Pêvajoyên aştiyê û aliyê din ê maseyê, jin – 2
Jinên ku li Tirkiyê di xala çareseriya pirsgirêka Kurd de aliyek in, heta îro gelek tecrube kom kirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu, diyar kir ku jin diyarkerên pêvajoyê ne û plansaziyên wan ên dawîn vegot.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Tirkiye ev çend heftiyên dawî ne ku li ser daxuyaniyên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de li dû hev tên dayîn, hûr dibe. Di van rojên ku pêvajo pir zû bipêş dikeve û hema bêje wateyên peyvan yek bi yek tên nîqaşkirin de, hewl didin ku di xala çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşketinek çêbibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga “Civaka Aştî û Demokratîk ” kir. Piştre jî, bi taybetî jin tînin ziman ku ewê ji bo xwedîderketina li pêvajoyek nû û ji bo demokrasî û aştî civakî bibin, xebat bimeşînin.
Di pêvajoyên çareseriyê yên ku heta îro hatine meşandin de tevlîbûna jinan û hebûna wan a li ser maseyan, her tim bû mijara nîqaşê. Ji mînakên li dinyayê cûdatir li Tirkiyê di hevdîtinên beriya niha de tevlîkirina jinan a li pêvajoyê, bi hewldana Abdullah Ocalan, hinek pêk hatibû. Piştî hevdîtina ku dawî ya ku di 27’ê Sibatê de pêk hat, Abdullah Ocalan bi mebesta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê carek din bang li jinan kir û got “Şîfreya bingehîn a serdema nû, têkoşîna demokratîkbûnê ye. Kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jin in.”
Li Tirkiyê jinan di salên bi pevçûn de çi kişandin? Di serdemên ‘pêvajoya çareseriyê’ ku dem bi dem çêbûn de kê helwestek çawa nîşan da? Bi taybetî ji bo jinên Kurd ji salên 90’î pê ve berxwedanek û têkoşîna hebûnê mijara gotinê ye. Tiştên ku di salên 90’î de qewimîn, ji bo van axan rewşa şerê aşkera û berxwedanê bû. Ji bo kesên ku li Tirkiye û Kurdistanê bûn salên 90’î wek beşek demê ya ku tê de herî zêde zilm çêbû, ket nav pelên dîrokê. Wendakirinên di binçav de, êşkence, destdirêjî, komkujî, bîrên asîdê û gelekên din… Ev zilm ji aliyek ve bû sedem ku tovên berxwedanê yên di salên 80'yî de bi pêşengiya Sakîne Cansiz li zîndanan hatine çadin, mezin bibin. Bi pêşketina Tevgera Jina Kurd re, jin zêdetir xuya bû. Bi pêvajoyên pevçûnê re ew kişandin nav tora tundiyê, ji 12’ê Îlonê heta Mereşê, ji Pirsûsê heta qedexeyên derketina reve, heta Komkujiya Garê di gelek komkujiyan de sûcên şer ên li hember jinan pêk hatin.
Dayîkên Şemiyê dixwazin berpirsyarî bê girtin
Parazvanên aştiyê her tim jin bûn. Jinan tu car dest ji berxwedana ji bo aştiyê bernedan. Le welatê ku hejmara kuştinên kiryar nediyar tam nayê zanîn, çalakiyên Dayîkên Aştiyê di lêgerîna edaletê de wek tecrubeyek girîng hat dîtin. Ev jinên ku her hefte ji bo li aqûbeta wendayên xwe bipirsin kom bûn û rastî êrîşên bi her awayî hatin, çalakiyên xwe bi hemû dinyayê dan bihîstin. Têkoşîna jinên ku çalakiyên xwe li bajarên cuda jî belav kirin, hê jî bê navber didome. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya dawî de diyar kirin ku li pêvajoya dawî xwedî derdikevin û di heman demê de wek aliyek gotin “Em hêvîdar in ku banga ‘Civaka Aştî û Demokratîk ’ destpêka rêya dijwar a ber bi aştiyê ve diçe be. Ev hezar û 40 hefte ne ku em li wendayên xwe digerin. Em bang li dewletê dikin ku siyaseta yên ne alîgirên wan in wek dijmin nîşan dide û li derveyê hiqûqê tevdigere, ceza biki. Em dixwazin ku hezkiriyên me yên di binçav de hatine wendakirin bên dîtin û sûcê hatiye kirin, bê cezakirin. Bila dewlet ji bo vê yekê berpirsyariyên xwe bicîh bîne.”
