Jinên Tûnisê bi ava kulîlkan çanda kevnar didomînin

Distîlkirina kulîlkan adeteke salane ya kevn e ku jinên parêzgeha Nabilê ji dapîr û bapîrên xwe girtine û di roja me ya îro de ji 3 hezar jinan re bûye pîşe û çavkaniya debarê.

IXLAS El-HEMRÛNÎ

Tûnis - Li parêzgeha Nabilê bi derbasbûna demsala biharê re dema distîlkirina kulîlkan tê. Dema ku mirov di ber zeviyan de dimeşe dibîne ku jin, mêr û zarok li ser pêlikan li bin dara Narincê kulîlkan berhev dikin û dixin qutiyên biçûk. Kulîlkên ku bi baldariyeke mezin berhev dikin dibin malê û wan distîl dikin.

Operasyona distîlkirinê adeteke ji adetên jinên Nabilê ye û pîşeyeke ku ji dapîr û bapîrên xwe hîn bûne ye. Demsala distîlkirina kulîlkan di salên dawî de bûye weke cejnê, şahiyan ji bo wê li dar dixin, stranan dibêjin û dilîlînin.

Sibehê zû berê xwe didin nava daran ji bo berhevkirina kulîlkan

Raniya Mensûr jineke ji jinên parêzgeha Nabilê ye û ji biçûkatiya xwe ve fêrî distîlkirina kulîlkan bûye ji ajansa me re axivî. Raniya Mensûr got: "Di betlaneya heftane de û di demsala biharê de em li hev kom dibin ji bo kulîlkên Narincê berhev bikin, em jin û zarok ji sibehê zû ve xwe amade dikin û li bin daran cihê xwe çêdikin ji bo kulîlkan berhev bikin.”

Raniya Mensûr wiha domand: “Operasyona distîlkirinê bi riya ‘distîlê’ çêdibe, ew jî qutiyeke ku lûleyek tê de heye ava kulîlkan bi riya hilma germ jê diherike ye. Ev operasyon rojek didome û kedeke taybet jê re pêwîst e. Operasyona distîlkirinê bi riya xistina avê û kulîlkan di hundirê qutiyeke jêrî de û qapaxa li jora wê jî bi ava cemidî ku divê di bin çavdêriyê de be tê tijîkirin, dema distîlkirin bi dawî dibe ava kulîlkan di qutiyeke taybet de tê hiştin.”

‘Ji bo jinên Nabilê bûye adetek û gelek jin fêrî vî karî bûne’

Rîhan Balşêx ku di distîlkirina kulîlk û gulan de pispor e anî ziman ku ku operasyona distîlkirinê ji jinên Nabilê re bûye adetek û piraniya jinên herêmê fêrî wê bûne û got: “Me bi xwezayî ji vê adetê hez kir ji ber ku em ji biçûkatiya xwe ve dibînin dapîrên me vî karî dikin ji ber wê em tê de pispor in û jê hez dikin. Demsala distîlkirinê ji jinên herêmê re weke cejnekê ye.”

‘Ava kulîlkan di nava xwarin, qehwe û şêraniyê de jî tê bikaranîn’

Der barê tecrubeya xwe ya kesayetî de jî Rîhan Balşêx got: "Ez ji dayika xwe fêrî distîlkirina kulîlkan bûme, di pêvajoyeke din de min xwe bi pêş xist û bawernameya zêrîn di distîlkirina kulîlkan de bi dest xist. Berhema ava kulîlkan û her wekî din ava gulan bûne yek ji adetên xwarinî jî ku dikevin nava xwarin, qehwe û şêraniyê jî, weke dermanê serêşê û bilindbûna germahiya beden tên bikaranîn.”

Rîhan Balşêx got ku distîlkirina kulîlkan bûye jêdereke debarê ji gelek jinên Nabilê bi taybetî û jinên Tûnisê bi giştî re û gelek jinên pispor di vî warî de dixwazin vê yekê bi pêş bixin ji bo bifroşin û derxin welatên cuda.