiyê werdigrin, li gorî ji sedî 33,6'ê mêran. Ji ber vê ji bo jinan mijar ne tenê dahata niha ye, lê ew e ku gelo ew karê ku îro dikin, mafên civakî û dahatê ji bo salên wan ên teqawidbûnê mîsoger dike an na?
Ji windakirina kar ber bi karê bi rêya sepanê ve
Nêzî salek berê, Leyla M. ya 36salî karê xwe yê li dikana elektronîkê winda kir; li wir wê mehê nêzî sê hezar dirhem qezenc dikir. Ji nişka ve Leyla bê dahateke sabît ma, di heman demê de hê jî pêwîst bû ku bedêla deynê otomobîla xwe bide.
Leyla nedikarî demeke dirêj li bendê bimîne,li çavkaniyeke alternatîf a dahatê geriya û di dawiyê de dest bi karê ajokariyê ji bo sepaneke veguhestinê kir. Dahata wê ya giştî dibe ku hin rojan bighîje nêzî 300 dirheman (nêzî 30 dolaran), ev hejmar dahata wê ya rastîn a ku di destê wê de dimîne nîşan nade; ji ber ku divê lêçûnên sotemenî, lênêrîn, bîme û mesrefên din ên têkildarî wesayîtê jê bên derxistin.
Leyla ji mûçeyeke mehane ya sabît derbasî dahateke ku rojane diguhere bû; ev yek bi hejmara geştên ku ew pêk tîne û şiyana wê ya bikaranîna wesayîtê ve girêdayî ye. Çîroka Leyla nayê wê wateyê ku karê bi rêya sepanê bi awayekî pêwîst bijardeyeke xirab e; ew nîşan dide ka çawa windakirina karekî bi mûçe dikare jinekê teşwîq bike ku li alternatîfeke nermtir, bigere.
Lênêrîn wek astengek li ber serxwebûna aborî
Ev zehmetî bi awayekî neqetandî bi wan berpirsyariyên lênêrînê ve girêdayî ne ku jin di nava malbatê de hildigirin ser milê xwe. Encumena Aborî, Civakî û Jîngehê, beşdariya kêm a jinan a di warê aborî de, ligel faktorên din girêdide: barê karên malê û lênêrînê yên bêpere, nebûna xizmetên lênêrîna zarokan, zehmetiyên veguhestinê, şert û mercên nebaş ên kar û daxwaza kêm a ji bo hêza kar a jinan.
Ev mijar bi guherîna pêkhateya malbatên Mexrîbê re, girîngtir dibe. Li gorî daneyên ku di rapora salane ya sala 2025'an a Encumenê de hatine pêşkêşkirin, rêjeya malbatên ku jin rêveberiya wan dikin, ji sedî 16,2 di sala 2014'an de bo ji sedî 19,2 di sala 2024'an de zêde bûye.
Ev nîşander destnîşan dikin ku hejmareke zêde ya jinan berpirsyariyên rasterast ên aborî û malbatî hildigirin ser milê xwe, tevî ku gihîştina wan a bi dahata aram, parastina civakî û mûçeyên teqawidiyê hê jî ji ya mêran kêmtir e.
Serxwebûna aborî tamponek li dijî lawaziyê ye
Her çend nayê îdîakirin ku bilindbûna bihayan bixweber dibe sedema zêdebûna tundiya navmalî û tundiya li dijî jinan jî, tenê bi faktorên aborî nayê sînordarkirin. Nebûna serxwebûna aborî dikare lawaziya hin jinan dema ku bi îstîsmarê re rûbirû dimînin zêde bike.
Jinek ku dahata wê ya serbixwe, xaniyên alternatîf, an çavkaniyên têr tune ne, dibe ku vebijarkên wê pir sînordar bibin dema ku ew hewce bike ku ji têkiliyek îstîsmarkar derkeve an jî parastinê bigere. Li vir krîza aborî bi krîza mafan re têkildar e: hebûna mafek qanûnî her gav garantî nake ku gihîştina rastîn a parastinê ji bo hemû jinan bi heman rengî heye.
