Ji Yemena wekhev ber bi Yemena oldar ve

Li Yemena ku di dîrokê de ji aliyê şahbanûyan ve hatiye birêvebirin, Hûsiyên cîhadîst dixwazin jinan bikin kole. Pêşerojek nediyar li benda jinên Yemenê ye...

Navenda Nûçeyan – Em dikarin bi hêsanî bêjin ku civaka Yemenê mîna civakên din ên li Nîvgirava Erebistanê civakeke bavsalar e. Dîroka Yemenê ku yek ji dîrokên herî tevlihev e, bûye şahidê pêleke dîrokî ya bûyerên ku rasterast û ne rasterast bandor li jinan kiriye.

Li Yemenê ji sedsalên pêşîn yên zayînê heya roja îro hestên eşîrî gelek bilind bûne. Ev yek jî bûye sedem ku Yemen di nav tevliheviyan de bijî. Her wiha em nikarin vê rastiya girîng piştguh bikin ku şaristaniya Yemenê têra xwe lêkolînên dîrokî negirtiye. Îro jî kesên herî xweşbîn jî nexşerêyek ji bo qeyrana Yemenê nabînin. Her ku diçe aloztir dibe û tu dawiya wê ya geş jî nemaye. Ji ber vê yekê divê em bizanibin ka çi hat serê jinên Yemenê û bûyer ber bi ku ve diçin?

Di navbera rastî û efseneyan de 

Dîrok ji destpêkirina pergala feraseta bavsalarî ku civak bi rê ve biriye, hatiye nivîsandin. Lê dîrokek heye ku nehatiye nivîsandin û tê pişguhkirin. Ew jî dîroka jinan a veşartî ye ku koka wê heta 5 hezar salên Berî Zayînê diçe. Di wê demê de jinan civak bi rêve dibirin û hemû kes li derdora wan diciviyan. Beriya ku şaristaniya Yemenê bê avakirin, jin pîroz bû. Ew mîna xwedawenda xêr û bereketê dihat nasîn. Ev yek jî beriya ku mêr bi jinan re vê pîroziyê parve bike û xwedawendek ji mêr ava bike derbasdar bû. Yemenan xwedawenda "Ethtar" pîroz didîtin. Bawerî jî li derdora Sêbûna Roj, Heyv û keça wan Venus digeriya. Li gorî lêkolînên dawî hatine kirin jî xwedewenda "Ethtar", awayê nêr ê Îştar e. 

‘Derbarê şaristaniya Yemenê de kêm agahî hene’

Yemenên kevnar jî bawer dikirin ku "Ethtar" di nav xwedawendek mêr û jin de par dibe û ew dê û bavê hemû mirovahiyê temsîl dike. Derbarê şaristaniya Yemenê de kêm agahî hene, ji ber ku ev şaristanî lêkolînên dîrokî yên ku heq dike, negirtiye û agahiyên têkildarî şert û mercên jinan di dîroka Yemena kevnar de kêm in. Lêkolîn di destpêka xwe de ji hêla pevçûnê ve hê girêdayî ye. Ji ber vê yekê çavkaniyên ku xwe dispêrin wan, kêm in.

Lêkolîner bûne du beş

Kesên ku bi lêkolînên dîrokî re eleqedar dibin, du alî ne. Aliyê yekem diyar dike ku jinên Yemenê di mafên xwe de serwer bûn û dîroka Yemenê tijî têkoşîna jinan e û wan civakê bi rêve dibirin. Ev dîroknas jî baweriya xwe bi gotina ku ‘ne hêsan e jin xwe bighîne cîhê desthilatdariyê û bi taybetî di civakên kevneşopî û yên destpêkê de ne mumkin e’, diyar dikirin. Ev yek jî piştgirî dide teoriya ku jin dikarin di warên cûrbecûr de bixebitin, wek kirîn, firotin û çandiniyê û dikarin bibin xwediyên postên olî yên mezin.

