‘Dersa civaka zayendperest riya avakirina civakeke azad û demokratîk e’
Kurdê Xebat a ku di akademiyên perwerdeyê yên kantona Firatê de dersa civaka zayendperest dide, da zanîn ku dayîna vê dersê ji bo avakirina aqil û civakeke azad, demokratîk û ekolojîk girîng û bi wate ye.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo xwe pergala neteweya demokratîk bingeh digre, di mijara sererastkirin û avakirina civakeke ji parşverûtî, zayendperestî û desthilatdariyê dûr, rê û rêbazên cuda tên bikaranîn.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî gelek aliyan bû, çawa ku di gelek qadên jiyanê de guhertin û veguhertinên berbiçav ava kir, di warê guhertin û veguhertina hişmendiya civakê de jî derfeteke mezin ava kir. Di vê çarçoveyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan akademiyên perwerdekirina jin, ciwan, mêr û zarokan hene. Ev perwerde di warê guhertina hişmendiya zayendperest, netew-dewlet û desthilatdar de û li şûna wê hişmendiya mirov û civaka azad avakirin de, xwedî misyonên mezin in.
Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê û di akdamiya şehîd Şîlan a perwerdekirina jinan û akademiya şehîd Hogir a perwerdekirina hemû beşên civakê de, bi dehan dersên girîng tên dayîn. Ya ku bala mirovan dikşîne, dersa civaka zayendperest e ku ji bo hemû beşên civakê weke perwerdeya sereke tê dayîn e.
Kurdê Xebat a ku vê dersê dide, wate û girîngiya wê bi awayekî berfireh vegot.
‘Civaka zayenperest aqil û hişmendiya zilam e’
Kurdê Xebat zayenperestiyê bi van gotinan pênase kir: “Ger mirov bi kurtasî zayenperestiyê bide pênasekirin, em dikarin bibêjin ku aqilê zilam e. Di cîhana me ya niha de aqil û hişmendiya zilam serwer e, şaş e vê yekê em tenê di navbera du zayendan de binirxînin. Aqilê zilam bandora xwe li ser hemû cîhana me kiriye mirov, xweza, lawir, avahewa û hwd hemû di nav de ne. Heta jirêderketina mirovahiyê ji vê xalê dest pê dike ku niha ev hişmendî di hişê her kesê de rûntiştiye. Bêguman em nikarin bibêjin ev tenê hişmendiya zilam e, di heman demê de di hişê jinan de jî rûniştiye. Hiş, dinya û hemû hawirdora me zayenperest e ku her tişt ji naveroka xwe derketiye. Di serî de jî jin di vê mijarê de tê dîtin, jin ji cewher û heqîqeta xwe hatine dûrxistin, her tişt hatiye berevajîkirin ku ev yek di civaka zilam a zayendperest de tune ye. Jiyan bi aqilê zilaman şikil girtiye û zemînê civakê wiha hatiye hûnandin.”
‘Aqilê zilam tunekar talanker û desthilatdar e’
Kurdê Xebat bal kişand ser hişmendiya zilam û mijar wiha şîrove kir: “Aqilê zilam yekser bi desthilatdariyê ve girêdayî ye. Ev hişmendî xwe navenda jiyan û gerdûnê nîşan dide û di asta ku xwe li ser civak û xwezayê ferz bike de ye. Çawa ku zilam jinan weke zeviyeke xwe dibînin, hemû jiyanê jî wiha kirine. Ev nêzikatî ji saziya herî biçûk ango malbatê dest pê dike û ber bi saziyên herî mezin ên dewletê ve diçe. Zilam çiqas li derve were perçiqandin, dema vegere mala xwe ew derbasî sînorên xwe yên zilamtiyê dibe. Di vê xalê de ya herî xirab ew e ku jin vê yekê dipejirînin. Ji bo vê jî ev aqil hikûmdariyê li ser hemû zindiyan dike û malê xwe dibîne. Aqilekî wisa ye ku ji hest, rehm, wîjdan, mantiq û fikrandinê bêpar e. Çawa ku desthilatdarek dikare bi balafirekê bi hezaran mirovan qetil bike, zilam jî bi heman mantiqî tundiyê li ser jin û zarokan dikin. Rizîn û xirabûna civakê jî wiha dest pê kiriye.”