Zagon hene lê parastin pêdivî bi sîstemeke berfireh heye
Ji sala 2018'an vir ve li Mexrîbê zagona 103.13 heye ku li dijî tundiya li dijî jinan, ligel mekanîzmayên piştgirî û lênêrînê di nav saziyên giştî de û toreke komeleyan û navendên guhdarîkirinê yên ku xizmetên zagonî, psîkolojîk û civakî pêşkêş dikin, çareser dike. Ev navend bi taybetî ji bo jinên ku çavkaniyên wan tune ne ku bi tundiyê re rûbirû bimînin an jî jiyana xwe bi serê xwe ji nû ve ava bikin girîng in.
Di rewşên wiha de piştgiriya aborî ji parastinê nayê veqetandin; dibe ku jinek hewceyê çavkaniyek dahatê an çalakiyek hebe ku xwebaweriyê çalak bike.
Dahat wek rêyek derketina ji krîzê ye
Çîroka Zeyneb El-Îsamîlî El-Elewî ku berê ji hêla ajansa me ve hatibû weşandin, aliyek din ê girêdana di navbera tundî û girêdayîbûna aborî de nîşan dide. Piştî zewac û êşa îstismarê Zeyneb xwe bê debara serbixwe dît û ket rewşek psîkolojîk a dijwar. Piştre wê serî li Federasyona Lîga Mafên Jinan da, ku li wir piştgiriya psîkolojîk û civakî wergirt.
Lê alîkarî ji piştgiriya sade wêdetir çû; komeleyê alîkariya Zeyneb El-Elewî kir ku çalakiyek dahat-çêker bide destpêkirin; çêkirina çantên bi morîk. Ezmûna Zeyneb nîşan dide ka serxwebûna aborî çawa dikare di ji nû ve avakirina jiyana mirov piştî tundiyê de rolek bilîze.
Ceuta; dema ku bêhêvîbûn vediguhere qeyraneke din
Ev lawaziya aborî û civakî bi awayekî xurt bi pêlên bêhêvîbûnê ve girêdayî ye; bêhêvîbûna ku hin ciwanan dihêle koçberiyê wek rêyekê ji bo derketina ji rastiyeke ku nikare derfetên kar an aramiyê peyda bike, bibînin.
Di dawiya Tîrmeha 2026'an de bajarê Ceutayê bû şahidê pêleke awarte ya derbasbûnên girseyî. Texmînên derbarê hejmara kesên ku ketine bajêr de cûda bûn. Rayedarên Îspanyayê piştre ragihandin ku nêzî 69 hezar û 500 kes vegeriyane Mexrîbê. Di heman demê de hejmara miriyan, li gorî daneyên ku wê demê hatibûn belavkirin li aliyê Îspanyayê 72 û li aliyê Mexrîbê jî 11 kes bû.
Ev pêl di çarçoveya bêhêvîbûna aborî û civakî de pêk hat û hevdem bû bi belavbûna post û vîdyoyên medyaya civakî re; tiştên ku hêvî di nava hin ciwanan de geş dikirin ku ew dikarin bighîjin Ceutayê û li Îspanyayê bimînin. Dibe ku jin û keç di rewşên wiha de rastî metirsiyên zêdetir werin.
Çavdêriyên ku di vê pêlê de hatine kirin, wê lawaziya taybet a ku hin keçên biçûk pê re rûbirû dimînin, eşkere dikin. Ev yek ji ber qerebalixiya zêde ya navendên pêşwazîkirinê û wê rastiyê ye ku hinek ji wan neçar man li kolanan bimînin. Her çend ev dane dozên yasayî yên taybet piştrast nakin jî, ew wan metirsiyên zêdetir ronî dikin ku jin û keç dibe di çarçoveya koçberiyê de pê re rûbirû bimînin; rewşên ku tê de lawaziya aborî bi mijarên zayend û ciwantiyê re têkildar dibe.
Jina ku li paş dimîne
Mesrefa koçberiyê tenê ji aliyê wî kesê ku koç dike ve nayê kişandin; di nava malbatê de pirê caran jin ew kes e ku divê bi encamên rojane yên biryara koçberiyê, an jî hewldaneke têkçûyî re rûbirû bimîne.
