Şengal: Şopa êşê têkoşîna rêxistinkirî û veguherîna ber bi dadweriyê ve

Tevî ku deh hezaran mirov koçber bûn, winda man û trajediyeke giran li dû xwe hiştin, civaka Êzidî di nava du çeperên dîrokî de dijî. Birînên kûr ên jenosîdê û îradeya ji nû ve avakirina jiyanê bi hêza xwe ya xweser.

RONÎDA HECÎ

Hesekê – Êzidî li seranserê dîrokê gelek caran rastî zordestî, revandin û komkujiyan hatine. Ji ber vê yekê di bîra wan de peyva ‘ferman’ tenê fermaneke hikûmetê nîne, her wiha tê wateya êrîş û komkujiyeke ku armanca wê, tunekirina civaka Êzidî ye. Dîrok li vê axê li dijî Êzidiyan qet ne dilovan bû. Vê ola resen gelek felaket û êş derbas kiriye. Her hêzek ku hatiye vê herêmê û xwestiye serwer bibe, xwe li ser pişta Êzidiyan mezin kiriye.

Şengal: Welatê dîrokî yê Êzidiyan

Şengal nêzî 80 kîlometre ji Mûsilê dûr e û li nêzî sînorên Sûriye û Tirkiyeyê cih digre. Vê yekê wê di navbera Iraq û Sûriyeyê de kiriye xala girêdaneke stratejîk. Şengal bi çiyayê xwe yê navdar tê naskirin. Ev herêm bi sedsalan navenda jiyana civaka Êzidî bûye. Ji ber girîngiya wê ya olî, çandî û civakî, gelek malbatên Êzidî li Şengalê dijîn. Çiyayê Şengalê di dîrokê de gelek caran bûye cihê parastina Êzidiyan. Dema êrîşan, gel ji bo ku xwe biparêze, ber bi çiyê ve diçû. Di fermana 2014’an de jî, deh hezaran kes ji bo rizgarkirina canê xwe ber bi Çiyayê Şengalê ve reviyan.

Di dîroka Êzidiyan de gelek êrîş û ferman hatine tomarkirin. Li gorî bîra civakî ya Êzidiyan, fermana DAIŞ’ê ya sala 2014’an wek ”Fermana 74’an” tê binavkirin. Ev nav bi wê baweriyê tê dayîn ku di dirêjahiya dîrokê de ev fermana 74’emîn e ku li dijî civaka Êzidî pêk tê.

Berî 3’yê Tebaxa 2014’an Şengal

Berî fermanê, jiyana li Şengalê bi awayekî asayî berdewam dikir. Gel bi çandiniyê, sewalvaniyê û bazirganiyê re mijûl dibû. Zarokan li dibistanan dixwend û civaka Êzidî ayîn û kevneşopiyên xwe bi azadî pêk dianîn. Piştî ku hêza tarî ya DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê di sala 2014’an de belav bû, xetereya li ser Şengalê her ku çû mezintir bû.

3’yê Tebaxê: Roja ku dîrok guherand

Di 1’ê Hezîrana 2014’an de li paytext Ammana Urdunê, civînek bi beşdariya nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Tirkiyeyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat lidarxistin. Di vê civînê de planên êrîşên rêxistinkirî yên DAIŞ’ê li ser Sûriye û Iraqê hatin amadekirin, ji bo ku ev alî bikaribin li gorî berjewendiyên xwe destwerdanê li karûbarên Sûriye û Iraqê bikin. Piştî ku di ser teqînên Til Îzîrê re 7 sal derbas bûn, di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrîşek mezin li ser navçeya Şengalê pêk anî. Berî vê êrîşê, civînek di navbera rêveberên Herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyeyê de hat lidarxistin. Piştî wê civînê, di sibeha 3’yê Tebaxa 2014’an de, hêzên Pêşmerge yên girêdayî PDK’ê ji Şengalê reviyan û çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û bi planeke berfireh êrîşî navçeya Şengalê kirin. Ev êrîş ne tenê li dijî herêmek bû, armanca wê tunekirina hebûn û nasnameya civaka Êzidî bû.

 Êrîş çawa dest pê kir?

Di demên pêşîn ên êrîşê de, gelek gund û bajarokên Şengalê di nav çend saetan de ketin destê DAIŞ’ê. Ji ber vekişandina hikûmeta Iraqê û pêşmergeyan û her wiha nebûna ewlehiyeke têrker, bi hezaran malbat neçar man ku ji malên xwe birevin. Gelek mêr li gundan hatin girtin û li gelek deveran bi komî hatin qetilkirin. Jin, keç û zarok ji malbatên xwe hatin cudakirin. Piraniya wan ber bi Mûsil, Reqqa û deverên din ên di destê DAIŞ’ê de, hatin veguhestin.

