civak/jiyan

  • "Kêmkirina ava Feratê jiyana me zehmet kiriye" 

    Dewleta tirk li rex êrîşên leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê qûtkirina derfetên jiyanê bi kar tîne.

  • Ji dîroka hezar salan bigire heya getoyên Naziyê: Sûr 

    Piştî pevçûn dest pê kir li şûna xaniyên hilweşiyayî avahiyên nû yên li navçeya Sûra dîrokî ya Amedê hatine çêkirin, merasîma miftedayîna xaniyan dest pê kir. Hevseroka Odeya Plansazên Bajar a Amedê Bêrîvan Guneş diyar kir ku xaniyên ku dişibin girtîgehan, tu têkiliya wan bi mîmariya Sûrê re tune ye û got, "Van pêkanînên li ser navê guhertin û veguherandina avahiyan ji aliyê fîzikî, civakî û çandî ve, ji bo tunekirina dîroka hezaran salan hatine kirin.

  • Jinên Îranê dixwazin motosikeletan bajon 

    Her çendî jinên Îranê di aliyê zagonî de xwedî maf bin jî destura ajotina motosikeletan nîne. Ji bo ajotina motosikeletan jinan nêzî 7 hezar îmza kom kirin.

  • Jinên Filistînê di vê rewşê de çawa cejnê pêşwazî dikin? 

    Kerîma El-Şantî diyar dike ku rewşa aborî ya xirab li Xezayê gihîştiye asteke xirab û dagirkeriya Israîlê jî dibe sedem ku ev rewşa heyî hîn nexweştir û xirabtir bibe.

  • "Pêwîstiya koçberan bi avê heye" 

    Endama Meclisa kampa Serêkaniyê Fedîla Hec Hesen qutkirina ava Elok û çemê Firatê bi tundî şermezar kir û bang li rêxistinên Mirovî kir ku bi lez rê li ber kiryarên fetisandinê bigrin.

  • Li Cezayîrê di sê mehên destpeka salê de 14 jin hatin qetilkirin 

    Li Cezayîrê, ku her cûre şîdeta li dijî jinê wekî sûc tê hesibandin, dema ku mijar dibe pratîka wê, pêdivî nayên cîh anîn. Weletê ku di çarika yekem a salê de, 14 jin lê hatine qetil kirin, peymanên navneteweyî di mijarên wekî pêşîgirtina li komkujiyên jinan û her cûre cûdakariya li dijî jinan di 1979’an de îmze kiriye.

  • Jinên Efrînê cejina Remazanê pêşwazî dikin 

    Jinên Efrînê yên li warên koçberiyê bi cih bûne amadekariya hatina cejina Remazanê dikin û hêviyên xwe bi hêviyên vegera li Efrînê zindî dihêlin.

  • Destara ku bi kar tîne temenê wê 85 sal e 

    Leyla Derwîş diyra kir ku diya wê gelek xweş destar dixebitand, ew ji diya xwe hînî çêkirina xwarinên li ber destar bûye û niha jî ji bo pêdiviyên rojane dixebitîne.

  • Xwendekarên jin li Xezayê bêkar dimînin 

    Gelek jinên ku li Xezayê xwendina zanîngehê diqedînin bêkar dimînin û dema ku ji bo pêdiyên xwe yên aborî dest bi kar dikin û piştî çendekê mûçeya xwe dixwazin ji aliyê kesên xwediyên kar ve rastî heqaretê tên.

  • Navenda Hêvî ji zarokên astengdar re buye Hêvî 

    Navenda Hêvî ku taybet ji bo zarokên Down Sendrum, Otizim û astengdar yên mexmurê hatiye vekirin ji bo pêşketina zarokan bûye hêviyek mezin.

  • Qey kirîna pedan ji marketan qedexe ye! 

