çand û hûner
-

Jinek di ‘Vîtrîn’ê de Ii xwe digere
Lîstika şanoyê ya bi navê "Vîtrîn" a bi derhêneriya Mardîn Zamanî, balê dikşîne ser têkoşîna jinek ku li xwe digere û digel her tiştî jî paşve gav navêje.
-

Strana jinan berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nemir dike
Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê, bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê klîbek li ser berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêdike. Klîb dê di çend rojên pêş de bê weşandin.
-

Li Cezayîrê Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinê ya Neteweyî
Wezareta Çand û Hunerê ya Cezayîrê, 10’emîn Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinê ya Neteweyî da destpêkirin. Armanca festîvalê, avakirina qadekî vekirî ya ji bo xwe îfadekirina jinan e.
-

Hunermenda Mexribî bi firçeya xwe kevneşopî û nûjeniyê dike yek
Zehra Ehnaş, xwedî tecrubeyeke bêhempa ye bi wêneyan hem riya îfadekirinê hem jî riya berxwedanê diyar dike. Zehra Ehnaş, ava zeytûnê vediguherîne hubrê û jinên gund di tabloyên xwe de vediguherîne sembolek.
-

Koma Yersûsa mîrateyên çanda Suryan diparêze
Rêvebera Komeleya Çandê ya Suryanî ya bajarê Qamişlo, Ruba Firêhat da zanîn ku Koma Yersûsa ya çanda Suryan mîrateya çanda Suryaniyan diparêze û folklora Suryan bi pêkhateyên herêmê dide nasîn.
-

Mihrîcana Şehîd Bawer: Benda hevdîtina ciwan, çand û berxwedanê
3’emîn Mihrîcana Şehîd Bawer ku bi dirûşmeya "Bi hêvî û baweriya şehîdan" hate lidarxistin, careke din pêşengiya ciwanan û hêza berxwedana çandî di avakirina civakek demokratîk de nîşan da.
-

Lîstîkvana Lîbyayî li dijî paşguhkirinê hunerê zindî dike
Tevî dijwarî û cudakariyên civakî, Abrîka El-Zalawî bi biryardarî rêwîtiya xwe ya hunerî didomîne. Li dijî bêparbûnê serî radike û baweriya xwe bi rola şanoyê ya di avakirina mirovan û piştevaniya jêhatiyên nû de tîne.
-

Berxwedana jinên Rojava li pêşahgeha Îspanyayê ye
Spanya pêşangehek bi navê "Jinên di Navbera Şeran de" li dar dixe. Ev pêşangeh wêrekiya şervanên YPJ'ê û çawa jinên Rojava, di nav şer de, di civakên xwe de bûne pêşeng û li çaraliyê cîhanê îlham nîşan dide.
-

Fuarên Talîbanê bûne amûra reklamê û çavkaniya dahatê
Jinên beşdarî fuara berhemên çandiniyê û hunerên destan bûne diyar kirin ku di ev ne bernameyek destekdayîna jinan e, amûrek propagandaya Talîbanê ku xwe bi fonên navnetewî xwedî bike ye.
-

Bi firçeya xwe serî hildide
Li bajarekî ku wêne “heram” tê dîtin de, jineke ciwan a Kirmaşanî firçeya xwe kiriye amûra berxwedanê; ji bo dîwaran bûye jiyan ji bo jinan jî bûye hêvî.
-

Desteya Kovara Jineolojî: Hebûna Nagîhanê ji bo rûmeta mirovahiyê wesîleyek e
Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojî bi boneya 3’yemîn salvegera kuştina Nagîhan Akarsel daxuyaniyek weşand û wiha hat gotin: “Rêzdar Nagîhan, têkoşîna te ya ku hemû nirxên mirovahiyê di xwe de dihewîne sedema têkoşîna me ye.”
-

Jinên gundan bi ta û teşiyê mîrateya xwe diparêzin
Jin çîrokên bi sebir, xebata dijwar û kevneşopiyên ku di civakê de xwedî koka kûr in, bi tayên hirî dihûnin. Çêkirina hirî yek ji hunerên kevnar e, jinan li kantona Dêrazorê parastiye.
-

Ahîn bi stranên xwe mozaîka çandî ya Reqayê zindî dihêle
Ehîn Muhammed, xwedî dengekî şîrîn e û xwestiye bi riya stranan dengê xwe ji bo dayîna peyama jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihîne. Ehîn Muhammed, bi stranên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî mozaîka çandî ya Reqayê zindî dihêle.
-

Nivîs şahid e: Fîdaa Ebû Meryem komkujiyan belge dike
Nivîskar Fîda Ebû Meryem, şahida jiyanên ku ji ber êrîşên li Xezzeyê hejiyane, komkujiyan bi qelema xwe belge dike. Peyvên wê hem çalakiyek berxwedanê ya şexsî ne û hem jî şahidiyek bihêz ji bo bîranîna gelê Filistînê ne.
-

Li ser têlên ûdê newayên qedîm asoyên nû
Hebûna Omayma El-Harim lêdera ûdê û lêkolînera aboriyê rêgehek a jinên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ên ku hunerê weke amûrek derbirînê pejirandine, nîşan dide.
-

Hunergeha Welat li Silêmanî ye
Hevseroka Hunergeha Welat Rozelîn Dêrîk, wiha got: “Em bi riya xebatên xwe huner, çand, ked û xebatên jinan bi tevahî gelên cîhanê didin nasîn. Em bi riya hunera xwe gavên nû ji bo pêşxistina hunera xwe diavêjin.”
-

Bi tabloyan berxwedan: Hunermendên Suweydayî komkujiyan belge dikin
Hunermenên jin ên Suweydayê di pêşangehek hunerî de bi tabloyên xwe komkujiyên ku cîhadîstên HTŞ'ê li dijî sivîlan pêk anîne, nîşan dan. Li kêlek van binpêkirinan, hunermendan hêvî û berxwedana gel jî xêz kirin.
-

Perwerdeyên hunera destan ên jinan mîrateyê zindî dike
Jinên ku beşdarî perwerdeyên pîşeyî yên Weqfa Jinên Azad a li Kantona Reqayê dibin, diyar kirin ku bi riya weqfê berhemên xwe jî difroşin.
-

Bedewiya Tûnisê li ser tabloyên xwe zindî dike
Wênexêz Hindê El-Oeîdî di rengan de cîhanek dît ku tê de dikare ji azadiyê nefes bigre û hest û ramanên xwe bide der. Bi saya piştevaniya malbata xwe wê karîbû bi qada hunerî ya Tûnisê ji xwe re cihekî çêke.
-

Çîroka Ruqeya Daw ji bo jinên Lîbyayê dibe îlham
Ruqeya Daw, tevî zehmetî û kêmasiyan jî li ser dika şanoyê ya li başûrê Lîbyayê tecrubeyek bi îlham dijî. Ruqeya Daw bang li jinan dike ku astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û bi biryardariya xwe beşdarî cîhana şanoyê bibin.