‘Li xwemukirhatina zilaman gava ber bi çareseriyê ve ye’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek nirxandin û parêznameyên xwe de li ser vê mijarê nirxandinên girîng dike. Kurdê Xebat wiha behsa vê yekê kir: “Di vî warî de Rêber Apo dibêje wê şikestina zayendî ya sêyemîn bi jinan re sererast bibe. Lewre civaka me neçarî xweguhertina hişmendî û rizgariya ji aqilê zilam ê talanker û wêrankar e. Rêber Apo girêdayî vê xalê tîne ziman ku wî zilamtî di xwe de kuştiye. Bêguman mebesta wî di vir de tunekirina aqilê zilam e. Lewre divê hemû zilam jî vê yekê hîs bikin û ji nêz ve bişopînin. Dema zilam bi vê rastiyê re rû bi rû bimînin, wê têbigihîjin ku ew di nava nexweşiyeke çawa de dijîn. Di vir de em behsa kesayet û pergalê jî dikin. Eger ev pêk werin, wê demê wê zilam li xwe mukir werin û dest bi hewldanên guhertinê bikin.”
‘Guhertina hişmendiya mirov bi perwerdeyê pêkan e’
Kurdê Xebat bilêv kir ku famkirina civaka zayendperest wê bi riya perwerdeyê pêk were û got: “Bêguman yek ji dersên herî girîng civaka zayendperest e, lê divê mirov wate bidê û wiha perwerdeya wê bide. Em vê dersê di akademiyên giştî û yên jinan de jî didin, bi taybetî di perwerdeyên ku jin û zilam tê de hebin, gelek nakokî û şer derdikevin û heta ez dikarim bêjim nepejirandineke tund xwe dide der ku li xwe nemukirhatineke kûr jî heye. Mînak; li herêmên me gelek rewşên xwekuştinê jinan hene, heta niha jî tu zilam rexnedayîna vê yekê nedaye û li ser nefikiriye. Zilamek nafikire ku ev bûyer berhemên aqilê wan e, jinek tê asta bidawîkirina jiyana xwe. Bêguman salên dirêj in em li ser van mijaran perwerdeyê dibînin û înkar jî nakin ku ji aliyê jin û zilaman ve guhertinên pir erênî pêk hatine. Ev jî dide diyarkirin ku guhertina hişmendiya mirovan pêkan e.”
‘Em ê aqilekî azad demokratîk û ekolojîk ava bikin’
Kurdê Xebat herî dawî da zanîn ku ew ê bi riya perwerdekirinê kesayet û civakeke ku zayendperestiyê red dike, ava bikin û wiha bi dawî kir: “Guhertinên ku em niha dijîn ji bo vê demê têr nakin lewre jî divê em van guhertinan bi leztir bikin. Sedemên bindestiyê, xirabûn û talana ku derketiye holê, xwe dispêrin vî aqil û hişmendiyê. Hişmendiya zilam a zayendperest bûye girtîgeha jin û jiyanê. Em bi riya vê dersê, van mijar û xalan radixin ber çavan û guftûgo dikin. Bi nêrîna min ev dersa herî girîng e di akademiyên me de. Eger ev mijar were famkirin, wê dersên din jî werin têgihîştin. Jixwe civaka demokratîk li ser bingeha aqilê azad û demokratîk tê avakirin. Ger jin û mêr ne azad bin, em ê nikaribin civak û pergaleke demokratîk a bibe alternatîfa civaka zayendperest mîsoger bikin. Wiha nebe, em ê tenê di çarçoveya nakokî û şerên klasîk, paşketî û paşverû de bimînin. Mebesta me ew e ku em aqilekî azad, demokratîk û ekolojîk bidin avakirin.”