Şahbanûyek 22 salan hikim kiriye

Van lêkolîneran di heman demê de dîrok weke ku navên gelek jinên ku hukum kirine destnîşan kirin. Yek ji wan şabhanûya Belqîs keça El-Yeşreh, Bin Şerhebîl, Bin El-Hedhed, Bin Zî-Seher e ku ew girîngtirîn şabhanûyên dîrokî di serdemên Sebî de ye. Di sedsala 10'emîn a Berî Zayînê yanê di navbera salên 924-946'an de bi qasî 22 salan hikim kiriye. Ew di nav padîşahên Tubaa yên Seba de di rêza 17'mîn de ye û padîşahiya wê bi bextweriyê dihat nasîn.

‘Di dema Sebayan de jin xwedî gotin bû’

Profesor Sergey Brantsozov ku nivîskarê pirtûka bi navê "Dîroka civakî û siyasî ya Heder Mût berî û piştî îslamê" ye, dibêje ku jin di padîşahiya Seba û Hemîr de di qada aborî de xwedî rolek girîng bû. Ev yek li gorî nivîseke Sabayî ya neçapkirî ye û ji aliyê arkeologê Fransî Christian Robin ve li navçeya Nihm a paytexta Sanaayê sala 1987'an de hatiye keşifkirin. Dibêje ku "Mafê jinê ye ku pereyên xwe bi dest bixe û bi wan bazirganiyê an veberhênanê bike, bêyî ku hewcedariya erêkirina nêrînên hevjînê xwe bigire." Her wiha nivîsek bi heman rengî jî ji hêla lêkolînerê Îngîliz Alfred Beeston ve jî hatiye vedîtin ango îcadkirin.   

Beşek arkeolog jî dibêjin şahbanû Bilqis tuneye

Lê beşa duyem a arkeologên niha li hemû vedîtinên dîrokî yên ku hatine bidestxistin, guman dikin. Ji ber ku arkeologên berê, xwe dispêrin tiştên ku di pirtûkên pîroz de hatine gotin, bi taybetî jî di sedsalên kevin de ne. Her wiha şoreşek rastîn heye ku ji hêla zanistek nûjen ve bi navê "Zanista olan" hatiye destpêkirin. Ew dibêje ku “gelek çîrokên ku di pirtûkên pîroz de cîh digirin ne rast in û tu girîngiya wan a dîrokî tune. Wek şahbanûya Bilqîs ku bi navê "Mekîde" jî tê nasîn, tu şopeke dîrokî ya wê nehatiye dîtin.”

Dîroknas dibêjin ku peykerek wê hatiye dîtin

Her wiha navên ji bo Makarîba ku (sernavê fermî yê serwerê di demên kevnar de ye) berî sedsala 10'emîn a Berî Zayînê hatine dîtin, hebûna tu jinê nîşan nadin. Lê dîroknas hebûna "Nadîn zî Sidqan" erê dike, ji ber ku peykerekî wê yê tûnc ê temenê wê sê hezar sal e, li parêzgeha ÎB hat dîtin. Ew jî bi tîpên Musnedî li ser peykera "Nadîn Zî Sidqan Şems" hatibû nivîsandin. Ev jî hebûna jinan a di dîrokê de diyar dike.

Şahbanû Arwa 56 salan hikum kiriye

Di heman demê de dîrok behsa şahbanûya Arwa keça Ehmed El-Selîhî dike. Dibêje ku di sedsala 11'an Piştî Zayînê de 56 salan li Yemenê hikum kiriye. Ew pêvajo jî serdema herî dewlemend a dewleta El-Seleyhî ye. Arwa taybetmendiyên vejîna zanistî li welêt xurt kir. Her wiha di serdema wê de Yemen bû şahidê şoreşek çandî û bazirganî. Dewleta El Seleyhîn jî di sala 1138'an de bi mirina şahbanûya Arwa ku 80 salî bû, hilweşiya.

Tecrûbeyek dijwar

Li başûrê Yemenê di sala 1967'an de tevgera Marksîst Lenînîst hat avakirin û başûr bi Komara Demokratîk a Gel a Yemenê hate binavkirin. Jinan di wê demê de karîbûn mafê dengdayînê bi dest bixin, lê heya sala 1990'î nikarîbûn derbasî nava xebatên parlementoyê bibin. Di sala 1974’an de bi derxistina Qanûna Malbatê jî, di destkeftiyên jinên Yemenê de şoreşek nîşan da. Di vê çarçoveyê de prensîba wekheviya derfetan hat destnîşankirin, jinan kooperatîf ava kirin û ji bo wan kampanyayên xwendin û nivîsandinê dan destpêkirin.