Trajediya Çiyayê Şengalê

Piştî êrîşa DAIŞ’ê, bi deh hezaran kes ber bi Çiyayê Şengalê ve reviyan. Li wir bi roj û şev bê av, bê xwarin û bê alîkariya tenduristiyê man. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (ONU) û IOM, gelek zarok û kal û pîr ji tîna, birçîna û germa jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş di gelek raporên navneteweyî de wekî yek ji mezintirîn trajediyên mirovahiyê yên sala 2014’an hate binavkirin.

Jin: Armanca siyaseta DAIŞ’ê

Sûcên herî giran ên DAIŞ’ê li Şengalê koletiya zayendî bûn. Piştî revandinê, jin û keç li gorî temenê xwe hatin cudakirin; gelek ji wan li bazarên Reqqa û Mûsilê hatin firotin yan jî rastî destdirêjiyê hatin. Zarok ji dayîkên xwe hatin qutkirin. Hinek jinên Êzidî ji ber ku daxwazên çeteyên DAIŞ’ê qebûl nekirin, hatin kuştin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (UN), DAIŞ’ê koletiya zayendî wekî amûreke şer û amûreke ji bo tunekirina civakekê bikar anî.

Rola YPG, YPJ û HPG’ê ya di parastina gelê Êzidî de

Piştî destpêkirina fermana 74’an, dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û gelek dever ketin binê destê wan, rewşa gelê Êzidî bû metirsiyeke mezin a mirovahiyê. Di wê demê de, ji ber valabûna hin deverên ewlehiyê û vekişîna hêzên hikûmeta Iraqê û pêşmergeyan, bi hezaran sivîl li ber êrîşan bêparastin man. Di van şertên dijwar de, hêzên YPG û YPJ’ê derketin pêş ku rêya rizgarkirinê ji bo sivîlên li Çiyayê Şengalê vekin. YPG, YPJ û HPG bi vekirina korîdora mirovî ji Şengalê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, alîkariya derxistina hezaran kesan ji xetera qirkirinê kirin. Her wiha, wan parastina sivîlan kir û rê li ber gihandina alîkariyên mirovî vekir.

Di pêvajoya şerê li dijî DAIŞ’ê de, YPG û YPJ’ê di operasyonên rizgarkirina deverên di destê DAIŞ’ê de jî cih girtin. Bi taybetî di şerê Reqqa û deverên din de, gelek jinên Êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û koletiya zayendî li ser wan hatibû sepandin, hatin rizgarkirin. Rola YPJ’ê ya di vê pêvajoyê de ji aliyê jinan ve girîng bû, ji ber ku gelek jinên Êzidî hêvî û hêza xwe di dîtina jinên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikirin de dîtin.

Dane û hejmar

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mafên mirovan:

”Nêzî 6 hezar û 417 jin û zarok hatin revandin. Zêdetirî 5 hezar sivîl di demên pêşîn ên fermana Şengalê de hatin kuştin. Nêzî 360 hezar heta 400 hezar Êzidî ji malên xwe koçber bûn. Zêdetirî 80 gorên komî li Şengalê hatin dîtin.”

Heya niha jî bi hezaran kes winda ne û çarenûsa wan ne diyar e.

YPJ di rizgarkirin û parastina jinan de mînak bû

Endama Rêveber a Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Leyla Îbrahîm diyar kir ku fermana 3’yê Tebaxê ne tenê bûyerekî dîrokî ye, her wiha birînek e ku heya niha jî di dilê civaka Êzidî de dijî û wiha anî ziman: “12 sal di ser fermana Şengalê re derbas bûn. Bi vê bîranînê em hemû şehîdan bi rêz bibîr tînin. Mixabin, ev ferman yek ji fermanên herî dijwar bû ku li ser civaka Êzidî pêk hat. Heya roja îro jî gelek jin û zarokên me winda ne. Armanca vê fermanê tunekirina civaka Êzidî bû, ji ber ku Şengal bingeha hebûna Êzidiyan û welatê wan ê dîrokî ye.”

Leyla diyar kir ku tevî derbasbûna 12 salan, hê jî çarenûsa gelek kesên winda nayê zanîn û hewldanên navneteweyî ji bo vekirina dosyaya wan têr nake û wiha berdewam kir: “Di dîroka civaka Êzidî de gelek ferman hatin kirin, lê mixabin kes li wan xwedî derneket. Em wekî Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê her dem bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku kesên windayî bên vegerandin û çarenûsa wan bê zanîn. Mixabin, li hember vê trajediyê bêdengî heya niha jî berdewam e.”

