Li şûna navendîgeriyê demokrasiya taxê
Komînên li Qamişloyê biryardayînê datînin destê gel. Ev modela xwerêveberiyê, di navbera guhertinên îdarî û parastina cewhera civakî de tê meşandin. Ev tecrube, têkoşîna li dijî pergala navendî û parastina nasnameya civakî nîşan dide.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Komîn, şêweyê herî bingehîn û xwezayî yê civakê ye. Lewra jiyanek hevbeş a civakê bi xwe ye. Li ser prensîbên wekhevî û hevgirtinê tê avakirin. Di rastiyê de komîn bi xwe cewher, şêwe, çand û exlaqê civaka exlaqî û polîtîk e. Ew di heman demê de cewher û bingeha xwezaya mirov a bi civakbûnê re têkildar e. Mirovatî di nava jiyana komunal de bipêş ketiye.
Jiyana komunal li ser esasê hevkariyê, parvekirinê, piştevaniyê û berjewendiya giştî ava dibe. Ev pîvan rasterast çand û exlaqê wê civakê diyar dike.
Bingeha teorîk û derketina fikrê komînê
Yek ji stûnên herî berbiçav ên ku projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê li ser hatiye avakirin, komîn e. Wekî şaneya bingehîn a rêxistinkirina civakê û birêvebirina karûbarên wê ji jêr heta jor tê hesibandin. Fikra komînê ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye û li ser bingeha prensîba civaka demokratîk û Rêveberiya Xweser hatiye avakirin. Di serî de civak berpirsyarê rêxistinkirina jiyana xwe ya rojane û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên xwe ye. Ji navendîbûnê dûr dikeve û xwe dispêre beşdariya rasterast a hemû gelê civakê ya di biryardayînê de. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an, ev model ket meriyetê û hat pratîzekirin. Komîn bû navika destpêkê ku saziyên Rêveberiya Xweser li ser hatine avakirin û yek ji girîngtirîn formên rêxistina civakê bû ku beşdariya niştecihan di rêvebirina tax û gundên xwe de xurttir kir. Her wiha, têgehên demokrasiya rasterast, hevkariyê, hevgirtina civakî û çalakiya kolektîf ava kir.
Rol û erka komînan a di civakê de
Rola komînan ne tenê bi cihên hevdîtinê ji bo niştecihan ve sînordar ma; ew saziyên civakî yên yekgirtî ne ku rolên xizmetê, rêxistinî û civakî yên berfireh pêk tînin. Bi rêya wan, pêdiviyên rojane yên niştecihan tên nîqaşkirin, daxwazên wan bi rayedarên pêwendîdar re tên raberkirin û ew çavdêriya dabînkirina xizmetan li taxan dikin; çavdêriya kampanyayên paqijiyê, belavkirina sotemenî û kelûpelên bingehîn dişopînin, giliyên welatiyan distînin û bi hevrêzî bi aliyên pêwendîdar re dixebitin da ku wan çareser bikin. Komîn her wiha hejmarek komîteyên pispor dihewînin, wekî Komîteya Xizmetê, Komîteya Lihevanînê, Komîteya Jinan, Komîteya Ciwanan, Komîteya Aborî, Komîteya Perwerdehiyê û yên din, ku her yek ji wan erkên taybetî digire ser xwe da ku piştrast bike ku pêdiviyên cihêreng ên civakê tên bicihanîn.
Bi şaredariyê û saziyên xizmetê re hevahengiyê dikin
Her wiha komîn bi rêya komîteyên lihevanînê, di pêşxistina giyanê têgihîştin, diyalog û parastina aştiya sivîl de roleke girîng a civakî dilîzin. Di heman demê de însiyatîfên xwebexş, kampanyayên çandina daran û paqijkirinê, çalakiyên çandî û civakî organîze dikin. Wekî din, ew rewşa malbatên şehîd û birîndaran dişopînin, piştgiriyê didin malbatên hewcedar û bi şaredariyê û saziyên xizmetê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxan hevahengiyê dikin. Vê rolê komîn kiriye girêdana bingehîn di navbera civakê û saziyên xwerêveberiyê de, bi vî rengî leza bersivdayîna hewcedariyên welatiyan zêde kiriye û têgeha beşdariya gel di karûbarên giştî de xurt kiriye.
