Projeya bexçeyê zarokan ji dayikan re dibe piştgirî

Projeya Baxçeyê Zarokan a Şehîd Awaz a yek ji destkeftiyên jinan e û bi derfetên Ofîsa Jin a Şaredariya bajarê Qamişlo hatiye avakirin, ji dayikên kar dikin re dibe piştgirî.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Ofîsa Jin a şaredariya bajarê Qamişlo bi projeyên Ofîsa Jin gelek derfetên kar ji jinan re diafirîne. Ofîsa Jin a Şaredariya Qamişlo di sala 2014’an de Bexçeyê Zarokan ê Şehîd Awaz vekir. Bexçeyê Zarokan bi armanca piştgiriya bi jinên karmend û xwendekar ên dayik re hat vekirin û zarok di wan baxçeyan de fêrî xwendin û nivîsandinê bibin. Rêvebera Baxçeyê Zarokan a Şehîd Awaz, Yasmîn Mihemed behsa fêrkirina xwendina zarokan li baxçe û alîkariya wan a bi dayikên wan ên karmend re kir.

Ji bo dayikên kar dikin bû piştgirî

Yasmîn Mihemed behsa destpêka avakirina baxçe û armanca wan bi vekirina wê kir û got: “Di destpêka sala 2014’an bi alîkariya Ofîsa Jin ev baxçeyê zarokan hat avakirin, armanca me ew e ku dayikên karmend sûdê jê bigrin, zarokên xwe li baxçeyên xwendinê bi cih bikin û tu astengî li ber kar û xwebatên wan dernekevin. Ji ber ku piraniya jinan karmend in zarokên wan di temenê biçûk de ne, nikarin wan li malê bihêlin, vekirina van baxçeyan pir girîng e ji bo wan. Her wiha parastina zarokan ji kolanan ji bo ku fêrî tiştên xirab nebin, li baxçe fêrî xwendin, nivîsandin û exlaqê baş bibin.”

‘100 zarok di baxçe de fêrî xwendinê dibin’

Yasmîn Mihemed wiha domand: “Di baxçe de 11 mamoste hene guhdarên zarokan in û wan fêrî xwendinê dikin, hijmara zarokan 100 e. Waneyên cur bi cur didin, rojê em wan fêrî tîpekê dikin bi her fêrkirina tîpek re mînakên pratîk jî fêr dibin her wiha mînakên tewrî jî didin wan. Di her waneyê de jî 15 xulek navber didin, wan li hewşa baxçeyê bêhnvedanê digerînin hinek ji wan bi hevalên xwe re dilîzin hinek ji wan jî wêneyan xêz dikin bi giştî baxçe ji bo zarokan cihekî pir girîng û baş e ji bo fêrkirinê her wiha zanebûna xwendinê bi zarokan re çêdibe beriya ku biçin dibistanê amade dibin.”

Yasmîn Mihemed di dawiyê de hêviya serkeftinê ji zarokan re xwest û wiha bi dawî kir: “Gelek projeyên me hene ji bo pêşerojê lê di demeke nêz de projeyeke me heye ji bo baxçeyê zarokên temenê wan 4 meh û jortir. Ji ber ku ev baxçeyê me ji temenê 3 salî heta 5 salî ye. Hêviya min ew e ku gelek baxçeyên zarokan li bajarê me werin avakirin. Ji ber ku ji bo alîkariyeke girîng e ji bo zarok û dayikan. Zarok fêrî xwendin, nivîsandin rê û resmên civakê, exlaqê baş û zanebûnê dibin. Beriya ku biçin dibistanê amade ne. Her wiha tu astengî li pêşiya karê dayikên wan çênabe. Her dem ez serkeftinê ji zarokan re dixwazim ji ber ku ew nifşên nû yên civaka me ne û li ser fikreke baş û exlaqê baqij mezin dibin.”