Di demên şer de dengê jinan çima girîng e?

Çîrokên jinên ku di nava şer û wêraniyê de dijîn, dengê jiyanê bi xwe ye. Di navbera çîroka fermî û baviksalarî ya şer de cudahiyek heye ku mirov dikare wê cudahiyê bi ‘perdeya li ser rastiyê’ pênase bike.

ŞÎLA QASIMXANÎ

Navenda Nûçeyan – Şer bi giştî bi zimanê hêzê tê gotin; hêzeke ku bi tevahî baviksalar e, bi zimanê fermandar, dewletan û analîstên leşkerî. Di van çîrokan de, şer wekî komek ji operasyonan, xetên rûbirûbûna şer û balans, hevsengiyên hêzê tê dîtin lê jiyana rastîn di van çarçoveyan de nayê kurtkirin. Ji ber şer di heman demê de di nava malan de, di beden û di têkiliyên mirovan de jî diqewime ev tecrube di gelek rewşan de zêdetir di çîrokên jinan û zarokan de tê dîtin.

Girîngiya çîrokên jinan

Di nava nûçeyên êrîşên muşek û analîzên leşkerî de, jinek di toreke dîjîtal de wiha nivîsandiye: “Ez ditirsim biçim serşûştinê û di wê demê de muşekek bikeve ez bimrim. Ji ber ku naxwazim kesek bedena min tazî bibîne.”
Ev hevoka kurt dibe ku di çîroka fermî ya şer de ne girîng be, ji ber ku di raporên leşkerî de mîna van tiştan nîn e. Ev hevoka hêsan tiştekî eşkere dike ku gelek caran di çîrokên fermî de hatiye windakirin: Tecrubeya jinan a şer. Şer bi hêzeke zordar jinan zêdetir li kêlekê dihêle û bihîstina dengê wan dereng dixe. Ew derengxistin, destkeftiyên tevgerên jinan têk dibin, destkeftiyên ku hewl didan bibêjin doz û pirsgirêka jinan ne pirsgirêkek ji bo derenghiştinê ye.

Şer di civakên otorîter ên wekî Îranê de vê dûrxistinê zêdetir dijwar dike. Ew ne tenê tundiya leşkerî zêde dike her wiha rêza civakî ya heyî jî dîsa hildiberîne. Di şertên wiha de, jin gelek caran kesên yekem in ku ji navenda çîrokê tên derxistin û dûrxistin, wekî ku di demên şer de tenê tecrubeyek girîng be. Ew jî tecrûbeya baviksalariya şer û qehremaniyê ye.

Lê çîrokên ku di rojên dawî de li ser torên dîjîtal belav bûne, wêneyekî cuda ji şer re pêşkêş dikin; wêneyekî ku tê de şer ne li ser nexşeyên leşkerî, di nava xem û fikara rojane de ye. Di dem û bûyerên ku ji hinek mêran re derfet çêdibin bê tirs ji hesabdayîna qanûnî yan sazmanî, jinan tacîz bikin û mafên wan binpê bikin. Mînak, jinek wiha nivîsandiye: “Hevjînê min ê zarokê min bir cihek bi ewle, ez razî bûm ji ber diviyabû ez li bajar bimînim û bixebitim lê piştî çend rojan min fêm kir ku zarok vegerandiye bajar. Niha çiqas digerim, bersiva telefona min nade. Telefona kurê min jî girtiye. Ez ji xeman bêzar bûme.”

Ev çîrok nîşan dide ku dema pergala civakî têk diçe û têkiliyên bi riya torên dîjîtal û ragihandinê qut dibin, tirs, bêîstiqrarî û tundî dikeve nava jiyana taybet û di nava şer de kesek jî xwe mecbûr nabîne li hemberî jinan hesab bide.

 

‘Ji bo jinan şer hewldana parastina jiyanê ye’

Ji bo gelek jinan, şer tenê ne tirsa ji bombebaranê ye; tunebûna ewlehiyê ye, ji bo  zarokan xemgînî ye. Dibe sedem ku hewldana parastina jiyana rojane, lênêrîna endamên malbatê bikeve ser milên jinan û bi tundiyê re rûbirû bimînin.