Rola jinan a di sîstema hevserokatiyê de
Di vê çarçoveyê de jinan wekî hêmaneke aktîf û bingehîn di xebatên komînê de cih girtine û hebûna wan yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên vê modela rêveberiyê ye. Sîstema komînan li ser bingeha prensîba hevserokatiyê ye, ku nûnertiya wekhev di navbera jin û mêran de di rêveberî û biryardana komînan de mîsoger dike. Vê yekê hiştiye ku jin bi awayekî çalak beşdarî gelek aliyên xebatên civakî bibin. Jin her wiha komîteyên pispor ên ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin birêve dibin, beşdarî çareserkirina pirsgirêkên malbatî û civakî dibin, semînerên hişyariyê yên têkildarî mafên jinan li dar dixin, ji bo hêzdarkirina jinan a di warê aborî û civakî de dixebitin û beşdariya wan di jiyana giştî de teşwîq dikin. Wekî din, ew di çareserkirina nakokiyên civakî, pêşxistina çanda diyalogê û damezrandina nirxên edalet û wekheviyê di nav civakê de roleke baş dilîzin.
Dîroka Komînê li cîhanê: Komîna Parîsê
Komîna Parîsê yekem komîn e ku li cîhanê hatiye damezirandin. Komîna Parîsê, di sala 1871’an de piştî têkçûna Fransayê ya di şer de û êşên Parîsiyan ên ji ber xizanî û dorpêçê derket holê. Karker û endamên Garda Neteweyî dixwestin ku bajar bi xwe birêve bibe, li şûna ku di bin desthilata navendî de be. Armancên wê, avakirina rêveberiyeke herêmî ya demokratîktir, baştirkirina şert û mercên karker û xizanan û dayîna roleke mezintir a di rêvebirina karûbarên bajêr de, ya ji bo gel bûn.
Ew komîn tenê nêzî du mehan dom kir, berî ku ji aliyê hikûmeta Fransayê ve bi zorê bê çewsandin. Piştî vê yekê, li bajarên Fransayê komînên din derketin holê ku ji tecrubeya Parîsê îlham girtibûn; bi taybetî Komîna Marsîlyayê ku di 23’yê Adara 1871’an de hate ragihandin. Her wiha armanca wê rêveberiya bajaran a herêmî, parastina xweseriyê û pêkanîna prensîbên demokratîk û civakî yên mîna Komîna Parîsê bû. Lê berî ku bê tepeserkirin, tenê demek kurt dom kir.
Tecrubeya Komînan a li Qamişloyê
Li gorî agahiyên ku me ji gelê Qamişloyê kom kirine, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê yekem komîna ku hat damezrandin ’Komîna Şehîd Leheng’ bû. Wek xala destpêkê ji bo ceribandina rêxistinkirina civakê ya li gorî pergala komînan xizmet kir. Berî ku ceribandin berfireh bibe û hemû taxên bajêr bigre nav xwe. Di salên borî de, hejmara komînan li Qamişloyê gihîşt 84’an û li ser taxên cûda hatin belavkirin da ku xizmetê bighînin hejmareke mezin ji niştecihan. Lê belê, ji nû ve avakirin û rêxistinkirina karê komînan di çarçoveya plana entegrasyona ku di navbera hikumeta demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatî pejirandin bû sedema kêmkirina hejmara komînan û ev hejmar, daket 32’yan.
Komîna Şehîd Leheng hat avakirin
Di heman demê de parastina berfirehiya wan a li ser hemû taxên bajêr heye. Ev yek ji bo yekkirina çavkaniyan, pêşxistina mekanîzmayên xebatê û baştirkirina hevrêziyê ya di navbera komîteyên cûda de hat kirin, bi vî rengî beşdarî bilindkirina asta xizmetên ku ji welatiyan re tên peydakirin bû. Gava komîna Şehîd Leheng hat avakirin, gelê wê taxê wekî şahiyekê pîroz kir; şîranî anîn û malbata cangoriyê azadiyê Leheng vexwendin şahiyê. Malbata Leheng, ji ber avakirina komînê ya li ser navê kurê wan yê ku ji bo azadî û aramiya axa xwe canê xwe feda kir, pir kêfxweş bû.