Aden bû yekem bajarê Nîvgirava Ereban ku tevgera jinan lê hat avakirin

Ji ber vê yekê UNICEF'ê ji bo destkeftiyên wê yên di warê bidawîkirina nexwendetiya di nava jinan de, Xelata Krupskaya da Yekîtiya Giştî ya Jinên Başûr. Peymana CEDAW’ê di sala 1984'an de hat îmzekirin û Aden, yekem bajarê ku yekem tevgera jinan li Nîvgirava Erebistanê hat damezrandin bû. Dîrok nikare xwepêşandana jinan a ku di sala 1951'an de li bajarê Adenê ji aliyê komek jin ve li dijî tundiya nav malê hat lidarxistin, ji bîr bike.

Yekîtiya Giştî ya Jinan bi desteka jinan serkeftin bidest xistin

Yekîtiya Giştî ya Jinên Yemenê bi desteka jinan xebat meşandin. Ew jî bi rêya vekirina navendên perwerdehiya teknîkî û organîzekirina perwerdeyên pîşeyî bû. Tê de hînbûna pîşeyên curbicur tê dîtin. Di nav vana de pîşeyên mekanîk û leşkerî jî hebûn. Komara Demokratîk a Gel a Yemenê perwerdehiya bê pere û tenduristiyê misoger kir. Her wiha yasayek ji bo jîngehek civaka eşîrî ya mîna Yemenê, baş hat bicîhkirin. Lê ev yek pir berdewam nekir, ji ber ku di sala 1986'an de şerê navxweyî li başûrê Yemenê piştî êrîşa li ser nivîsgeha siyasî ya Partiya Sosyalîst li Adenê dest pê kir. Wê demê yekem desthilatiya Marksîst a li welêt, bi dawî bû.

Civak ji bo rizgariyê ne amade bû

Ji bo ku rizgarî pêk bê, pêwîst e ku civak jê re amade be. Lê ger ji berê de plan bên çêkirin û ezmûnên welatên din û derdorên cuda li ser civakek bi tevahî cûda werin sepandin, wê demê ev projeyek e ku di bin xetereya tunebûnê de ye. Ya ku li başûrê Yemenê jî qewimî ev e. Baştir bû ku destpêkê hişmendiya têgeha wekheviyê di nav endamên civakê de belav bikira, piştre qanûnên ku pêkanîna vê wekheviyê garantî dikin derxîne holê. Tevî vê jî, tevgera femînîst ji bo bihêzkirina mafên jinan xebatên xwe xurtir dike. Yasaya Rewşa Kesane ya sala 1992'an ku şûna Yasaya Malbatê girt, piştrast dike ku civaka Yemenê ber bi pêngava mafên jinan ve neguheriye û nêzîkatiya antî-femînîst dîsa ketiye bin kontrolê. Li dijî kesên ku di nava kar û xebatên civakî de ne tenê bi xebatên jinan, şer kir. Kevneperestan jî ji bo aramiya civakeke ku li ser teslîmiyeta jinê hatiye avakirin, mîna xetere dihesibînin.

Bi têkçûna sosyalîzmê re zextên li ser jinan destpê kirin

Di sala 1990'î de Yekîtiya Sovyetê piştevaniya Komeleya Demokratîk a Gel a Yemenê rawestand. Li ser vê yekê wek dabeşên siyasî di nava serokên başûr de xwe berdewam kir. Loma yekîtî hat ragihandin û qonaxa veguhêz û hemû prensîbên sosyalîzmê jî di nav de mafên jinan, hatin pişguhkirin. Di sala 1994’an de şerê navxweyî di navbera hêzên Serokkomarê wê demê Alî Abdullah Salih û hêzên Partiya Sosyalîst de dest pê kir. Ev jî encama yekbûna xirab a her du welatan û cûdahiya dîtinên di derbarê serokatiya welat de bû. Şerê navxweyî bi dawî bû û şerê li ser jinan dest pêkir. Jin bi hinceta “olê qebûl nake” hatin biçûkxistin, bi awayên cuda hatin dûrxistin û mafên wan hatin binpêkirin. Her wiha kargehên ku piraniya wan jin bûn û gelek sazî li başûrê Yemenê hatin girtin û di bin navê qanûna leşkerî de edetên nû hatin danîn. Di heman demê de xwestin bi rêya ragihandin û fetwayên melayan hîzarê li ser jinan ferz bikin û jinên ku guh nedin van biryaran, rûyê wan dihatin şewitandin. Yek ji partiyên ku vê hemleya bi rê ve dibir, partiya El-Îslah bû ew jî mezintirîn partiyên îslamî ya li welêt bû. Ji ber vê yekê, dewleta yekîtiya Yemenê di warê wekheviya zayendî de wek welatê herî xirab hat nîşankirin.

