'Li ser jinan zexta zêde zarok anînê heye’

Jinên ku di bin zexta gelek zarokan anînê de ne, ji aliyê derûnî û aborî ve rastî zehmetiyan tên. Jinên ku dibêjin "jin ji ber ku nikarin rola xwe ya dayikê bi cih bînin di bin zexta psîkolojîk de ne "bal kişandin ser çalakiyên hişyarkirinê.

ESMAA FATIHÎ

Qahîre- Ji ber zextên civaka mêrsalar jin di temenê biçûk de tên zewicandin zarokan tînin. Jinên di temenê biçûk de tên zewicandin ji bo zêde zarokan bînin zext li wan tê kirin, ji wan tê xwestin zêdetir zarokan bînin û ji ber vê yekê rastî gelek nexweşiyên fizîkî û derûnî tên. Zêde anîna zarokan jiyana dayikan dixe metirsiyê. Di van salên dawî de, hejmara dayik û zarokên ku di dema welidînê de jiyana xwe ji dest didin zêde bûye. 

Rêxistinên jinan li dijî vê zihniyeta mêr a di bin navê kevneşopiyê de tê ferzkirin xebatên hişyarkirinê dimeşînin û diyar dikin ku divê jin li dijî zextên civakê bi hêz rawestin. 

‘Biryara anîna zarokan ne di destên jinan de ye’

Sîham Omer li ser mijarê dibêje: “Ez di 14 saliya xwe de hatim zewicandin û beriya bibim 30 salî 6 zarokên min çêbûn. Ez beriya dema xwe mezin bûm. Ger ez bikaribûma demê paşve vegerînim min ê ewqas zarok naniya, biryara anîna zarokan ne di destên min debû. Jin nikarin di vê mijarê de biryarê bidin. Hevjînê min biryara anîna zarokan dide. Di civaka me de jin di girtina biryaran de yên herî dawî ne.”

Sîham Omer da zanîn ku kurê wê neçar maye di temenê biçûk de bixebite û wiha got: “Destpêkê min hewl da ez zarokên xwe bişînim dibistanê lê min nikaribû, bidim xwendin kurê min ê mezin tenê xwend. Rewşa jiyanî ya zehmet û ji ber ku hevjînê min jî nikare malbatê xwedî bike, vê yekê hişt ku kurê min ê duyem di temenekî biçûk de ji bo alîkariya bavê xwe kar bike. Min dixwest zarokên min xwenda bûna lê em nikaribûn, tiştek bikin tu bijarte li pêşiya min jî tunebû. Dayika hevjînê min ji bo zêdetir zarokan bînim zextê li min dikir, niha porê min spî bûye. Gelek nexweşiyên min hene, tevî bijîjkan diyar kir ku ger zarok bînim wê jiyana min bikeve xeterê jî zextên anîna zarokan li ser min hebûn.”

‘Anîna zêde ya zarokan bandorên neyînî li jiyana jinan dike’

Rêvebera Damezrîner a Înîsiyatîfa Piştgiriya Mafên Jinan a Sawt Nuha Seyîd destnîşan kir ku anîna zarokan a zêde bandoreke neyînî li hemû malbatê dike, di nav de zarok bi xwe û jin jî yekser zirarê dibînin û wiha got: “Zêde anîna zarokan bandorê li tenduristiya jinan a fizîkî û derûnî dike, bi demê re jin nema dikarin daxwazên zarokên xwe pêk bînin, çi xwendin an jî werzîş be yan jî tiştekî din. Di Cotmeha sala 2023’an de me dest bi pêngaveke ku pirsgirêka anîna zêde ya zarokan çareser bikin kir. Lêkolînek me li ser jineke li Seîd hebû ku li pey hev ji bo kurek wan hebe zarok dianî, di zaroka dawî de jiyana xwe ji dest da, berdêla anîna kuran bû sedema jiyana wê.”

‘Encamên vê yekê pir neyînî ne’

Berpirsyara Tora pêşveçûna Misirê ya Bîla, Hidûd Îman Yûsif da zanîn ku anîna zêde ya zarokan bandorê li bedena jinan dike û tenduristiya wan xirab dike. Bi taybetî yên ku di temenê biçûk de zewicîne. Hidud Îman got: “Anîna zêde ya zarokan bandorên neyînî bi xwe re tîne, xwedîkirina zarokan û pêkanîna daxwazên wan ji jinan re zehmet in û wan dixin rewşeke gelekî dijwar, ev yek bandorê li zarokan dike. Ev pirsgirêk bandorê li rewşa aborî ya jinan jî dike û ji ber hejmara zêde ya zarokan xizan dibin. Jin neçar dimînin ji bo daxwazên zarokên xwe pêk bînin, karên zêdetir bikin û rastî gefên zêdetir werin.”