25’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Sînemaya Efrîqayê bi dawî bû
25’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Sînemaya Efrîqayê ku li Mexribê hat lidarxistin bi dawî bû. Di mihrîcanê de fîlmên ku bal kişandin ser pirsgirêkên jinan û têkoşîna wan, rastî eleqeyek mezin hatin.

RAJA XAYRAT
Mexrib – 25’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Sînemaya Efrîqayê li bajarê Khouribga yê Mexribê, di navbera 21-20’ê Hezîranê de hat lidarxistin. Di dema mihrîcanê de fîlmên li ser tundiya di nava malê de, binpêkirina jiyana taybet, cihê jinan di civakê de û pirsgirêkên girîng ên civakê hatin pêşandan.
Xelatên kurtefîlman hatin dayîn
Di beşa kurtefîlman de xelata mezin derhêner Ayoub Elyoussfî û Zahwa Rajî bi fîlmê ‘Şeyha’ ku çêkera Mexribê bû girtin. Xelata Yekitiya Bihîstin-Dîtbarî û Sînemaya Efrîqayê jî derhênera Libyayê Osama Rizq bi fîlmê ‘Riz’ girt. Fîlmê ‘Qantara’ xelata ‘Donkîşot’ girt, xelata taybet a juriyê derhênera Lubnanî Aurele Geagea bi fîlmê ‘Noces d’eau’ girt.
Di metraja dirêj de Somalî di lûtkeyê de ye
Xelata mezin di metraja dirêj de û xelata rexnegiriyê, fîlma ‘Gundê nêzî cenetê’ (Paradise Village) ku çêkera Somalî bû girt. Berhema derhêner Mo Harawî, di gundek biçûk ê li peravê derbas dibû, têkoşîna jinan a serxwebûna aboriyê û zoriyên jiyana malbatê bi awayekî bi bandor vedibêje.
Ji Mexribê dengê jinan: ‘Radya’ û ‘Deqa bayê’
Fîlmê ‘Radya’ yê derhênera Mexribê Khawla Sbai Ben Omara, kedxwariya li ser jinan a di zewacê de radixe ber çavan. Di fîlm de qehremanê sereke serhildana li dijî qalibên civakê ku ferz kiriye û lêgerîna azadiyê hat destgirtin.
Fîlmek din a çêkera Mexribê ‘Deqa Bayê’ temaya zewcên tevlihev û lêgerîna nasnameyê digre dest. Derhêner Leila Trikî li ser çîroka jineke li Fransayê dijî û mêrek ji Sûriyeyê weke koçber hatiye mijarên aîdiyet û hevrûbûnabi paşerojê re digre dest.
Ji Burkîna Faso ‘Kafî’ Tundî tecawiza di nava malê de
Fîlma ‘Kafî’ ya derhênera Burkanlî Alimata Ouédraogo, tundiya di nava malê de û bi taybetî tecawiz bi awayekî cesur xist rojevê. Burkina Faso jî balê dikşîne ku jin rûbirûyî tundiyê ne û zagon li hemberî van cureyên sûcan kêm dimîne û bal kişand ser perwerdeya zayendî ku di temenê biçûk de destpê dike. Fîlm profîla ku cihê jinê di civakê de û zorî dikşîne ku pirsgirêkên hevjînê xwe yê derûnî fêm bike lê belê tevî ku rastî tundiyê tê jî li bendê ye bêdeng bimîne rexne dike.
Mihrîcan, bi fîlmên bal kişandine ser pirsgirêkên civakî, zehmetiyên ku jin dikşînin bi cesaret hatine destgirtin, ji temaşevanan pileya tam girtin.