Li ser rola hêzên rizgarkirinê jî Leyla got ku hêzên YPG û YPJ’ê di rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî de roleke bingehîn lîstin û wiha bilêv kir: “YPG û YPJ ew bûn ên ku jin û zarokên Êzidî ji destê terora DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi taybetî ji bo YPJ’ê, di hemû operasyonan de armanca sereke, rizgarkirina jinên Êzidî bû û di vî warî de fedekariyên mezin nîşan da.”

Leyla di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwebirêxistinkirina civaka Êzidî û gotinên xwe bi gotinên pêşiyan dewlemend kir: “Em Kurd dibêjin, ‘Kevirê ku te neêşîne, wê te şiyar bike’. Tevî hemû êş û fermanan, civaka Êzidî îro bêtir yekbûyî ye. Avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, damezrandina YBŞ û YJŞ’ê û xwebirêxistinkirina civakê gavên dîrokî ne ku civaka Êzidî dikare bi wan xwe li hember her fermanekê biparêze.”

Mala Êzîdiyan: Dîrok, erk û rola wê ya di parastina civaka Êzidî de

Mala Êzidiyan saziyeke civakî ye ku di sala 2012’an de hat damezirandin. Ew ji bo karên civakî, parastina nasnameya Êzidî û çareserkirina pirsgirêkên civakê dixebite. Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û komkujiya li dijî gelê Êzidî, erk û berpirsiyariyên Mala Êzidiyan berfirehtir bûn. Di şertên ku civaka Êzidî rastî travmayeke mezin hatibû de, saziyê roleke girîng di belgekirina sûcan, parastina mafên qurbaniyan û piştgiriya rizgarbûyan de lîst. Mala Êzidiyan bi taybetî li ser mijarên jin û zarokên ku ji destê DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, kesên winda, malbatên qurbanan û vegerandina mafên civaka Êzidî dixebite. Her wiha, di qada hiqûqî û dîplomasiyê de jî dixebite ku sûcên li dijî Êzidiyan bên naskirin û Fermana Şengalê wekî jenosîd û sûcekî li dijî mirovahiyê bê naskirin. Parastina çand, ziman, dîrok û bîra civakî ya Êzidiyan jî yek ji erkên sereke yên Mala Êzidiyan e, ji ber ku parastina nasnameyê şertê domandina hebûna civakê ye.

Şengal îro di çi astê de ye?

Şengal berî jenosîda sala 2014’an ji bo zêdetirî 400 hezar Êzidiyan warê jiyanê bû. Lê êrîşa DAIŞ’ê bû sedema koçberbûna piraniya gelê wê û guhertineke mezin a demografîk. Îro jî Êzidî hewl didin ku civaka xwe ji nû ve ava bikin, xwe rêxistin bikin û axa xwe biparêzin, tevî ku hê jî gelek astengiyên ewlehî û mirovahî hene.

Piştî rizgarkirina Şengalê ji destê DAIŞ’ê, hêzên parastinê yên Şengalê hatin avakirin, wekî Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ). Ev hêz ji bo parastina gelê Êzidî û ewlekariya herêmê roleke girîng lîstin. Her wiha xelkê Êzidî dest bi avakirina saziyên xwe yên civakî û rêveberiyê kir da ku karûbarên civaka xwe birêve bibe û beşdarî biryardayîna derbarê pêşeroja Şengalê de bibe.

Îro jî rewşa Şengalê hê tevlihev e. Gelek malbat hê nikarin vegerin ji ber ku piraniya xaniyan û binesaziyên herêmê hatine hilweşandin û kêmasiyên xizmetguzariyê hene. Di heman demê de civaka Êzidî bi hêza xwe ya rêxistinkirî dixwaze ku ewlehiya xwe biparêze û careke din rastî jenosîdekê neyê.

Gelê Êzidî di pêşengtiya jinê de îro li seranserê cîhanê têkoşînek mezin a hiqûqî û dadweriyê dimeşîne. Ango ji qirkirinê, jenosîdê, ber bi berxwedanî û têkoşîna hesab xwastinê ve guhertinek pir girîng û dîrokî ya bihêz e. Gelê Êzidî di pêşegtiya jinê de gihîşt asteke ku; veguherîna ji civateke mexdûr, ji bo civateke ku mafên xwe dixwaze û ji berpirsyaran hesab dixwaze. Ev yek xaleke girîng a dîrokî ye.