Bi koma ku ava kiriye jinan bi erdnîgariya Kurdistanê tîne cem hev

Atiya Abdulrahman a ji Silêmanî bi "Koma Tûrîst a Jinên Kurdistanê" ya ku bi xwe damezrand, jinan ji malên wan derdixe û wan bi erdnîgariya Kurdistanê tîne cem hev.

Silêmanî –Jinên Kurd ji bo çanda Kurdî derbasî nifşê nû bikin rola sereke dileyîzin. Atiya Abdulrahman a ku mamosteyek ji Silêmaniyê ye piştî 6 salan li derveyî welat ma û vegeriya welat bi armanca danasîna çand û erdnîgariya  Kurdistanê "Koma Tûrîst a Jinên Kurdistanê" ava kir.

‘Her jin dikare tevlî gera me bibe’

Atiya Abdulrahman a 77 salî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ez hewl didim jinan ji malên wan derxînim û bi geran xwezaya Kurdistanê bi wan bidim naskirin." Atiya Abdulrahman wiha berdevam kir:

“Dema ez zivirîm Kurdistanê fikrek min ya avakirina komekê hebû. Ji ber vê min di sala 2010’an de heremên Kurdistanê nas kir. Ji bo bi min re biçin herêmên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat min komek jinan ava kir.her jin dikare bibe endamê koma me û tevlî gera me bibe.”

‘Ez bi cilên xwe yên gelerî gelek welatan geriyam’

Atiya Abdulrahman  diyar kir ji zaroktiya xwe ve ji cilên gelerî hezdike û wiha pê de çû: “Dema ku dayik û bavê min ji min re cilên gelerî dikiriyan min xwe gelek pîroz hîs dikir. Rûxmê ku ez bi salan li derveyî welat mam min çand û zimanê xwe parast. Ez gelek welatan geriyam û hêz û îradeya jina Kurd da nasîn.  Ez li gelek welatan bi cilên Kurdî geriyam.”

‘Em dixwazin di navbera jinan de têkîliyek xurt bidin avakirin’

Yek ji endama komê Basoz Ehmed ji Zaningeha Mûsilê ya ji beşa Îngîlîzî mezûn bûye. Basoz Ehmed da zanîn ku armanca lidarxistina gerên ji bo jinan ew e ku di navbera jinan de têkiliyeke xurt were avakirin û ji bo pêşxistina çanda Kurdî tevkariyê bike û wiha got: "Em dixwazin jin di nava aşitî û yekîtiyê de jiyana xwe bidomînin û desthilatdariya mêrsalar baş nasbikin.”

Yek ji endamên komê çalakvana sivîl Şoxan Mehmûd jî got: “Em weke endamekî vê komê bi saya hêz û îradeya jinan serdana xwezaya bedew a Kurdistanê dikin. Ez gelek kêfxweş im ku gelek geştên xwe bi vê komê re dikim.”