Tundrewî û hewldanên jinan ji bo betalkirina projeya xwe

Hemû qanûnên xwe yên li dijî jinê ferz dikin. Komên tundrew ên ku ji destpêka şer û pevçûnan ve li Yemenê çek hildigirin, çekek din a li ser jinan hildigirin, ew jî çeka destûr, qedexe û ya şermê ye. Gelê ku li dû jiyanê disekine, dê ne xema azadiyê be, ne jî guhê xwe bide ka ev peyv di serî de tê çi wateyê. Ger xizanî bi nezaniyê re bibe yek, ji bo tundrewiya olî jîngeheke bi bereket diafirîne. Tiştê ku li Yemenê ji ber sermayenedana çavkaniyên xwe yên aborî û gendeliya ku qada aborî xera kiriye, ev e. Ev aboriya têkçûyî bûye sedema kêmbûna berjewendiyên di mijarên mafên mirovan de. Di nav van mijaran de, mafên jinan hene.

Faktorên bûn sedema zêdebûna tundiyê

Gelek faktor hene ku bûne sedema zêdebûna tundrewiya li Yemenê. Faktora herî girîng, xizanî û nebûna demokrasiya siyasî ya rast a li welêt e. Hiştin ku jin tenê bi mêr bên nasîn û ev yek jî heya îro xwe didomîne. Bernameyên perwerdeyê jî bi nezanîna ol û mafên jinan belav dikin. Her wiha ji bo pêkanîna oldariyê, ji bo civak û dewletê, li dijî her hewldana azadkirina jinê şer kiriye.

Birayên Misilman û bikaranîna jinan

Çalakiya Birayên Misliman di salên 60'î yên sedsala borî de destpêkir. Ew beşek bingehîn û aktîf a di Komeleya Erebî ya Yemenê ya bakur de bû. Lê tevgera Biratî li başûr hatibû qedexekirin û bi ramanên wê şer kirin. Lê yekîtiyê rastiyek nû afirand ku piştgirî da van ramanan û dîtinên ku her rizgariya civakê bi taybetî jî azadiya jinê red dike. Ji ber vê yekê wan karîbû cihên xwe di peykera dewletê de bigirin. Çalakiyên birayên Misliman ji aliyê civata Yemenî ya Îslah ku ew mezintirîn partiya Îslamî ya li welêt bû ve dihat rêvebirin. Û di sala 1990'î de piştî Yekîtiyê hat demizrandin. Nêzîkatiyên Birayên Misliman ên li dijî jinan diyar e.  Jinê ji bo xurtkirina fikrên xwe bi kar tîne û wê ji bo vê yekê bêhtir di hêla hest û ramanê de bikar tîne. Damezrînerê komê Hesen El-Benna bû û ji rola girîng a jinan haydar bû. Ji ber ku jin nifşan diafirîne, ev jî ramanên tevgerê bi sedsalan didomîne. Li Yemenê di nava civata Yemenî ya El-Îslah de gelek jinên ku piştevaniya rojevên Birayên Misliman dikin, hene. Ew di bin navê "Rêxistina Jinên EL-Îslah" de bû. Ev rêxistin jî beşdarî çalakiyên curbicur ên partiyê dibe û di konferans û semîneran de ji bo bidestxistina armanca tê xwestin, çalak e.

