‘Ji bo ku Rêberê me bighê xeyalê xwe emê her 4’ê Nîsanê de daran deynin’

Rêvebera Ofîsa Jinan a Desteya Jîngehê li bajarê Kobanê Xunav Bozan got ku Abdullah Ocalan girîngiyek taybet dide çandina daran, jin jî vê baweriyê bi wî re parve dikin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Her sal, jinên Rojava ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve 4’ê Nîsanê daran diçînin, da ku daxwazên wî pêk bînin û felsefeya wî ya li ser parastina jîngehê bicîh bînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara ya nêzî bajarê Rihaya li bakurê Kurdistanê jidayîk bûye. Bi hezaran kesên ku îdeolojiya wî dişopînin, ji ber girîngiya ku ew dide parastina jîngehê, her sal rojbûna wî bi çandina daran pîroz dikin.

Bi çandina daran, em ê xewna Rêber Ocalan pêk bînin

Rêvebera Ofîsa Jinan a Desteya Jîngehê ya li bajarê Kobanê Xunav Bozan got ku 4’ê Nîsanê ji bo jinên Rojava rojeke bêhempa ye û wiha domand: “Ne tenê salvegera jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan e, her wiha ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo jinan, wek jidayîkbûneke nû tê dîtin.” Xunav Bozan da zanîn ku ev roj kêliya ku jinên Kurd ji tariyê derketine ronahiyê temsîl dike û wiha got: “Ji ber ku ramana Rêber Ocalan beşdarî rizgarkirina jinan ji koletiyê û niheqiyê bûye û ew karîbûn bi zihniyeta baviksalar a serdest a di civakê de re rûbirû bimînin.”

Rêbertî her tim banga parastina xwezayê dike

Xunav Bozan destnîşan kir ku jin dê di rojbûna Abdullah Ocalan de çandina daran bidomînin û pabendbûna xwe ya ji bo pêkanîna vîzyona wî ya parastina jîngeh û xwezayê nîşan didin. Xunav Bozan balkişand ser girîngiya ku Ocalan dide xwezayê û wiha got: “Rêber Ocalan bi berdewamî banga parastina xwezayê û zêdekirina qadên kesk dike û parastina jîngehê wek stûnek bingehîn a têgeha xwe ya Neteweya Demokratîk dibîne. Ji ber vê di rojbûna xwe de ew daxwaz dike ku dar werin çandin ji ber bandora wan a girîng li ser xweza û jiyana mirovan di gelek aliyan de heye.”

‘Em ji bo pêkanîna daxwazên Rêber Ocalan daran diçînin

Xunav Bozan bi bîr xist ku Abdullah Ocalan girîngiyek taybet dide çandina daran, jin jî vê baweriyê bi wî re parve dikin û ragihand ku ew ê her Nîsanê daran biçînin da ku bighîjin armancên ku Abdullah Ocalan dixwaze û xeyal dike. Xunav Bozan derbarê çanda çandina daran li Kobanê di rojbûna Abdullah Ocalan de ji destpêka şoreşê heta îro wiha dibêje: “Berî destpêkirina şoreşa jinan li Rojava, me nedikarî rojbûna Rêber Ocalan pîroz bikin û daran biçînin. Ji ber ku rejîma berê ya li Sûriyeyê hebûna Kurdan wek gel an nasname û pêkhateyek qebûl nedikir, lê piştî destpêkirina şoreşê her sal em daran diçînin. Bi armanca bicihanîna daxwazên Rêber Ocalan ji bo parastina jîngehê û zêdekirina hejmara dar û qadên kesk li herêmên xwe. Bi vî rengî em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin.”

Her sal dar tên çandin

Her sal di 4’ê Nîsanê de, xelkê Kobanê bi hezaran darên fêkiyan ên her cûre, di nav de zeytûn, fistiq, çam û sîparîs li zevî û baxçeyên ku bi navê ‘Rêber Abdullah Ocalan’ hatine vekirin, diçînin. Her wiha gelek dar li ber mala wî ya li gundê "Elbelûr" hene. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’yê Tîrmeha 1979’an de ji bakurê Kurdistanê derbasî axa Sûriyeyê bû û demekê li gundê Elbelûr ê nêzîkî Kobanê ma. Ji wê demê ve, xaniyê ku ew lê dijiya wek "Mala Rêber Ocalan" hatiye nasîn û veguheriye cureyekî mûzexaneyê ku xelkê herêmê serdana wê dikin. Her sal, di rojbûna wî de niştecihên bajêr serdana vê derê dikin û li wir daran diçînin da ku girîngiya wî ya sembolîk nîşan bidin.

Dê rojbûna Rêber Ocalan li gor raman û felsefeya wî bê pîrozkirin

Xunav Bozan her wiha got ku ji bo bîranîna tiştên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî gelê Kurd û bi taybetî jinan kiriye, ew ê îsal jî rojbûna wî bi awayekî ku li gorî raman û felsefeya wî û tiştên ku wî ji bo azadî û rûmeta jinan kiriye pîroz bikin. Xunav tekez kir ku ew ê di 4’ê Nîsanê de  çandina daran bidomînin û got ku “Ji ber ku jin xwe wek beşdarên herî mezin di parastina jîngehê û zêdekirina qadên kesk de dibînin. Rêber Ocalan projeyek zelal daniye pêşiya jinan da ku ber bi azadî, edalet û demokrasiyê ve biçin.”

Çandina daran ne çalakiyek sembolîk e

Xunav Bozan destnîşan kir ku çandina daran ne tenê çalakiyek sembolîk e, her wiha gavek e ku armanc dike xewna Abdullah Ocalan a parastina jîngeh û xwezayê pêk bîne û nirxandinên xwe bi van gotinan bidawî kir: “Jin xwedî têkiliyeke taybet bi xwezayê re ne. Ji ber ku Rêber Ocalan jinan û bedenên wan dişibîne xwezayê, ev yek ji bo wan wateyek kûrtir dide vê xebatê.”