Dayîkên Aştiyê
Li Kurdistanê jinan têkoşînên xwe berfirehtir kirin û di sala 1999’an de Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ava kirin. Dayîkên Aştiyê bi têkoşîna xwe bûn ruyê herî xuya yê Tevgera Jina Kurd. Bi çarîkên xwe yên sipî, pêşengiya pêvajoyên hatin pêşxistin jî girtin ser xwe. Dayîk hê jî hem dibin dengê jinên Kurd hem jî hemû kesên ku aştiyê dixwazin. Dayîkên Aştiyê jî herî dawî ji kursiyê Parlementoyê bang kirin, piştî daxuyaniyên dawî xwestin ku herkes xwedî li aştî û demokrasiyê derkeve. Her wiha bang li hemû derdoran kirin ku li pêvajoyê xwedî derkevin.
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê
Salên 2000’î wek salên ku têkoşîna jinan zêdetir birêxistin bûne tên bibîranîn. Jinan li Tirkiyê di sala 2013’an de Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê (BİKG) çalaktir kir û di pêşketina siyasî ya li Tirkiyê de dengê jinan bilind kirin. Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê, yekem car bi akademîsyen, weşanger, rojnameger û jinên ji gelek qadan re di sala 1999’an de di bin baneya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) de hat avakirin. Jinan têkoşîna xwe heta ku gihîştin pêvajoyên hevdîtinan berdewam kirin û li ser vê mijarê civîn lidar xistin. Jin di daxuyaniyên xwe de ruyê dijwar ê şer nîşan didin, dixwazin ku rêgezên hiqûqa navnetewî yên têkildarî şer in, bên pêkanîn û jin di pêvajoya nû de bibin xwedî gotin.
Jinên ku li gelek herêmên dinyayê di şer, dagirkerî, şerê navxweyî û pevçûnan de rasterast hedef tên girtin, hewl didin ku di serdemên çareserî û hevdîtinan ên tên meşandin de, xuya bikin. Pêvajoyên li Tirkiyê bipêş dikevin, hinek cuda dimeşin. Yekem tecrubeya jinan a di vê mijarê de Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê (BİKG) bû. Teşebusê karên girîng kirin û pêhesandinek ava kir. Di pêvajoya borî de hê di asta diyalogê de bûn, li ser daxwaza Abdullah Ocalan, li ser navê KJA’yê Ceylan Bağrıyanık tevlî heyetê hat kirin. Jin îro di vê pêvajoya ku tê pêşxistin de jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya azadî, demokrasî û aştiyê.
‘Deriyên dewranek nû vebûn’
Em bi Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu re, li ser pêşketinên dawî û tecrubeyên jinan ên li welat li ser aştiyê çêbûne, axivîn. Halîde Turkoglu, nêzîkatiya jinan a piştî daxuyaniya ku di 27’ê Sibatê de hat dayîn vegot. Halîde da zanîn ku ew vê pêşketinê wek di şûna pêvajoyek nû de, wek vebûna deriyên dewranek nû dibînin. Halîde Turkoglu, wiha got: “Aşkera kir ku bi polîtîkayên şer û tundiyê, bi siyaseta tunekirinê, bi redkirin, tune hesibandinê ku heta niha hatine meşandin, nikarin tiştek bidest bixin û nikarin vê siyasetê zêdetir bidomînin. Her wiha nîşan daye ku qeyranên pir alî yên ku ji ber şer çêbûne û ev qeyran nikarin bi heman metodan bên çareserkirin. Rastiyek wiha hatiye dîtin; zimanê siyasetê yê ku qutûban û cudabûnan ava dike nade qezenckirin, berovajî vê yekê ger ku di vî zimanî û siyasetê de bê îsrarkirin, dê tabloya ku derkeve holê, tundiyê û komkujiyan kûrtir bike, tiştek din neke. Em ketin serdemek nû ya ku bi banga Birêz Ocalan a Civaka Aştî û Demokratîk destpê kir. Ev serdem ji bo me jinan ji destpêkirina pêvajoyek nû zêdetir, vekirina deriyên dewranek nû ye. Her hevokek banga wî, ji bo vekirina rêya avakirina jiyana azad û wekhev e.”
