civak/jiyan

  • Pêşmergeya herêma Hewremanê Melîhe 

    Ji pêşmergeyên dêrîn ên herêma Hewremanê Melîhe ji ber fedekariya xwe li herêmê nasnavê Hewramî girtiye û weke Melîhe Hewremî tê nasîn niha 89 saliye û li Silêmaniyê dijî.

  • Jinên xwedî cesaret tevî nêrîna civakê jî biryara jiyana xwe didin 

    Çend jinên ku hevserên xwe berdane diyar dikin ku ew ne mecbûr in jiyana xwe bi mehkûmiyet û bê daxwaza xwe derbas bikin. Ehlam El-Kokî ya 26 salî diyar dike ku şaşîtiya herî mezin ew e jin bi mêrê nexwendî re bizewice. Ev yek piştî zewacê zêdetir aşkere dibe lewre piştî çendekê ew digihîjin asteke wisa ku tu carî nikarin ji hev fêm bikin.

  • Ji bo zarokên xwe tu astengî nas nekirine 

    Îman Walî dayika yek ji kesên ku xwedan pêwîstiyên taybet e, tevî ku bijîşk jê re gotiyê kurê te Îbrahîm EL-Xolî nikare bixwîne jî ew teslîmî qederê nebûye û di semînerên ji bo nexweşiya kurê xwe de amade bûye da ku her tim li malê bizanibe pê re alîkar be.

  • Li Efrîqa û welatên Ereban yekem jina Seroka Sandîkeya Ewlekariyê: Elfe El-Eyarî 

    Elfe El-Eyarî bi kedek mezin astengiyên li pêşiya xwe derbaskir û weke yekem jina Ereb û Efrîqa ya peyîwira Seroketiya Sandîkeya Ewlekariyê girtiye bang li jinên Tûnisî dike ku ji bo ramanên xwe têkoşîn bikin.

  • "Dewleta ku ev êş bi min dayî jiyîn tucarî efo nakim" 

    Fehmi Tosunê ji bo ku cerdevanî qebûl nekir, gundê wî hat şewitandin û ji Licê sirgûnî Stenbolê hat kirin, di 1995’an de bi hevalekî xwe re hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin. Kiymet Zengîn a xwişka wî, dibejê ku ew ê heya nefesa xwe ya dawî hesabê birayê xwe û windahiyên din bipirse.

  • Aytan Silêmen di oxira Efrînê de 2 lawên xwe wenda kir 

    Dayika du zarokên xwe di berxwedana Serdemê de windakirî Aytan Silêmen got: “Li ser erdnîgariya Efrînê ya biçuk destanên qehremaniyê hatin nivîsîn.”

  • Hawara jinekê ya ji bo edaletê 

    Emîne Şenyaşar hevjîn û du kurên xwe yên ku bi êrîşek hovane hatibûn qetilkirin heman rojê spartin axê. Wekî ku ev bes nebe kurekî wê hat girtin û zarokên sêwî di stûyê wê de man. Bi êşên ku tu nikarî pênase bikî jiyana wê ji nişkave guherî û ev neh roj in ji bo pêkhatina edaletê li pêş edliyeyê nobetê digre.

  • “Me zehmetiyên xwe vegerandin hêzê” 

    Nesrîn Cimo ya ku hevjînê xwe di berxwedana Kobanê de windakirî di pêvajoya êrîşên dewleta Tirk ser Efrînê de xebatê morgê dike û ciwanên Berxwedana Serdemê oxir dike, zehmetiyên wê pêvajoyê nirxand.

  • Rojnamgerên jin zêdetir dikarin bibin dengê êş û azarên gelê xwe 

    Di qada medyayê de hejmara rojnamgerên jin her roja diçe zêdetir dibe. Rojnamger Nûha EL-Hesen dibêje; “Divê em timî wêneyê jinan ê lawaz nîşan nedin ji ber ku em ê wê demê mafên wan bixwin û binpê bikin. Piştî ku jinan hebûna xwe di têkoşînê û şer de daye îsbatkirin ev ast êdî derbas bûye.”

  • “Me ji ax û asmînên Efrînê re gotiye em ê vegerin” 

    Jinên bajarê Efrînê yên koçberî bajarê Helebê bûne der barê salvegera dagirkirina Efrînê de bertekên xwe nîşandan û gotin: “Divê dewleta Tirk ji bo sûcên li Efrînê kiriye, di demeke nêz de bê cezakirin.”