‘Li komînê herkesî perwerda zimanê Kurdî dît’
Komîn destpêkê bi çend kesayetan hat avakirin, bi demê re endamên komînê her ku çû zêdetir bûn. Ji ber ku bi hezkirin hat avakirin, her kesê ku di wê taxê de rûdinişt, hinek pêdivî û pêwîstî ji malên xwe anîn komînê. Komîn bibû mal ji gel re û roja xwe bi giştî li komînê derbas dikirin. Li komînê ji her kesî re perwerda zimanê Kurdî hat dayîn, her wiha dayîkan jî perwerdeya çekdarî dît, ji bo ku di her rewşekê de jin bi hêz bin û parastina xwe û malbatên xwe bikin.
Felsefeya komînal û nirxandina welatiyan
Komîn, bingeha ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser avakirina civakeke demokratîk e. Ew avabûna rêxistinî ya sereke ye ku mirov bi rêya wê rasterast karûbarên xwe birêve dibin. Di ”Manîfestoya Aştî û Civakek Demokratîk" de, komîn wekî bingeha avakirina civakeke komînal a demokratîk ku li ser bingeha beşdariya gel, xwerêxistinkirin û hevkariya civakî (bêyî navendîbûn û serdestiya dewletê) tê pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê ji komînê, di çarçoveya neteweyek demokratîk û konfederasyonek demokratîk de encumen û saziyên din ên demokratîk derdikevin holê.
Komîn her hewl dide ku hemû pirsgirêkên gel çareser bike
Komîn kevirê bingehîn ê civakê ye. Ji ber ku komîn fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn da ku civakeke komînal bê avakirin. Komîn her hewl dide ku hemû pirsgirêkên gel çareser bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dibêje: “Eger rojekê ez ji girava Îmraliyê derkevim, ez ê komînekê ava bikim û bibim endamê wê komînê.” Ji ber ku wî dixwest bi rêya komînan gelê xwe kom bike û ruhê hevaltiyê bipêş bixe.
Destpêkê ew fikra komînan zehmet bû; ji ber ku gel nedizanî komîn çi ye. Heta astekê gel fêr bû ku êdî komîn cihekî rêxistinbûn û perwerdeya civakê ye. Di heman demê de di her komînekê de komîteyên wê bi erkên xwe radibin û di xizmeta gel de ne. Dema ku şahiyek an jî bûyerek di taxê de çêdibe, komîn jî alîkariyê pêşkêş dike. Her û her komîn bi gel re ye, di her rewşê de komîn amade ye. Komîn gelê taxê li hev kom dike û dihewîne. Pêwîst e her kes xwedî li komînan derkeve, her serdana komînan bike û bi hevserokên komînan re bibe alîkar da ku bi hev re civakeke komînal ava bikin.
‘Ji sala 2015’an ve, ez cihê xwe di vê komînê de digrim’
Endama Komîna Şehîd Leheng Ezîza Hisên anî ziman ku ew di komînê de gelekî bi hezkirin û ruhê hevaltiyê kar dikin û wiha got: “Ji sala 2015’an ve, ez cihê xwe di vê komînê de digrim. Em bi hev re di komînê de alîkar in, her wiha alîkariya endamên taxê jî dikin. Eger pirsgirêkek çêbibe em bi hev re çareser dikin û eger çalakiyek jî hebe, em endamên taxê kom dikin û beşdar dibin.”
‘Eger komîn tune be, wê civak jî tune be’
Endama Komîna Şehîd Aram Salîha Keleş bal kişand ser wateya komînan di civakê de û wiha pê de çû: “Wateya komînê ji kombûnê hatiye avakirin û li ser bingeha civaka xwezayî civakeke komînal tê avakirin.” Wê gotinên xwe bi şahidiyan dewlemend kirin û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ’Eger komîn tune be, wê civak jî tune be’. Bi saya komînên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin, gel êş û pirsgirêkên xwe li komînan çareser dike. Ji ber vê yekê komîte li komînan hene ku li êşa gel guhdar dikin. Her wiha ew komîte ji bo pêdiviyên jiyana rojane kar û xebatê dikin.