Dibe ku jin neçar bimîne ku şûna dahata berê ji hêla hevjînê wê an endamekî din ê malbatê ve dihat peydakirin bigre, tevî ku ew hê jî barê sereke yê karên lênêrîna malê yên bêpere li ser milê xwe hildigre. Ger hewldana koçberiyê têk biçe, dibe ku malbat vegere xala destpêkê lê bi barên zêdetir. Ji ber vê nîqaşkirina koçberiyê ji perspektîfa jinan ve ne tenê bi hejmara jinên ku sînoran derbas dikin ve sînordar e; her wiha wan jinên ku li paş dimînin jî li xwe digre.
Mesrefeke ku bi temamî di daneyên bêkariyê de nayê dîtin
Ev çîrok û dane eşkere dikin ku lawaziya aborî ya jinan nikare tenê bi rêjeyên bêkariyê were pîvandin. Herçend aboriya Mexrîbê di sala 2025'an de bi rêjeya ji sedî 4,9 mezin bû û 193 hezar derfetên kar afirand jî, rêjeya beşdariya jinan di hêza kar de tenê ji sedî 19 ma û rêjeya bêkariya jinan jî ji sedî 20,5 bû.
Jin beşeke girîng a karên malê û lênêrînê bê heqdest pêk tînin, her wiha qutbûna rêyên kariyerê an karê nefermî dikare bibe sedema kêmbûna parastina civakî û kêmbûna mûçeyên teqawidiyê. Ev mesref ji çarçoveya malbatan wêdetir diçe; Encûmena Aborî, Civakî û Jîngehê texmîn dike ku mesrefa salane ya tevlêbûna sînordar a jinan di aboriyê de nêzîkî 25,3 milyar dirhem e.
Encûmen destnîşan dike ku bilindkirina rêjeya beşdariya jinan di hêza kar de bi 9 xalên rêjeyî, dikare heta sala 2035'an Hilberîna Navxweyî ya Giştî bi qasî ji sedî 3'ye zêde bike. Mexrîb armanc dike ku heta sala 2035'an bighîje rêjeya beşdariya jinan a ji sedî 45'an.
Hate destnîşankirin ku berfirehkirina xizmetên perwerdeya zaroktiya zû dikare 51 hezar û 903 derfetên kar biafirîne, ku 46 hezar û 713 ji wan dê ji bo jinan bin. Ev dane "aboriya lênêrînê", ew ne tenê berpirsyariyeke malbatî ye ku dikeve ser milê jinan, lê qadeke e ku eger bi awayekî rast were rêkûpêkkirin û veberhênan tê de bê kirin, dikare bibe derfetên kar, dahat û parastina civakî.
Dema ku mezinbûn têr nake
Paradoksa Mexrîbê ya sala 2026'an ne di nebûna tam a mezinbûn an derfetên kar de ye. Nîşanderên aborî baştir bûne û aboriyê derfetên kar ên nû afirandiye; lê vê yekê ferqa mezin a di navbera mêr û jinan de li bazara kar ji holê ranekiriye. Pirs ne tenê ew e ku aboriyê çend derfetên kar afirandine, lê belê kî dighîje wan? Kî dikare wan biparêze? Kî xwediyê dahatiyek serbixwe ye? Kî dikare di dema nexweşiyê de berdewam bike bi xebatê? Kî parastina civakî werdigre? Û kî barê lênêrînê hildigre dema ku çavkaniyên malbatê kêm dibin?
Mezinbûna ku beşdariya jinan di bazara kar de berfireh neke, neewlehiya kar kêm neke, an jî lêçûnên lênêrînê çareser neke, dibe ku nîşaneyên makroaborî baştir bike bê ku guhertinek guncav di jiyana rojane ya jinan de çêke. Di dawiyê de, pirsa herî girîng; gelo aborî mezin dibe, lê gelo jin vê mezinbûnê wek serxwebûna aborî, ewlehiya civakî û berxwedana li hember krîzan tecrûbe dikin?