‘Guhertina zagonê dê civakê ji hev belav bike’

Jinên ku beşdarî konferansa pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan a li Bexdayê hat lidarxistin bûn, diyar kirin ku heta niha gotinên li ser rawestandina tundiya li dijî jinan tenê di gotinê de maye, ji bo pêşîgirtinê tişta pêwîst nehatiye kirin.

ŞIYA KOYE

Bexda- 16’emîn Konferansa Salane ya li ser rola Îslamê ji bo jiholêrakirina tundiya li dijî jinan, bi dirûşma ‘Rêzgirtin li geşepêdana neteweyî’ di roja 10’ê Tebaxê de li paytexta Iraq Bexdayê, bi beşdariya serokkomarê Iraqê, serokê Encûmena Nunerên Iraqê, serokê Encumena Bilind a Dadwerî û Wezîrê karûbarên civakî ya Iraqê û aliyê din Iraqê û hejmarek ji nûner, wezîr û nûnerên rêxistinên navneteweyî û çalakvanên herêma Kurdistan û Iraqê, hat lidarxistin.

Di konferansê li ser fikrên mêrsalarî axaftin hatin kirin, piraniya axaftvanan di peywirên astên bilind de mêr bûn û gelek kêm rola jinan hebû, herî kêm jin axivin. Piraniya axaftinan der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê de axivîn.

Behsa girîngiya xizmeta ji bo jinan û rola medyayê û teknolojiyê di parastina jinan û bilindkirina cihê wan di civakê de hat kirin. Her wiha bûyerên kuştina jin û zarokan hatin şermezarkirin û bal hat kişandin ku medyaya modern dikare di rêgirtina tundiya li dijî jinan de bibe amrazek bi hêz.

‘Heta niha pêşî li tundiya li dijî jinan nehatiye girtin’

Endama sekreteryaya Rêxistina Xwîşkên Îslamê ya Kurdistanê Şino Abdullah ku ji bajarê Silêmanî beşdarî konferansê bû wiha got: “Ev konferans baş e ku salane ji bo jinan tê lidarxistin. Lê belê li gorî min ez rûtîn dibînim ku di gotarek de dixwînin dibêjin nabe tundî li dijî jinan were kirin. Her dem ez beşdarî konferansên bi vî awayî dibim û her dem tê de tê gotin ku divê rêz ji jinan re bê girtin lê di pratîkê de dijberî van gotinan e. Ez di wê baweriyê de me ku ev konferans dê bibe sedem rêz ji bo jinan were girtin û xebat li ser rewşa wan were kirin. Li herêma Kurdistan û li Iraqê tundiya ku li dijî jinan tê kirin berdewam dike lê belê ya ku em dixwazin behs bikin, bi taybetî tundiya li dijî jinan e ku li herêma Kurdistanê zêde bûye û dane jî nîşan didin ku her diçe zêde dibe. Mixabin heta niha em negihîştine wê astê ku tundî weke kuştin û binpêkirina mafên jinan be. Ev dibe sedema tundiyê û cezanegirtina kujeran. Vê yekê jî wisa kiriye ku tundî zêde bibe. Mixabin jin heta niha nikaribûne bigihîjin mafên xwe.”

‘Guhertina zagonê dê pirsgirêkên civakî bi xwe re bîne’

Sûra Meşhedanî ya ku beşdarî konferansê bû jî der barê armanca konferansa ku ji bo jiholêrakirina tundiya li dijî jinan hatiye lidarxistin de wiha got: “Armanca konferansê bihêzkirina rola jinan di civakê de, parastina zagona ku heye û mafên jinan diparêze bû. ”

Di konfaransê de piranî nîqaş der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê bûn, hat diyarkirin ku dê ev guherîn dê bi xwe re zêdebûna kuştin û tundiya li dijî jinan bîne û civakê ji hev belav bike. Sûra Meşhedanî di vê der barê de wiha got: “Ez li dijî zewicandina zarokên keç a di temenê biçûk de me. Ji ber ku dibe sedema xirabûna civakê. Ew zarok in û divê em derfetên xwendin û gihandina wan bidin. Bêguman guhertina zagonê, bûyerên zewaca demkî û hevberdanê di civakê de zêde dikin. Ger ev zagon were guhertin û bikeve meriyetê wê bi xwe re pirsgirêkên civakî bîne. Ji ber wê ez hêvî dikim ku ev zagon neyê guhertin, ji ber ger were guhertin û bikeve meriyetê dê pirsgirêkên li Iraqê zêdetir bibin.”