Salîha Keleş da zanîn ku jin xwe di komînan de perwerde dikin û wiha domand: “Komîn bingeha civakê ye, em hewl didin komînan careke din çalak bikin. Di heman demê de pêwîst e em di komînan de hêzek bin da ku komînên me her û her hebin. Di rêya komînan de em wekî jinan perwerde bûn, me hêza xwe ava kir û asta xwe ya zanebûnê bilind kir. Helbet wateya komînê gelek e û girîng e, bi taybetî ji bo jinan.”
‘Li gelek dewletan ji tecrubeya Rojava ya komînan sûd girtine’
Salîha Keleş destnîşan kir ku sîstemên desthilatdar ji pergaleke rêxistinkirî ya mîna komînan ditirsin û wiha bi dawî kir: “Hikûmeta demkî bêbextiyê bi komînan nake; ji ber ku sîstemekî desthilatdar e, nizane ku wateya komînan çi ye û ji kombûna me ditirse. Her wiha dixwaze civakê belav û winda bike; ji ber vê yekê pergalên komînan qebûl nakin. Komîn bingeha jiyaneke komînal e, hebûna me bi hebûna komînan ve girêdayî ye. Li gelek dewletan ji tecrubeya Rojava ya komînan sûd girtine û wan jî dest bi avakirina komînan kiriye. Pêwîst e em zêdetir xwedî li komînên xwe derkevin.”
Struktura berwar û tîkane ya pergala komînan
Pergala xwebirêvebirinê li Rojavayê Kurdistanê li ser hiyerarşiyeke civakî ya pile bi pile hatiye avakirin. Ew ji asteke herî bingehîn dest pê dike ku ya herî jêr komîn e, pişt re ji kombûna du yan sê komînan komîngeh tê avakirin. Meclîs jî ji kombûna komîngehan pêk tên. Di vê avaniyê de biryarên rojane rasterast ji aliyê komînan ve di astên gund û taxan de tên girtin û bi rêya komîngeh û meclîsan tên birêxistinkirin. Hêjayî gotinê ye ku di pergala komînan de jor-jêr nîne. Di vê pergalê de biryar ku heta hevserokatiyê herin jî, dîsa biryara gel û komînê ye. Pergala komîn û meclîsan li ser binyateke berwar û tîkane hatiye avakirin. Di xeta tîkane de pêwendiya navbera astan heye. Di xeta berwarî de jî hevkariya komîsyonên civakî pêk tê. Bi kurtasî, ev xwebirêvebirina demokratîk e.
‘Di komînan de her komîteyek bi erkê xwe radibe’
Heyhan Hisên, Endama Rêveberiya Komîteya Jinan a di Meclîsa Hilêliyê ya Qamişloyê de ye. Heyhan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana herî zêde girîngî dide xebatên komînan û wiha domand: “Komîn karekî pîroz e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, ‘eger rojekê ez ji girtîgehê derkevim, ez ê komînekê avabikim.’ Her wiha di komînan de komîteya parastinê, lihevanînê, perwerde, jin, tenduristî, xizmet û gelek komîteyên din jî hene. Di komînan de her komîteyek bi erkê xwe radibe. Komîteya jinan hemû pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin, çareser dike. Komîteya aborî, ji bo ku jin di hundirê komînê de bikaribin aboriya xwe ya serbixwe ava bikin, çalak e. Di komînan de tiştê herî sereke ew e ku komîta parastinê heye, erka vê komîtê jî parastina her ferdekî ya di nava civakê de ye. Lê bi taybetî jî ev komîte ji bo naskirina jinan a di wateya parastin û xweparastinê de karê xwe dike.”
‘Komîn, bingeha civakê ya rêxistinî ye’
Heyhan Hisên tekez kir ku komîn şaneya civakî û rêxistinî ye û wiha gotinên xwe dawî dike: “Eger her tişt têk biçe, komîn dê bimînin. Ji ber ku komîn, bingeha civakê ya rêxistinî ye. Her roja Pêncşemê em wek jin di hundirê komînên xwe de Parêznameya 5’emîn a Rêber Abdullah Ocalan dixwînin, li ser wê xwe perwerde û birêxistin dikin.”