çand û hûner
-
Cesaret û têkoşîna jinan li ser tabloyên xwe xêz dikin
Jinên Tûnisî yên ku gihîştine temenê yasayî ya malnişînê û berê xwe didin pîşeya wênexêziyê, wiha dibêjin: "Bi riya tabloyên xwe jina Tûnisî, cesaret, sekin û têkoşîna wê îfade dikin."
-
Stêra Zêrîn bi xebatên xwe çanda Kurdî bi pêş dixe
Navenda Stêra Zêrîn a li wargeha penaberan a Mexmûrê, bi salane ji bo pêşxistina jin û zarokan a di aliyê çand û hunerê de kar û xebatan dimeşîne. Yekane armanca wan zindîkirin û pêşxistina çanda Kurdî ye.
-
Çand û Hunera Stiya Nexşa dê bi berhemên xwe 8’ê Adarê bixemilîne
Di 8’ê Adarê de Çand û Hunera Stiya Nexşa bi berhemên xwe 8’ê Adarê bixemilîne. Endamên Çand û Hunera Stiya Nexşa diyar kirin ku ev nêzî 2 meh in xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin û dê bi coşa peyama Abdullah Ocalan roja xwe pîroz bikin.
-
Li Reqayê pêşangeh: Bi berxwedana jinan huner geş dibe
Bi boneya 8’ê Adarê ya ku jin bi kelecanek mezin amadekarî dikin, li Reqayê jin wêneyên xwe yên behsa têkoşîna jinan dike pêşandin. Wênexêzên ku beşarî pêşangehê bûn gotin: “'Bi berxwedana jinan huner geş dibe.”
-
Şewbo Osmanî ya cilûbergên Kurd çêdike: Em çanda xwe biparêzin
Şewbo Osmanî ya ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ev 52 sal in cilûbergên Kurdî dîzayn dike, destnîşan kir ku ji bo parastina hebûn, çand û nasnameya Kurd, pêwîst e jinên Kurd xwedî li vê kevneşopiyê derkevin.
-
‘Divê hunermend bi afrîneriya hunerî berhemên nû çêbikin’
Mamoste Mariya Suheyb ku di warê hunerî de dixebite, bang li hunermandan kir ku bi ruhê afrîneriya hunerî, guhertinan di berhemên xwe de çêbikin.
-
Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çand û huner bi jinan rengîntir dibe
Piştî Şoreşa Rojava li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan di warê çandî û hunerî de pêşketinên mezin çêbûn. Jin êdî bi riya hunerê di gelek çalakiyan de aktor in û bi hestên xwe hunereke cewherî pêşkêş dikin.
-
Yekem wênekêşa ji Lîbyayê: Fatime Karaza
Fatime Karaza ya yekem wênekêşa Lîbyayî ye ji wênekêşek wêdetir, mîna şahida serdema xwe tê dîtin. Ji ber ku bûyeran bi zimanê wêneyan vedibêje û hebûna jinan, di dinyayek ku hewl dide wan biçûk bixe de bi hêz nîşan dide.
-
Derhênera Sûdanî: Dixwazim aştî pêk bê vegerim welatê xwe û fîlman çêkim
Li Sûdanê sînema û fîlm, di demên şer û koça bi zorê de êşên ku gel jiyane, nîşan dide û sûd dide guherîna civakê. Derhêner Rawia Al-Haj e bi fîlmên xwe dengê gelê Sûdanê bi dinyayê dide bihîstin.
-
Ji bo 8'ê Adarê diyariya Klîba "Jina Sûrî"
Di bin navê "Jina Sûrî" de, Navenda Hîlala Zêrîn amadekariya klîbek derbarê têkoşîn û berxwedana jina Sûrî de dike. Ev klîp jî di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bê pêşkêşkirin.
-
Çanda dengbêjiyê bi dengê jinan zindî dibe
Dengbêj Helîm Îzer a salan e bi dengbêjiyê hestên xwe dide der, diyar kir ku dengbêjî riyek vegotina êş, azar, serpêhatî û kêfxweşiyê ye. Helîm got ‘Hezkirina mirovan ji bo dengbêjiyê zêde nemaye’ û banga parastina çanda dengbêjiyê kir.
-
Kêrên kevir ên 80 hezar salî hatin dîtin
Lêkolînerên li zanîngeha Friedrich Schiller ya li Almanyayê, li herêma Cebet Faya ya li Emirtiya Şarja ya Yekitiya Emirtiyên Ereb, kêrên kevir ên aydî beriya 80 hezar salan, dîtin.
-
Li Misirê gorek fîrawûnan a beriya 3 hezar û 500 salan hate dîtin
Li bajarê Luksor ya Misirê gorek ku tê texmînkirin ku beriya 3 hezar û 500 salan ya demê fîrawûnan e hate dîtin.
-
Dînîtiya Pîroz: Vegotina berxwedana jinan
Pêşangeha ‘Dînîtiya Pîroz’, ji xebatên îllustrasyon ên Bahar Badakhshan pêk tên berxwedana jinan vedibêje.
-
Zahiye Tarşî êş zehmetî û hêza jina Tûnisî xêz dike
Wênexêz Zahiye Tarşî hunerê tenê weke afirîneriya dîtbarî pênase nake, ew weke amûrek kûr ji bo gihandina êş û ronîkirina hêviyê dibîne. Zahiye dibêje: "Di tabloyên xwe de kêşe, zehmetî, hêvî û hêza jinan xêz dikim."
-
Jinên Cezayîrî êdî fîlmên xwe bi destê xwe çêdikin
Çalakvana femînîst a Cezayîrî Emal Hecac xwest bi rêya bernameya xwe ya bi navê 'Rana Hana' rola jinan di çêkirina naverokên sînemayî de xurt bike û bi nêrîna jinan fîlm û belgefîlm bên amadekirin.
-
Di bin tabloya Pîcasso de sirrek veşartî
Dîroknasên hunerê, keşf kirin ku di bin tabloya Pablo Pîcasso ya bi navê “Portreya Mateu Fernández de Soto” ku di sala 1901’ê de çêkiriye de porteya jinek a veşartî heye.
-
Li aliyek şer li aliyê din huner
Şîfa Welîd a 19 salî, tevî ku çete êrîşên xwe li ser herêmê didomînin jî, bi hunera destên xwe tabloyên mezin xêz dike. Şîfa dibêje “Ez dixwazim zarokên biçûk hînî vê hunerê bikim û perwerdeyên wênexêziyê bidim wan.”
-
Ji Kevana Zêrîn klîba Asya Ali û Rojger Hêlîn
Kevana Zêrîn, ji bo bîranîna Asya Alî û Rojger Hêlîn ku li hember TUSAŞ’a li Enqereyê çekên dewleta Tirk çêdike çalakî lidar xistibûn, klîba bi navê ‘Awirên Bazan’ çêkir û parve kir.
-
Li Mahabadê pêşangeha hunerên destan ên jinan
Li Eywana Wehdet a li Mahabadê, di van rojan de ji çalakiyek berhemên destan ên jinan re malovaniyê dike. Wan jinan tevî zoriyan mîrasa çandî zindî dihêlin, di warê aborî de bi serê xwe ne û bi astengiyên civakî re têdikoşin.