El-Zêdiyê û pergalek olî ya hişk

Mezheba El-Zêdiyê ku di nîvê sedsala duyemîn a Hicrî de hatiye demizrandin, li ser esasê serhildana li dijî hikumdarê niheq derketiye holê. Lê rastiya wê ew e ku ramanên jinperest di nava xwe de vedişêre. Ev rastî jî piştî ku Hûsiyan deverên berfireh li bakurê Yemenê kontrol kirin, zelaltir bû. Pevçûnek dualî ya ku jinên Yemenê pê re rûbirû ne , li gor kesên ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn pergalek olî tê sepandin. Hikmên wê, li ser bingeha ‘emrê xwedayî statûyek mezintir dide mêran û jin parçeyek taybet ji mêran in ku divê her dem xwe veşêrin’ e.

Hûsî dixwazin jinan bikin kole

Sedemên serhildana jinên Îranê ya ku heya niha berdewam dike, dişibe derketina bûyerên ku bi jinên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn rû dane. Hûsî jî mîna Îranê hemû tiştan qedexe dike, nahêle jin li muzîkê guhdarî bikin, hîzarê ferz dike, azadiya wê di cil û bergan de asteng dike û nahêle bi tenê tevbigere. Armanca wê biçûkxistina jinê ye.

El-Qaîdê û xirakirina civakê

El-Qaîdê di bin navê Ensar El-Şerîa de bi giranî li dijî Hûsiyan şer dike û gelek herêmên welat kontrol dike. Ev grûb di sala 2011'an de hatiye demezrandin û ew beşek ji El-Qaîdê ya li Nîvgirava Erebî ye. Di sala 2015'an de hinek endamên wê tevlî DAIŞ'ê bûn. Li kêleka  Hûsiyan li dijî civaka Yemenê kiryar û komkujiyên xwe pêk anî, jin hedef girtin û ew ber bi xirabiyê ve birin. Her wiha jin li kolanan rastî destirêjiyê hatin. Li ser wan hîzar ferz kirin. Belavok derbarê van hîzaran de li kolanan belav kir û slogana "Ey bawermendê bi rûmet, bedena xwe ya paqij bi hîzarê biparêze" li kolan û taxan bilind kirin.

Çalakiya jinan û rêyên çareseriyê

Çalakiya jinan li Yemenê negihîşt tevgerekê. Têgehên qebîle û eşîretan bûn astengiya li hember destkeftiyên ku jin dixwazin bidest bixin. Ji ber vê yekê daxwazên femînîst di çarçoveyek ku hêrsa civakê dernexistibû holê de, ma. Rastiyek din jî heye ku azadiya jinê ji azadiya malbatê destpê dike. Ji ber vê yekê jinên ku piştgirî ji malbatên xwe dîtin, tevlî xebatên femînîst bûn. Beşdariya siyasî ji serdema Komara Demokratîk a Gel a Yemenê ve lawaz bûye. Di yekem hilbijartinên Meclîsên Gel a sala 1987'an de, hejmara jinan tenê ji sedî 10 bû. Rewşa piştî Yekîtiyê, di sala 1990'î de aloztir bû. Her wiha piştî kontrolkirina Hûsiyan paytexta Senaa ev rewş hîn dijwartir bû û şoreşa ciwanan veguherî felaketeke Yemenê. Daxwazên gel piştguh kirin. Bi taybetî ji aliyê Elî Ebdullah Salêh ve welat wek milkên malbetên xwe dabeş kir, ev jî alozî û rewşên civakê zêdetir kir.

Piştî sala 1994’an pevçûn destpê kirin

Di şer de prensîb, nirx û destkeftî kêm dibin û ev tişt bi serê jinên Yemenî de hat. Piştî ku di sala 1994'an de zagonên ku beşdariya wan a siyasî garantî dikirin, hatin derxistin. Welat ket nava aloziyên siyasî, aborî, jiyanî û hiqûqî. Her wiha di milê çandî û fikrî de jî paşve çû. Li vir dilsoziya eşîran dîsa zêde dibe ku bedena civaka Yemenî bixwe. Mafên jinan û mirovan hatin binpêkirin. Operasyona siyasî bi dawî bû û şerê di navbera aliyan de êdî bûye pevçûna bi navê "Yemena bextewer."

