Di nav xirbeyên Xezayê de ji bo hêviyê pedal digerîne
Jina ciwan a Filistînî Sumeya El-Şerîf a 17 salî li dijî zihniyeta civakê serî hilda û ji bo debara malbata xwe bike bi biskilêtê tiştan difroşe. Sumeya dibêje: "Îrade ji hemû dijwariyan mezintir e."

REFÎF ISLÎM
Xeza – Sumeye El-Şerîf ji zaroktiya xwe ve ji ajotina bisiklêtê hez dike. Piştî ku hînî ajotinê bû, li kolanên taxên xwe geriya hestek serkeftin û kêfxweşiyê hîs kir. Her wiha piştî ku Sumeya El-Şerîf mezin bû ji ber kevneşopiyên civakî ku qedexe dikirin jinên ciwan bisiklêtê bikar bînin, nikaribû bisiklêta xwe biajota.
Bi derketina şer û pevçûnên ku li Zîvala Xezayê di 7'ê Cotmeha 2023'an de dest pê kirin û wesayîd neman, piraniya wan jî buha bûn, malbata Sumeya El-Şerîf razî bû ku ew bisiklêtê bikar bîne. Ew bi bisiklêta xwe kelûpelan ji bazara El-Sehaba ya li navenda bajarê Xezayê ber bi kampa Cebeliya ya bakurê Xezayê ve dibe û difroşe. Sumeya debara malbata xwe dike, bi taybetî piştî ku du birayên wê di şer de jiyana xwe ji dest dan. Barê lênêrîna malbatê tevî ku hê 17 salî ye li ser milên wê maye.
Îrade li dijî hemû zehmetiyan li ber xwe dide
Sumeya El-Şerîf da zanîn ku ew kelûpelan bi erzanî tîne û wiha got: "Bi pereyê kêm hewl didim pêdiviyên malbata xwe peyda bikim. Ji ber buhayê her tiştî zêde bûye û astengkirina gihîştina alîkariyê ji bo Zîvala Xezayê kêşeyên gel zêdetir dibin. Ji aliyê civakê ve gelek gotinên nebaş dibihîsim û hinek ji wan jî piştevaniyê didin min ji bo ku karê xwe berdewam bikim û guh nedim adet û paşverûtiyên civakê."
Tunebûna amûran astengiyan li hemberî karê wê derdixe
Sumeya El-Şerîf qala astengî û zehmetiyên ku rûbirû dimîne kir û wiha axivî: "Ya herî zêde di riyan de dibin asteng, xendekên dirêj ên di nîvê riyan û golên kanalîzasyonê yên ku divê werin rakirin in. Di heman demê de bêhn û nexweşiyên nebaş ên ku ji ber mîkrobên ji ber qelebalixiya bajêr û tunebûna xizmetên paqijiyê, çêdibin, rûdidin.
Hêvî di bin giraniya şer de şikestin
Sumeya El-Şerîf diyar kir ku peydakirina amûrên çêkirina bisiklêtê jî gelek dijwar bûye û neçar dimîne bisiklêta xwe ya xirabûyî bi rojan bihêle û bi piyan bimeşe ji bo kare xwe bike. Sumeya El-Şerîf wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hewcedariya min bi piştevaniyê heye da ku projeya xwe berfirehtir bikim û debara jiyana xwe bikim. Her wiha dixwazim di pêşerojê de erzaqên ku dayika min li malê amade dike jî bifroşim. Tevî ku pêkanîna hêviyê li herêma me dijwar e jî dixwazim xwendina xwe berdewam bikim.”