Jinên Efgan bi siwariya hespan qedexeyan nas nakin
Jinên Efgan, tevî zexta Talîbanê jî perwerdeyên xwe yên weke; siwariya hespan ku tenê ji bo meran tê dîtin didomînin. Yek ji wan jinan Leyla Furûx dibêje: “Qedexe û zext bêguman dê rojek bi dawî bibin û em ê azad bibin.”

BAHARÎN LEHÎB
Kabîl – Ji ber feraseta paşverû û baviksalar a Efganistanê, di gelek waran de ji bo qedexeyan datînin. Piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, jin ji gelek aliyan ve hatin vederkirin û zext zêdetir bûn lê di warê siwariya hespan ku tene aydê mêran tê dîtin jinan serî rakirin û di dîroka me de jina ku destpêkê li hespê siwar bû Rabojan bû. Rabojan, ji bo ku siwarê hespan bibe neçar ma cilên mêran li xwe bike. Gava wê ya bi cesaret, bû sembola têkoşîna jinan a li dijî sînorên civakê.
Tevî zext û qedexeyan li hespan siwar dibin
Di bîst salên dawî de, tevî gelek zext û gefan, jinên Efgan di gelek waran de xwe nîşan dan. Li bajarên Bamyan û Parwanê jî komên ji jinên ciwan, tevî ku malbatên wan û civak li dijî wan derdikevin jî xwe hînî siwariya hespan dikin û perwerdeya xwe didomînin.
Du xwişk qedexeyan nas nakin
Leyla Furûx a ku li Parwanê bi xwişka xwe Asma Furûx re dijî wiha dibêje: "Hê 13 salî bûm, bi veşartî, ji ber meraqa xwe cara yekem li hespê siwar bûm. Dema ku siwar bûm, min hîs kir ku ez difirim. Min û xwişka xwe Asma her roj li bexçe pratik dikir. Me dixwest em beşdarî pêşbirkên li Bamyanê tên lidarxistin bibin lê şertê malbata me ew bû ku nasnameya me diyar nebe. Ji bo em xeyala xwe pêk bînin me wî şertê pejirand.”
Leyla Furûx diyar dike ku ew perwerdeya xwe didomînin, piştî hatina Talîbanê koma siwariyê ya li Bamyanê belav bûye û wiha bi dawî dike: "Zexta Talîbanê wisa zede ye ku em nikarin bi awayê azad pratika xwe bikin lê niha malbata me li pişt me ye û destur didin em li derdora malê, li bexçe û li nava zeviyan pratîk bikin. Bêguman dê rojek zext û astengiyên li pêşiya jinan bi dawî bibin û em ê bigihîjin azadiya xwe."