‘Nexweşxanoka Livbar’ barê jinên li gundan sivik dike

Weqfa Jina Azad ji bo çavdêrî û dermankirina jin û zarokên li gundewarên Dêrikê ev 5 sal in projeya “Nexweşxanoka Livbar” didomîne. Jinan destnîşan kir ku di rewşa aborî ya xirab de ev proje barê wan sivik dike.

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo jinan gelek projeyan pêş dixe. Yek ji wan projeyan projeya kilînk ango bijîşkgeha gerok a ji bo çavdêrkirina nexweşiyên jin û zarokên li gundewarên bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê ye.  Projeya bijîjkgeha gerok a 5 sal in didome piştevaniyê dide bi hezaran jinên li gundan dijîn.

Di 5 salan de bi hezaran jin sûdê ji projeyê wergirtin

Rêvebera Ofîsa Weqfa Jina Azad a Dêrik û Girkê Legê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Mihemed da zanîn ku nexweşxanoka wan bi temamî belaş e ji ber ku jin li wan gundan di rewşeke aborî ya zehmet re derbas dibin û wiha pê de çû: “Bijîşkgeha me ya gerok bi temamî belaş e, him çavdêrî û him jî derman bê pere ne. Piraniya nexweşên me jin in.

Makîneyên taybet bi nexweşiyên jinan cem me peyda dibin. Bêguman dermanên ku cem me peyda dibin em didin. Gelek jinên li gundan astengiyan dikşînin ta ku dighêjin bajêr. Ev bijîşkgeh alîkariyê dide jinan. Eger nexweşiyên wan pir giran be jî, em berê wan didin bijîşkên pispor li bajêr. Hîna jî ew hişmendî heye ku malbat nahêlin jin herin nav bajar û tedawiya xwe bibînin, ji ber vê yekê gelek serdan li ser vê bijîşkgehê heye û her çaverêyên wê ne.”

Koordînasyona hevpar a bi komînan re

Leyla Mihemed diyar kir ku koordînasyona wan bi komînên tax û gundan re jî heye ji bo agahî bidin şêniyên li gundan: “Ev proje ji bo gundên ku dermanxane lê tune ye taybet e, tenê em diçin van gundan. Di nava 5 salan de bi hezaran kes sûd ji vê projeyê wergirtin û hîn dewam dike.”

Bijîjkên dilxwaz di projeyê de cih digrin

Leyla Mihemed diyar kir ku di warê kêmbûna derfetan ew jî hin astengiyan dikşînin ji ber ku projeya wan belaş e û rêxistinên mirovî alîkariya wan nakin û wiha bidawî kir: “Em heftieê sê rojan nexweşxanoka dixin tevgerê, pêwîstiya me bi bijîşkek dilxwaz heye ku bibe alîkar di vê projeya me de. Her wiha daxwaza me ji rêxistinên mirovî û komeleyan heye ku ji bo alîkariya jin û zarokan ew jî destek bidin me.”

‘Ji me re dibe alîkar’

Xatûn Mûsa ji gundê Til Sedeq e ya girêdarî bajarê Dêrikê berê xwe daye bijîşkgeha gerok ji bo hin dermanan bigre, ew kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje: “Gelek sûdê dide me, di derman û çavdêriyê de alîkariya me dikin. Piranî, her meh berê xwe didin gundê me. Em li gundan jiyan dikin, derfetên peydakirina rê kêm in, bijîşkgehên taybet bihayên giran ji me dixwazin, berovajî ya Weqfa Jina Azad. Xizmeteke baş ji me re pêşkê dikin, ji ya taybet jî zêdetir. Di vê rewşa aborî ya xirab de vv gav ji bo me gelekî baş e.”