  • Çîroka keça winda: Di qeyîdan de mirî nivîsîn û ji bo wê mezar kolan, niha jî li zarokên winda digere 

    Bi bîna sêvan hemû malbata xwe windakir, bi ewladî dane malbatek Îranî, piştî 12 salan hemû rastiyan dizane û dikeve ser rêya li xwe gerînê Mardîn Mahmut Fetah a Helepçeyî… Li ser mezarê ku jêre çêkirine çîroka jiyana xwe ya ku di qeyîdan de mirî hatiye nivîsîn wiha vedibêje: “Piştî vegeriyam welatê xwe min xwend û ji bo zarokên weke xwe winda min komele vekir. Ez niha seroka wê komeleyê me û bi malbatan re em li zarokên dinê yên winda digerin.”

  • Komkujiya Mehmûdiyê berdewamiya Komkujiya Helebçeyê bû 

    Dayika Emîne Eloş yek ji şahidên komkujiya taxa Memûdiyê Efrînê ye, di komkujiyê de malbatê wê tev bi giranî bidîndar dibin. Emîne ya parçeyek ji laşê xwe windakiriye, têkoşîna ji bo vegera Efrînê tim di dilê wê de zindiye.

  • Nermîn Abû Salih ji bo jinên Misrê çavkaniya dilovaniyê ye 

    Ji bo jinên Misirê yên ku bi tena serê xwe hem zarokan xwedî dikin hem jî debara malê dikin; Nermîn Abû Salim di sala 2016’an de komek ava kir. Piştî ku dayikên rêveberiya mala xwe dikin li Misrê rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan hatin ev kom bû bersiv ji hemû êşên ki jin dikşînin re.

  • Nexweşî li bedena wan vedide û bi zehmetiyên jiyanê re rewş xirabtir dibe 

    Du zarokên Efrînî di mêjiyê xwe de astengdarin bi nexweşiya (Epilepsy) ketine, ev nexweşî ji dayikbûnê bi wan re çêbûye. Malbata zarokan gelek zehmetiyan li Şehbayê piştî koçberiya ji Efrînê, dikêşin.

  • Di kolînên 4 hezar salan de nîşaneyek ji rêvebirina jinan a civakê hat dîtin 

    Li La Almonloya, di encama kolînên Arkolojîk de nîşaneya bermahiyek jin û mêrek ku jê diyar dibe beriya 4 hezar salan jinan ji civakê re rêveberî kirine derket holê. Yek ji nîvîskarên wê lêkolînê Crîstina Rihuete diyar kir ku ‘Di gorekê de taca zîv hatiye dîtin û eve heybereke ku ji bo sembola jinê hatiye çêkirin e, di heman demê de ev kirdeyeke sembola rêvebirinê ye.’

  • Dayikên zarokên xwe di Serhildana 12’ê Adarê de winda kirine 

    Dayikên ku zarokên wan di sehildana 12’ê Adara 2004’an de jiyana xwe ji dest dane êşên xwe bi hêviyên serkeftinê dipêçin.

  • Dê çawa pêşî li tecawiza li ser zarokan were girtin? 

    Li Mexribê zaroka 13 salî ji ber tecawizê ducanî ma ku çendek berê jî bûyereke tecawizê li dijî zarokek din rûdabû. Endamên Komeleya Me Tiqîş Weledî ya ku ji bo mafên zarokan xebatên xwe didomîne diyar kir ku divê hişyariyek di vê mijara sosret de bi civaka Mexribê re çêbibe.

  • Foruma Suryanan hewldanek ji bo pêşxistina statuya jinên Sûriyeyê ye 

    Foruma Jinên Suryan ku di sala 2016'an de hat damezrandin, jinên li Sûriyeyê digihîjîne hev û armanc dike ku çanda wan pêşve bibe. Jinên Suryan bi riya xwendin û nivîsandinê ronesansek hişmendiya rewşenbîrî ava dikin.

  • Ji Wezîra Karûbarên Jinan a Filistînê ji bo jinên cîhanê peyam 

    Bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê, Wezîra Karûbarên Jinan a Filistînê Dr. Emel Hemed, bang li jinên li seranserê cîhanê kir ku li kêleka Filistîniyan bisekinin, piştgirî bidin û bikaribin wan bigihînin meqamên biryarê.

  • Nezha EL-Seqlî: Ne tenê rojek divê hemû roj cejin û şahî be 

    Wezîra berê ya piştgiriya jin û malbatê ya Mexribê Nezha EL-Seqlî di derbarê rewşa civakî û asta hevsengiya zayendî li Mexribê de nirxandin kir û bi mijarê ve girêdayî li ser 8’ê Adarê jî peyamên giring da.