Ji bo zarokên otîzmê çewlika hespan vekir

Roz El-Farisî ku li bajarê Qamişlo ji bo dermankirina zarokên bi otîzmê de çewlika hespan vekir, dibêje ku siwarbûna hespan hestek cuda dide mirovan û dermanê gelek nexweşiyên derûnî ye.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dermankirina zarokên Otîzmê ji aliyê malbata El-Faris ve çewlika hespan hat vekirin. Xwediya çewlikê Roz El-Farisî dibêje ku vekirina çewlikê ji bo dermankirina zarokên nexweşiya otîzmê ye û bicihbûna xewnên jinên ciwan a siwarbûna hespan e.

Roz El-Faris wiha behsa destpêka vekirina çewlikê û armanca wan a bi vekirina wê dike: "Ev nêzî mehek e min ev proje bi alîkariya hevjînê xwe da avakirin. Armanca me bi vekirina vê projeyê ew e ku em zarokên xwe ji nexweşiya otîzmê baş bikin, ji ber siwarbûna hespan hesteke cuda dide mirovan û dermanê gelek neweşiyên derûnî ye. Hinek jinên ciwan xewna wan bû ku fêrî siwarbûna hespan bibin me xwest em xewnên wan jî bi cih bînin."

’5 rahênerên jin û yên mêr hene’

Roz El-Faris bal kişand ser hijmara rahîneran û zehmetiyên ku dibînin û wiha  pê de çû: "Di destpêkê de hinek zehmetiyên madî çêbûn, ji ber ku xwedîkirina hespan û anîna wan pir biha ye lê bi biştgiriya malbat û hevjînê min, zehmetî kêm dibin. 5 rahînerên jin û yên mêr hene zarok û jinan fêrî siwarkirina hespan dikin. Bi rastî jî her rahînerek şêwazekî wan ê taybet heye, jinan fêr dikin û bi awayekî pir baş. Hejmara kesên ku tên fêr dibin 11 zarok, 5 jin û 4 mêr in. Ez bang li her kesê dikim ku fêrî siwarbûna hespan bibin ji ber ku gelek aliyên wê yên erênî hene û siwarbûna hespan bi xwe cihê kêfxweşiyê ye."

‘Em destpêkê kesan hînî nêzîkatiya bi hespan re dikin’

Her wiha li aliyekî din jî rahînera jin Meryem Elî der barê çewlikê de axivî û behsa nêzikatiyên jin û zarokan bi hespan re kir û wiha bi dawî kir: "Em li vê derê pêşwaziya jin û mêran dikin, wan hîn dikan çawa fêrî siwarbûna hespan bibin û xewnên xwe bi cih bînin. Ji aliyê zarokan ve hinek tirs heye dema ku  li hespê siwar dibin. Destpêkê, em wan fêrî nêzikatiya wan a bi hespê re dikin, çawa bi hestêm dilovanî nêz bibin. Paşê hêdî hêdî bi hev re bimeşin, a dawiyê jî çawa siwar bibin. Du rêbaz nayên bikaranîn bi hespan re, yek jê ew e ku ji paş ve nêzî wan nebin û ya duyem jî ji nişkê ve lê siwar nebin. Ev herdu rêbaz şaş in û nayên bikaranîn."