Jin ji nav rêveberiyan hatin derxistin

Piraniya deverên Yemenê ji aliyê komên îslamî ve hatin birêvebirin. Hûsî li bakur û Birayên Îslamî li başûr, her wiha El-Qaîdê jî li hin deverên din xwe birêxistin dikin. Tevî hewildanên ji bo sererastkirina rewşê jî, mîrata civakî ya kevinbûyî hawîrdorek guncav dît ku bêhtir bi cîh bibe. Mêr hemû hewldanên ji bo aşîtiyê serdest kir. Ev yek jî di sala 2022'an de eşkere bû dema ku Konseya Seroktiyê ji jinan vala kirin. Her wiha hikûmeta nûnertiya wekhev ku di sala 2020'an de di navbera Meclîsa Veguhêz a başûr û rewatiya navnetewî tê nasîn de hatibû avakirin, jin ji nav xwe derxistin. Partiyên siyasî jî hewl dan ku feraseta bavsalarî biparêzin û cîh nedin jinê û hebûna wê.

Di sala 2003'an de ji hezar û 396 namzetan tenê 11 jin bûn

Di hilbijartinên parlementoya 1997’an de jin rastî destekan nehat. Ji ber vê yekê tenê du jin di parlementoyê de bi ser ketin. Di sala 2003'an de jî ji hezar û 396 namzetan tenê 11 namzetên jin hebûn. Heta Partiya Sosyalîst a ku li eyaleta başûr desthilat bû, di lîsteya xwe de ji 105 namzetan tenê sê jin destnîşan kirin. Lê di sala 2013'an de Konferansa Diyaloga Netewî ya ku di bin sîwana Netewên Yekbûyî de pêk hat û mekanîzmayên beşdarbûna wê kotaya jinan diyar kiribû, rêjeya beşdarên jin ji sedî 28’an derbas kir.

Kêşeyên di nava xebata sivîl û femînîst de

Şer, binpêkirina herî metirsîdar a civakan e. Ji ber vê yekê hewldan kêm bin jî berxwedaneke ku heqê xwe jê re layîq dike, dimîne. Ger civaka Yemenê hê jî tevna xwe diparêze, ew bi saya jinan e. Piştî sala 2011'an gelek rêxistinên femînîst û ciwan hatin avakirin. Tevgera civaka sivîl ket nav çalakiyan û jinan bi rêya wê karîbû dengê xebatên femînîst bilind bikin. Lê piştî sala 2015'an qada sivîl xebatên xwe kêm kir.

Jinên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de nikarin çalakî lidarxin

Jin ji bo tijîkirina valahiya mekanîzmayên parastina kevneşopî, yên nîşan dane ku nikarin wan ji tundiya civakê û navnetewî biparêzin, dixebitin. Tora Siyê ku li Rojhilata Navîn, Ewropa û Kanadayê çalak e, li Yemenê bi rêxistinên civaka sivîl re kar dike û yekser piştgirî dide çalakvanên mafên mirovan û jinan ên ku rastî gefan û girtinê tên. Lê mixabin jinên ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan û komên oldar de dimînin, nikarin çalakiyên xwe li dar bixin.

Kêmbûna darayî jî pirsgirêkek mezin e

Li dijî rêxistinên civaka sivîl û çalakgeran kampanyayên çapemeniyê yên berfireh tên destpêkirin û daxwazên wan bi teoriyên komployê û ajandayên derve ve tên girêdan. Her wiha sûcdarkirinên din ên ku karê wan ji bo nehiştina niheqiyên ku jin ji aliyê feraseta mêrê desthilatdar û bi taybetî yên tundrew ve tên temsîlkirin, zor dike. Pirsgirêkên din jî hene li pêşiya çalakbûna jinan dibin astengî. Yek ji wan jî, kêmbûna darayî ye. Jinên Yemenî jî ji ber krîza aborî û nêzîkbûna birçîbûna li welêt neçar man ku xwebexş bikin.

Pêşerojek ku mirov nikare texmîn jî bike

Civaka Yemenê heta îro di navbera aliyên ku wê kontrol dikin de belav bûye û vê rewşê jinên ku nizanin mafên wan ber bi ku ve diçe jî, ji hev belav kiriye. Di encama şer û pevçûnên di navbera Hûsiyan û hêzên Îsraîlî de ku baregehên Hûsiyan dikin hedef, belkî xeleka şer bi dawî bibe yan dê heta çend salên din berfirehtir bibe, çareseriyek li ber çavan nîne. Ev tiştek e ku kes nikare texmîn bike û her texmînek di çarçoveya analîz û pêşbîniyê de dimîne.