Banga dayîka Bendîna otîstîk: Zaroka xwe veneşêrin
2’yê Nîsanê wek Roja Cîhanî ya Otîzmê hatiye îlankirin. Hêrû Mihemed dayîka Bendîn a otîstîk e, dêbêje “Em bi zaroka xwe serbilind in, me hemû tişt fêrî zaroka xwe kir û divê dayîk û bav netirsin û zarokên xwe yên otîstîk veneşêrin.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di sala 2007’an de, 2’yê Nîsanê wek Roja Otîzmê ya Cîhanê îlan kir. Armanc avakirina firsendên wekhev, rakirina astengiyên civakî yên li pêşiya vê komê û teşwîqkirina ji bo xizmeta perwerde û tenduristiyê ya domandina jiyana wan a bi awayek bi rûmet e. Dema dinya amadekariya pîrozkirina vê rojê dike, avahiyên bilind ên bi rengê şîn ronî dibin. Lê belê pişt vî rengê ronî, çîroka dayîkên ku her roj ji bo bi zarokên xwe re têkilî danin hewl didin heye. Otîzm ne tenê cûdahiyek e, her wiha awayê mêzekirina dinyayê yc bi pencereyek cûda ye. Dinyayek ku hûrgulî bi watetir e û hest hê leztir û kûr tê hîskirin.
Divê saziyên têkildar û navendên perwerdê pergalek berfirehtir a perwerdê bipêşxin
Tengasiyên bingehîn ku kesên otîstîk lê rast tên ne tengasiyên norolojîk in, di heman demê de dîwarên ku ji paşguhkirina ji ber kêmbûna hişyariya civakê ne. Ji ber wê diruşme balê nakşîne ser pênasekirinê, balê dikşîne ser qebûlkirinê. Ji ber pêwîstiya zarokek otîstîk bi qadek ku xwe tê de bi ewle hîs bike heye. Ji ber vê divê saziyên eleqedar û navendên perwerdeyê pergalek berfireh a perwerdê zêdetir bipêş bixin û mamosteyên pispor perwerde bikin. Kesek otîstîk, xwedî kêrhatiyên bê hempa yên qada bîrkarî, mûzîk û wêneyê ne. Ger qadek guncaw were pêkanîn, dikare dinyayê heyran bihêle. Werin em hemû bi hev re soz bidin: “Em bibin dengên ên ku bêdengbûnê bijartîn û ji bo ew bighên xeyalên xwe, rêyekê vekin.”
‘Me bi serbilindî ji herkesî re got zaroka me cûda ye’
Hêrû Mihemed dayîka Bendîn a otîstîk e. Hêrû diyar kir ku Bendîn dema salek û 5 mehî bûye ketiye û çîroka wê wiha vegot: “Piştî bû 1 sal û 8 mehî, me ferq kir ku ew ji zarokên me yên din cûdatir e. Wê demê me nedizanî Otîzm çi ye. Agahiyên derbarê wê de jî gelek kêm bûn. Em çûn gelek bijîşkan, lê me ti sûdek nedît. Piştre li gel bavê wê me bir Îranê û lê wê derê ji me re got otîzm e. Lê dîsa jî me tam nedizanî çi ye. Wek tiştek ji rêzê dihat. Naşaneyên wê bi demê re derket holê. Dema bû du salî, me êdî fêm kir ku Bendîn cûda ye û otîstîk e. Destpêkê zanîna wê wek her malbetekê, ji bo me gelek zor bû. Mirov sosret jiyan dike. Lê belê divê mirov bi hêvî be. Ji ber îro agahî hene. Herdu zarokên me yên din biçûk bûn. Gelek zor bû. Bi rastî mirov ji sedî 90’ê jiyanê, dûr dikeve. Demên destpêkê yê Otîzmê gelek zor derbas dibe. Dema ku mirov qebûl dike ku zarokên me otîstîk in, kar hêsantir dibe. Me ji destpêkê ve, dema Bendîn bû 2 salî, me ji hem ji xizmên xwe re hem jî ji herkesî re got ew otîstîk e. Wê demê hinek mirovan heta 10 salan jî nedizanin Otîzm çiye. Me çiqas bigota jî fêm nedikirin. Lê belê em ne bûn dayîk û bavên ku zarokên xwe vedişêrin. Bi serbilindî me ji hemû kesî re got ku zaroka me cûda ye.”
