Li serê xaniyê xwe baxçe ava kir
Meryam El-Xalid a 50 salî, banê mala xwe veguherandiye baxçeyek biçûk. Meryam dibêje ku "Ev baxçe cîhê bêhnvedan û kêfxweşiya min a bi xwezayê re nîşan dide."

NÛR EL-EHMED
Tebqa – Meryem El-Xalid a ji kantona Tebqa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, 50 salî ye. Meryem bi xizmetkirina baxçeya xwe ya li ser banê mala xwe, dest bi roja xwe dike. Bi kelecan û ked li benda şînbûna kulîkên xwe dimîne. Beriya tava nîvro derkeve, baxçeyê xwe av dide û derdora wan paqij dike. Banê xanî ku bi kulîkan hatiye xemilandin, bûye stargeha Meryem El-Xalid ku bêhna xwe li dûrî xemên dinyayê vedide.
Di heman demê de kulîlkan difroşe
Meryem El-Xalid bi bexçeyê xwe, ezmûna xwe ya çandiniyê pêşkêş kir û wek hemû jinên Kantona Tebqayê ji bo tiştên ku jê hez dike, kar dike. Ew dibêje: "Ji zaroktiya min ve meraqa çandina kulîlkan heye. Heta ku piştî zewicîm û zarokên min çêbûn jî, min dev ji meraqa xwe berneda û wek ku li zarokên xwe dinhêrim li baxçeyê xwe jî dinhêrim. Min bi çend şitil û cureyên kulîlkan dest bi baxçeyê xwe kir, piştre ev baxçe mezintir bû û hemû cureyên kulîkên bêhnxweş lê tên dîtin. Di heman demê de ez van kulîlkan difroşim jî."
‘Çandinî zanistek e û pêwîstî bi nasîna wê heye’
Meryem El-Xalid da zanîn ku divê çandinî bi rengekî baş bê naskirin û ne tenê wek toveke normal bê çandin. Meryem şert û mercên guncav ên çandiniyê wiha anî ziman: "Du cureyên çandina kulîkan heye. Hin di axê de tên çandin û pêdiviyên wan bi faktorên xwezayî wek tav û bayê hene. Ev jî di nava baxçeyan de tên çandin. Cureya din jî hewcedariya wan bi ronahiya kêm heye. Ew li odeyan tên danîn, ji ber ku gaza oksîjênê derdixe û gaz jî karbonê dikşîne. Di heman demê de kulîkên ku axa sor qebûl nakin jî hene. Ji ber vê yekê, em cureyan û axan tevlihev dikin. Hinek kulîlk jî bi axa sor geş dibin. Gelek girîng e ku kesê bi çandiniyê re mijûl dibe jê fam bike û wê baş nas bike."
'Rola nebatan a di parastina jîngehê de'
Meryem El-Xalid diyar kir ku ji bo pêkanîna projeya xwe cîhekî taybet kirê nekiriye, sûdgirtina ji banê xaniyê xwe çêtir dîtiye û wiha got: "Bi vî gavê cuda, min pêşî li dijwariya jiyanê girt. Ez bi zehmetiyan re rûbirû dimînim. Ji ber temenê min mezin e, hilkişîna ser banê gelek zehmet bûye. Rojê çend caran hildikişim. Dema ku kesek bixwaze şitil an kulîlkan bikire, diçim ser banê. Li hember kêmbûna xwezayî, krîza avê ya li herêmê û guherîna avhewayê, projeyên biçûk ji bo baştirkirina atmosferê hewldanên herî baş in. Her wiha çandinî xwezayê ji qirkirinê diparêze. Bi çandiniya xwe serbilind im, ji ber ku parastina jîngeh û tenduristiya laşî û derûnî ya mirovan girîng e."
'Bexçe parêzgeha min a taybet e'
Armanca Meryem El-Xalid ji çandiniyê ne qezenckirina madî ye. Ji ber ku bexçeyê wê wekî ku dibêje: "Perçeyek ji min e û min temsîl dike. Ew perestgeha min a taybet e. Ez li baxçeyê xwe bêhna xwe vedidim, aramî, hezkirin û dilgeşiyê dibînim. Bi hêvî me ku projeya xwe berfirehtir bikim û hemû cureyên kulîlk û daran biçînim. Xebatkirina di çandiniyê de peyama evîn û aşîtiyê ye ku cewherê jinê yê rast vedibêje.”