Kesên kerr û lal li Lîbyayê tên paşguhkirin
Hemîda Bozrîbê ya Libyayî ku dayika du zarokên keç û kurekî kêmendam e got ku kesên ker û lal, tevî potansiyel û hêviyên şikestî bi paşhguhkirinê re rûbirû ne û bang li malbatan kir ku rewşa zarokên xwe bipejirînin bi wan re eleqedar bibin.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Binxaz – Hema bêje li hemû civakan, kesên xwedî pêdiviyên taybet di beşdarbûna jiyana civakî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ma te dizanî ku di navbera kesên seqet de, yên ku wekî kesên dezavantajkirî û li hemberî wan cudakarî heye, hin cudahî hene? Yan jî te bihîstiye ku hin astengî tên paşguhkirin?
Çîroka ku Hamida Bouzeriba vedibêje tîne bîra me ku em di cîhanek ji dengên nayên bihîstin de dijîn. Hemîda Bozrîbê dayika du keç û xurekî ker û lal e, rêwîtiyek dirêj û bi êş bi wan re derbas kiriye û ji ber ku wê zarokên wisa aniye cîhanê, ji hêla civakê ve hatiye dûrxistin.
Hemîda Bozrîbê da zanîn ku kesên ker dengê wan nayê bihîstin û got: "Mafên kesên kerr (ên nabihîzin) tên binpêkirin. Di kongreyên ku ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet de hatin lidarxistin de, em nûnertiyên komên kor û kesên xwediyên pêdiviyên taybet dibînin lê yên kerr tên paşguhkirin. Hinek kesayet gelek kêm hînî zimanê îşaretan dibin ji bo ku dengê wan ji aliyê rayedarên hikumetê ve neyê bihîstin û rê li ber gihîştina mafên wan digre. Jin jî di vê komê de di dema xwendin û karînên xwe de bi gelek zextên civakî re rûbirû dimînin. Em hewcedarên kesên ku dikarin bibin dengê bêdengan in."
'Min di mercên baş de zarokên xwe mezin kirin'
Hemîda Bozrîbê diyar kir ku wê destek dida zarokên xwe yên keç, ji bo ku zextên civakê li ser wan sivik bikin û wiha domand: "Di jîngehek saxlem de min ew mezin kirin. Gelek caran jî ji bo sivikbûna zextên civakê hewl didim mercên baş ava bikim. Keçên min dikarin şiyanên xwe ava bikin û bawernameyên pêşketî bi dest bixin. Bi saya tiştên ku min kir, gihîştin qonaxeke serkeftî."
'Bila saziyên eleqedar vê pirsgirêkê çareser bikin'
Hemîda Bozrîbê bal kişand ser astengiyên ku keçên wê pê re dimînin û got: "Keça min a mezin di xwendina xwe de serkeftî bû, niha bijîşka diranan e. Ji ber ku ew kerr e heta niha tu mûçe ji aliyê hikumetê ve jê re nehatiye dayîn. 8 sal in li navenda xwedî pêdiviyên taybet bê pere nexweşiyan tedawî dike. Divê Fona Hevgirtinê, Wezaretên Civakî û Wezareta Karûbarên Jinan hewl bidin pirsgirêkên van koman çareser bikin û piştevaniya wan bikin."
'Pêdivî bi lênêrîna taybet û komeleyên ku piştgiriyê bidin heye'
Hemîda Bozrîbê destnîşan kir ku tunebûna komeleyên piştevaniyê didin kesên ker jî pirsgirêkê kûrtir dikin û wiha pê de çû: "Ji bo kesên kor komeleyek heye, bi wan re dibe alîkar û ew dikarin dengê xwe ragihînin lê mixabin ji bo kesên kerr û lal tu komele piştevaniya wan nake, ev jî pirsgirêk û êşên wan dijwartir dike. Enstîtuyên ku xizmetên berbiçav pêşkêş dikin jî di dema şer de wêran bûn. Hejmara kesên kerr jî zêde ye, bi taybetî ya zarokên kerr. Ji ber vê pêdiviya wan bi lênerîna taybet û mamosteyên ku pêwistiyên wan pêk bîne heye."
'Divê dayik piştevaniya zarokên xwe bikin'
Hemîda Bozrîbê di dawiyê de bang li dayikan kir û got: “Malbat bingeha mezinbûna zarokan in û divê rewşê qebûl bikin da ku bikaribin bi wan re mijûl bibin. Dayikek ku rewşê bipejirîne dikare bihêz be û ji bo zarokên xwe, riya perwerdeyek rast bibîne. Divê ew li ser bixwebaweriyê, bisekinin û piştevaniya zarokên xwe yên xwedî pêdiviyên taybet bikin.”