‘Hûn çi dikin bi hêvî bikin’
Hêrû Mihemed da zanîn ku Otîzm ne nexweşiyek e, tenê rewşek ji zarokên din cûda ye. Hêrû anî ziman ku ger mirov vê cûdabûnê qebûl bike û pê re bijî, kar wê zêdetir asan bibe û wiha got: “Cûdahiya Bendîn ev bû; gelek kêm baldar bû, têkilî bi mirovan re dinedanî, nediçû ti cihan. Lê belê bi demê re pêşketin çêbû. Di mezinbûna zarokek otîstîk de tiştê herî girîng, rola dayîk û bavan e. Ger bernameyek sexlem hebe û hezkirin û rêzdariya di nava malbatê de were parastin, encamên gelek baş bi xwere tîne. Min û bavê Bendîn me hemû jiyana xwe daye wê. Di hefteyê de em gelek kêm di mal de ne. Her şev piştî xwarinê, em wê derdixin derve, em dibin parq û qadên giştî. Tevlîbûna mirovan perçeyek girîng a tedawiyê ye. Hema bêje parqek ku me ew nebirî nemaye. Mînak me xwest em wê fêr bikin ku li otobusê siwar bibe. Ji bo ez wê bibim bazarê min zêdeyî 8 mehan hewl da. Di dawiyê de fêr bû. Niha dema ez wê dibim wek kesek normal pere dide şofêr. Ji bo van karan divê mirov bi sebir be. Hûn çi bikin bi hêvî bikin heta hûn neghên encamê, dev jê bernedin. Hûnê di dawiyê de bi ser bixin.”
‘Bijîşk ji dayîkan baştir nizane’
Hêrû Mihemed wiha got: “Niha jî ez dibêjim xwezil zarokek min a din a otîstîk hebûya. Min ew bi temamî cûda mezin kir. Ji ber ku beriya 17 salan hema bêje tiştek nînbû. Tiştên ku Bendîn fêr bûye, bi piranî min û bavê wê me fêr kir. Mînak dema me ew fêrî bîsikletê dikir, her roj em du saetan dixebitîn. Bi demê re fêr bû. Me jê re bername danî û ew jî gihîşt. Îro dikarim vê ji dayîk û bavan re bêjim, zarokên xwe perwerde bikin, pêwîst nake hemû tişt akademîk be. Dubarekirin gelek girîng e. Ez dibînim ku gelek dayîk diêşin û digirîn. Lê belê ev hem ji bo dayîk û hem jî ji bo zarok gelek bi zirar e. Hûn çiqas zû destpê bikin, dê ewqas baş be. Bendîn heta 12 salî neaxivî, heta dengê kenê wê jî nebû. Peyva yekem gotî av bû. Wê kêliyê min xwe wek mizgîniya cinetê girtî hîs kir.”
‘Bila dayîk û bav zarokên xwe veneşêrin’
Hêrû Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Zarokên otîstîk, bi taybetî yên ku li herêmên derveyî bajaran dijîn, hê zêdetir tên dûrxistin. Em ji Wezareta Perwerdeyê dixwazin ku mafê perwerdeya van zarokan pêk bînin. Ji ber di dibistanan de gelek tengasiyan dijîn û desteka pêwîst nabînin. Her wiha ji bo malbatên van zarokan jî barê madî jî gelek giran e. Divê hikûmet destek bide van malbatan. Dema pêwîstiya Bendîn bi tedawiya diran çêbûyî, kesî alîkarî neda me. Bavê Bendîn ev du sal in di komeleya Otîzm de wek dilxwaz dixebite û ji bo zêdeyî 100 zarokan bû alîkar ku desteka tenduristiya bê bedêl bide. Banga min ji rayedaran re ew e ku, bi qasî rêjeya otîzmê zêde bibe, hê zêdetir destek bidin. Peyama min ji bo dayîk û bavan ew e ku, netirsin, binirxînin û zarokên xwe veneşêrin. Bila li kesên ku rewşa wan ji ya wan xirabtir binhêrin û jê hêzê bigrin. Bi vî awayî wê baştir li zarokên xwe binhêrin û wê baştir mezin bikin. Ji bo min Bendîn ti deman nebûye barek, berovajî wê, ev kêfxweşî û ferîşteya vê malê ye.”