Koçber neçar in li cihên dîrokî bijîn

Koçberên Idlibê ji ber rewşa xirab a jiyanê û hejariyê neçar dimînin ku li cihên dîrokî bi cih bibin û li deverên arkeolojîk jiyana xwe berdewam bikin.

 
SUHÊR EL- IDLIBÎ  
Idlib– Kirêya zêde ya xaniyan bûye sedema koçberiyê û koçber li deverên dîrokî yên arkeolojîk ên Idlibê bi cih dibin. Koçberên Idilbê, ber hejarî û xirabûna şert û mercên jiyanê cihekî mayînê ji bo xwe dîtin.
Saadia El-Mihemed a 38 salî diyar kir ku li gel malbata xwe ji bajarokê El-Deir El- Qereqî , li başûrê  Idlibê ev ji du salan zêdetir e koçber bûne, li Idlibê jiyana xwe didomînin û da zanîn ku hevjinê wê di encama bombaranê de ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye û ev bûye sedem ku astengdar bimîne, xwedî pênc zarokan e û zaroka wê ya herî mezin 12 salî ye.
“Ji ber ku em nikaribûn tiştên ji me dixwestin bikin em neçar man derbikevin”
 Saadia El-Mihemed diyar kir ku ew mecbûr mane li cihên dîrokî jiyana xwe bidomînin û wiha got: “Destpêkê em di apartmanek nû ya hê di înşaatê de bû bê derî, pencere, sazkirina binesazî û cereyanê de dijiyan. Li wê derê ji ber xwediyê daîreyê ji me daxwaza kirê dikir û tenê demekê destûr da ku em belaş lê bijîn û piştî demekê daxwaz kir ku buhayê kirê bike 300 lîreyê bidin an jî derbikevin, ji ber vê yekê em neçar man ku derkevin. Ji ber em nikaribûn li cihek din bijîn me berê xwe da cihên dîrokî yên li Bakûrê Idlibê li cihê dîrokî me konê xwe vedan û dest bi jiyanê kir û li vê derê rewşa jiyana me baştir bûye.” 
“Li  vê derê em  jiyanê xweş derbas dikin” 
Kurê Saadia yê mezin Hayan al-Sabourê yê 12 salî got: “Ev dere bêdeng e û xweş e, cihê lîstokê berfireh e û kêfa me xweş dibe lê belê ev der ji navendên bajar û bajarokan dûr e û dibistan nîn e.”
“Gelek malbatan li cihên arkeolojîk û kevnar malan ji bo xwe ava kirine”
Ne tenê malbata Saadia li cihên dîrokî dijî, gelek malbatên din hene li cihên dîrokî ji bo xwe mal ava kirine û jiyana xwe didomînin mîna malbata Fatima Shaewaf a 40 salî ku ji du salan zêdetir e li gel malbata xwe û malbata birayê xwe ji bajarokê Xan Sheikhêxûnê koçber bûne û  konê xwe di nîvê dîwaran de çêkiriye û jiyana xwe ya nû li cihên dîrokî dijî û wiha behsa jiyana xwe ya li cihên dîrokî dike: “Xaniyên li deverên arkeolojîk xirab in lê ji jiyana di nava kampan a qerebalix baştir in. Ji derveyî kampê ji faktorên parastinê yên konan ji faktorên hewa û xwezayê bêpar in, berevajî deverên arkeolojîk dîwar û avahiyên wan faktorek in ku pêşî li bayê digrin û pêşî li hilkişandina konan di zivistanê de digre.” 
“Di nava xirabiyên jiyanê de gelek tişt afirand” 
Malbata Fatima ku ji hevjîn û çar kurên wê pêk tê, ji depoyek Roman a kevnar a nêzî wê, tankek hildan da ku ava vexwarinê hilîne, ya ku wan piştî paqijkirine tijî kir û jê sûd werdigrin û li pêş konê xwe jî sobeke çêkirinê çêkir ku wê ji kevirên belavbûyî çêkiribû û têl ji bo zuhakirina cilan di navbera  stûnên ku li dora wê dirêj dibin belav bike û cih ji bo mirîşkan çêkirine û ji hêk û goştê wan sûdê digrin.
Fatima El- Shawaf hez dike bi malbata xwe re li wê derê lê tiştê ku wê ditirsîne tirsa wê ji zarokên wê yê ku dema ku zarokên wê dilîzin kevir bi ser wan de bikevin, ji ber ew der wêran bûne û dibe ku di her kêliyê de bikeve.
Gundên kevin ên Bakurê  Sûriyeyê ji bo koçberan bûye cihê jiyanê
Fatima li wan kevir û stûnan temaşe dike û dîrokê vedibêje ku herêm tê de derbas bûye û her ku diçe li seranserê serdeman de welat rastî gelek êrîş, şer û erdhejiyan hatiye. Hêjayî gotinê ye ku şaristaniya kevnar di serdema Helenîstîk, Romayî, Bîzansî û Osmanî de bi hezaran sal berê şûnwarên dîrokî hiştine, ji wan jî Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî 6 cihên Mîrateya Cîhanî destnîşan kiriye, di nav de kavilên li Bakurê Rojavayê ku jê re tên gotin gundên kevin ên li Bakurê  Sûriyeyê bûne penageh û cihê niştecihbûna koçberan bi berdewamiya şerê li Sûriyeyê û koçberkirina nêzî 6 miliyon sivîl li hundirê welat.