‘Divê em têkoşînê ji her demê zêdetir bilind bikin’
Halîde Turkoglu destnîşan kir ku ev serdem ji bo jinan gelek girîng e û wiha pê de çû: “Deriyê ku bi banga Birêz Ocalan vebû; di heman demê de rêya ku li hember şerên desthilatiyên mêr ên serdest ku ev bi hezaran sal in li ser axa pîroz a Mezopotamyayê ji bo hêz û parvekirinê tê meşandin, têkoşîna ji aliyê gel, jin û ciwanên Rojhilata Navîn ve tê meşandin û diçe azadiyê û wekheviyê ye. Avakirina vê riyê jî, di aliyê me jinan de bi qasî jiyanê girîng e. Ji ber ku yên bedêla şer û tundiyê bi awayê herî giran dane, em in. Yên ku xizanî, bêkarî, kedxwarî, tundiya li hember jinê ku encamên şer in bi awayê herî kûr jiyîne, em in. Divê em têkoşîna ku ji bo dinyayek bê tundî û kedxwarî hatiye destpêkirin, bilindtir bikin. Ev berpirsyariya me ye. Bi vê wateyê, xwedîderketina herî xurt a li vê banga ku rêya aştiyê vedike, di aliyê me jinan de gelek girîng e. Û emê vî bayê ku di 1’ê Cotmehê de destpê kir û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Birêz Ocalan a azadî û wekheviyê destpê kiriye, bi hêztir bikin û vê bangê tenê nehêlin.”
‘Me li hember feraseta mêr a serdest jî liberxwe da’
Di pêvajoyên çareseriyê yên borî de rolên jinan hatibe nîqaşkirin jî, ji bo daxwazên xwe bînin ziman her tim qanalek vekirine. Halîde Turkoglu, van tecrubeyan jî bi van gotinan anîn ziman: “Di pêvajoyên çareseriyê yên borî de jin ji bo ku bi hêza xwe ya cewherî tevlî pêvajoyê bibin, têkoşînên dijwar meşandin. Her çiqas ne di asta ku dihat hêvîkirin de be jî, em di wan serdeman de jî bi rastiya ku dibêje jin yek ji kirdeyên bingehîn ên vê pêvajoyê ne, tevgeriyan. Me di wan rojan de jî dizanibû ku ev pêvajo tenê di ser mêran re an jî bi tevlîbûna jinê ya temsîlî re nikare bê meşandin. Û me hemû xebatên xwe bi vê hişmendiyê meşandin. Hinek be jî me ji bo ku em rola xwe di pêvajoya çareseriyê de bilîzin, gelek hewl da. Lê li hember feraseta mêr a ku naxwaze jinan di nav vê pêvajoyê de bibîne jî, gelek liber xwe da.”