Di şertên wiha de, bedena jinan jî dibe qada nediyar a şer. Hevoka wê jina ku ji mirina di hemamê de ditirse, rastiya vê xalê nîşan dide. Di gelek civakan de, ku di nava wan de Îran jî heye, bedena jinan her dem di bin çavdêrî û kontrola civakê de ye. Heta di mirinê de jî ev kontrol didome; tirsa ji eşkerebûna bedenê, windabûna taybetmendiyê û heqaretê ye.

Ji ber vê yekê, çîrokên jinan gelek caran wêneyê fermî yê şer têk dibin. Şer ji asta stratejîk û hêzê daxistine û veguherandine asta tecrubeya mirovî. Di van çîrokan de, şer tenê têkoşîna leşkerî nîn e, pêvajoyek e ku jiyana rojane di qada herî kûr de diguherîne.

Di xwendina tevgerên jinan ên li ser şer de, li ser vê xalê bi taybetî tekez dike ku çîroka fermî ne tenê tecrubeya jinan ji holê radike her wiha ji pozîsyoneke baviksalarî dikeve rê di çîrok û hesabdayînê de.

‘Şer ne stratjiyeke siyasî ye tecrubeyeke jiyanî ye’

Lê tevgera jinan li ser girîngiya meseleyê ji jêr ve tekez dike ku wan kesan şer ne weke stratejiyeke siyasî, weke tecrubeyeke jiyanî dijîn . Ji bo gelek jinan, şer tê wateya rêvebirina jiyanê di nava wêraniyê de; parastina malê, lênêrîna zarokan, xem û fikara domdar û di heman demê de hewldana parastina rûmeta mirovan di asta herî kêm de.

Ev tiştên di çîrokên kurt û belavbûyî yên jinan de tên dîtin, gelek caran dibe ku hêsan xuya bikin. Hinek caran jî xuya dike ku ‘peyameke siyasî’ ya rasterast e lê bi rastî ev hêsaniya wê girîngiya wan pêk tîne, ji ber ku nîşan dide çawa şer bi dizî ketiye nava kêliyên herî zirav ên jiyanê.

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ sembola têkiliya di navbera bedana jinan û jiyana rojane de ye

Di salên dawî de, civaka Îranê şahidî li tevgera ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat nasîn kir. Vê dirûşmê bi awayekî sembolîk têkiliya di navbera bedena jinan, jiyana rojane û azadiyê de eşkere kir. Îro di şertên ku siya şer li ser herêmê heye, metirsî heye ku ew daxwaz dîsa li kêlekê bên hiştin.

Gelek caran şer dibin demên ku tê de gelek nîqaşên civakî bên paşxistin. Ji civakê tê xwestin ku ‘yekîtiyê’ biparêze û ji pirsên rexneyî dûr bikeve lê tecrubeya dîrokî nîşan dide ku ev paşxistin pir caran maneya bêdengkirina dengê lawaz e; ew dengê ku zehmet e di nava qelebalixiya şer de bên bihîstin.

Ji ber vê yekê, tomarkirina çîrokên jinan li ser şer ne tenê karekî edebî yan hestyarî ye pêdiviyeke siyasî ye. Ev çîrok dikarin wêneyê şer biceribînin û nîşan bidin ku li pişt her analîzeke leşkerî jiyana mirovan heye.

‘Çîroka jinan şer ji zimanê hêzê vediguherîne zimanê jiyanê’

Çîroka jinan şer ji zimanê hêzê vediguherîne zimanê jiyanê. Ev bi bîra me dixe ku şer tenê li xetên pêş nayê kirin; di malan de, di têkiliyên mirovan de û heta di demên herî taybet ên jiyanê de jî heye. Heke dîrok tenê bi zimanê dewlet û artêşan were nivîsîn, ew ê kêmtir be, ji ber ku beşek mezin ji rastiya şer li cihên ku kêm tên dîtin tê tomarkirin.

Eger ev çîrok neyên bihîstin, dîroka şer wê dîsa bi heman awayî were nivîsandin; ji jor ve, bi zimanê hêzê û bêyî dengê wan kesên ku barê wê zêdetir ji hemûyan girtine.

Lê heta ku jin tecrubeyên xwe venebêjin, ev bêdengî dê temam nebe. Ji ber ku her çîroka jinek a şer mesafeyek di navbera çîroka fermî de vedike, mesafeyek ku ji nava wê ve dikare rastiya mirovî ya şer bibîne.