    Ji bo pêşîgirtina nexweşiya Covîd-19, bi hinceta ku di dema girtina tedbîran a 17 rojan de pêşî li girseya li marketan were girtin ji bilî pêdiviyên xwarinê qedexe li ser firotina amûran hatiye danîn.

  • Formên nû yên zewacê û destwerdana mafê jinan 

    Formên zewacê yên nû di nav civakê de belav bûne, qalibên exlaqî şikandine. Jin bûne wekî amûr li ser wan bazaran dikin, ev jî mafê wan ê kesayetî û mirovî bin pê dike û dikeve xizmeta mêran.

  • “Heta nizanibim çi hatiye serê wan namirim” 

    Malbatên Şukru Demîr, Abdulkadir Demîr, Mehmet Emîn Atug û Hiznî Bîrmen ên ku piştî hatin binçavkirin êdî agahî ji wan nehat girtin têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dikin. Fatma Atug a du bira û hevjînê wê di nava windayan de ne diyar kir ku heta tiştê ku hatiye serê wan nizanibe ew ê nemire û got: “Heta nefesa xwe ya dawiyê ez ê hesabê vê bipirsim.”

  • Xendekara beşa dermansaziyê Fatima Şakir pirtûkek tenduristiyê ya elektronîkî çap kir 

    Xwendekara Beşa Dermansaziyê ya Zanîngeha Bexdayê Fatima Şakir xwest tiştekî cûda bike û pirtûkek tenduristiyê ya elektronîkî çap kir.

  • Li Idlibê bi sedan zarok neçarî karên giran dimînin 

    Ji ber şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn bênavber didomin gelek zarok ji mafên xwe yên bingehîn, xwendin û lîstokan bêpar dimînin. Yek ji wan bajaran Idlib e û hejmarek zêde zarokên ji Sûriyeyê neçarî xebatê ne.

  • Rastiya jina gundî li bajêran 

    Rewşa jina gundî ku li bajêr niştecih dibe bi jiyana dayik û dapîrên wan ve nayê qiyaskirin, ji ber ku jiyana asayî bi wan re dibû alîkar daku mafên xwe yên desteserkerî bi dest bixin û li se jiyana xwe biryaran bigrin.

  • Aşûriyên Til Temirê bi dubarebûna komkujiyan re dijîn 

    Meryem Yaqo der barê xeterên êrîşên dewleta tirk li ser Aşûriyên Til Temirê, da zanîn ku Aşûriyên ji komkujiya Sêfo û Sîmêlê di sala 1915-1917'an de xilas bûn û ber bi Sûriyeyê ve hatin niha jî metirsiya dubarebûna komkujiyan de dijîn.

  • Qermiçokên rûyê wê bi dehan çîrokên jibîrbûyî vedibêjin 

    Hemîde Ehmed a 70 salî çend bîranînên xwe yên berê ku di roja me ya îro de hatine jibîrkirin û paşguh dibe vegot û da zanîn ku yên xwedî li çand û dîroka xwe dernekevin, wê nikaribin pêşerojeke ronî jî ava bikin û girîngiya hebûna xwe nas bikin. Her wiha ez bi hemû heyecana xwe bendewara bihîstina mizgîniya rizgarkirina Kurdistanê me.

  • Rojnamevanên Lîbyayê pêşeroja çapemeniyê li Lîbyayê çawa dibînin? 

    Rojnamevana Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê Selîma EL-Xifêfî nêrîna xwe bi me re parve dike û dibêje; "Beriya 125 salan jinên Ereb ketine nava cîhana çapemeniyê lê heta niha jî di karê xwe de rastî gelek zehmetiyan tên.”

  • Aqubeta Yasmîn a ku bi qanûnên mêr hat darizandin nayê zanîn 

    Hejmarek ji parêzvanên mafên mirovan gotarek di bin navê "Yasmîn Nekujin" de belav kirin. Ew ne hemleyeke femînist bû lê belê daxwaznameyek bi lez bû ji bo jiyana keça ciwan Yesmîn Rîfahî biparêzin.