‘Pêvajo bi qasî ku tenê li hêviya mêran neyê hiştin hesas e’
Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku tecrubeyên girîng ên jinan li ser pêvajoyên çareseriyê hene û wiha berdewam kir:
“Bi sazîbûnên wek Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê û Meclîsa Jinan a Azadiyê, di aliyê avakirina aştiyeke dibe ku pêk bê de xebat hatin meşandin. Helbet ev tecrube dê ji bo siyaseta aştiyeke bi rûmet a ku em di vê serdemê de bimeşînin de jî rê nîşan bidin. Me bi van tecrubeyên xwe re, ji bo ku di serdema nû de deng û gotinên jinan bihêztir bên dîtin, dest bi xebatên xwe kirin. Beriya ku em behsa tiştên ji bo vê yekê divê bên kirin bikin, pêwîst e em vê xalê bînin ziman. Ev pêvajo wisa hesas e ku em nikarin tenê li hêviya însiyatîfa mêran bihêlin. Lewma jî di serî de rêxistinên jinan, platformên jinan, komeleyên ku ji bo têkoşîna li hember tundiya li ser jinan dixebitin, avabûnên jinan ên di saziyên civakî yên sivîl de, navendên jinan ên baroyan, jinên femînîst û hemû jin, pêwîst e ji bo aştiyek bi rûmet, gotina xwe bêjin. Fikir, nêrîn û partiya me ya siyasî çi dibe bila bibe dema ku aştiya bi rûmet mijara gotinê be, berpirsyariya dikeve ser milê her yek ji me, hevpar e. Ji bo ku em xwe wek kirdeya vê pêvajoyê bibînin û aştiya bi rûmet bi hev re ava bikin, divê em ziman, çalakî û gotina jinan bikin yek û teşe bidin vê serdemê.”
‘Kirde jî avakar jî divê jin bin’
Halîde Turkoglu got ku “Ger ku yên bedêla herî giran a şer didin em jin bin, divê gotina herî bi hêz a ji bo aştiyek bi rûmet jî, em bêjin” û ji bo pirsa “Divê pêvajoyek çawa bê meşandin?” jî bersivek wiha da: “Pêvajoyek hevdîtinan ku tê de deng û gotina jinê tunebe, dê kêm bimîne. Mînak bedêlên ku jinan di şeran de, di atmosferên bi pevçûn de dane, êşên ku kişandine û awayê meşandina hevdîtinan, ji jinan baştir kî dikare bîne ziman. Ji bo ku êşa dayîkek aştiyê kişandiye, êşa ku dayîka leşkerek kişandiye bidawî bibe û careke din êşên wiha çênebin, ji dayîkan baştir kî dikare bêje? Tam ji ber vê sedemê pêwîst e ku kirdeya pêvajoyên hevdîtinê pêwîst e jin bin. Yên ku van pêvajoyan bi awayê herî zelal bimeşînin û rê nîşan bidin, jin in. Pêvajoyên hevdîtinan ne pêvajoyên ku li ser maseyê bên axaftin û bidawîkirin in. Divê ev pêvajo bê civakîkirin, aştî bê civakîkirirn. Mezinkirina vê civakîbûnê, di bin berpirsyariya jinan, ciwanan, karkeran, kedkaran de ye. Her beşek divê di eniya xwe de tora birêxistinkirinê mezin bike û ji bo ku aştî civakî bibe xebatan bimeşîne.”
Partiyên ku di parlementoyê de komên wan hene dê bên ziyaretkirin
Halîde Turkoglu, ragihand ku Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê jî di vê pêvajoyê de berpirsyarî girtiye ser xwe û plansaziyan kiriye. Halîde Turkoglu bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Me plansaziya xwe li gor salnameyek çêkir. Di vê çarçoveyê de emê heftiya pêş me, herin serdana jinên di komên partiyên parlementoyê de cîh digirin. Ji ber ku em kirdeya aştiya bi rûmet in û em baş dizanin pêwîst e em gotina jinan a di siyasetê de, hevpar bikin. Dîsa emê bi kedkarên jin ên çapemeniyê ku ewê vê serdemê bi awayê herî rast, herî zelal bi nêrîna jinê ji bo jinan û gelan ragihînin re, rûnên. Emê bi avabûnên jinan ên di sendîkayan de ne re hevdîtinan çêkin. Emê gotina karker û kedkarên jin bi gotina xwe re bi awayek xurttir bikin yek. Emê rê û rêbazên avakirina jiyana azad û wekhev, bi hev re biaxivin. Emê bi meclîsên jinan ên bajaran re, bi rêxîstinan, platforman û jinên di konseyên bajêr de cîh digirin re bên ba hev. Emê bi pêşengiya jinan ji bo avakirina aştiya bi rûmet têbikoşin.”