Di 25’yemîn Mihrîcana Navnetewî ya Sînemaya Efrîqa de derhênerên jin deng vedan

Di 25’yemîn Mihrîcana Navnetewî ya Sînemaya Efrîqa de ku li bajarê Khouribga ya Mexrîbê hatî li darxistin de, berhemên lîstokvan û jinên derhêner bal kişand.

Mexrîb – 25’yemîn Mihrîcana Navnetewî ya Sînemaya Efrîqa ku di 21’ê Hezîranê de li bajarê Khouribga ya Fosfat a Mexrîbê bi temaye ‘Hişbûna algorîtmayên balkêşiya çîrokbêjan...rageşiyên sînemaya Efrîqayê tê li darxistin. Di mihrîcanê de bi taybet beşdariya bi hêz a jinên derhêner balê dikşîne. 

Di pêşbaziya fîlmên mentraj dirêj de, derhênerên jin ên wek Leila Trikî (Deqa Bayê), Khawla Asbab Benamer (“Radhia”), Togo Angela, Akireburo Rabatel, Burkina Faso, Alimata Kideraogo, Uganda û Rahima Nanfuuka cih digrin. 

Jin di sînemayê de xwedî gotin in

Lîstikvana Senegalî Rokhaya Niong ji ajansa me re axivî û diyarkir ku berê jî beşdarî mihrîcanê bûye û îsal ji bo wê girîng e. Her wiha di mihrîcanê de, derhênera Senegalî Mansour Sora xelata rumetê girt.

Sînemavan Kamerunî Yasmin Louie da zanîn ku jin di sînemaya Kamerun de her ku diçe hê zêdetir dibin xwedî gotin û gelek xelat bi dest xistine.

Di qada kurte fîlman de 15 fîlm di pêşbaziyê de ne

Di pêşbaziya kurte fîlman de, gelek welatên Efrîqa yên wek Mexrîb, Misir, Tinûs, Lîbya, Senegal, Benin, Fildişi Sahili, Etiyopya, Ruanda 15 fîlm di nava pêşbaziyê de ne. Beşdariya jinên ciwan ên derhêner li pêşe.

Di mihrîcanê de bi taybet sînemaya Morîtanya tê nasandin. Herçen sînemaya Morîtanya kêm were zanîn jî di mihrîcanên Efrîqa û navnetewî de xelat girt. Mihrîcan ji bo nîqaşkirina rewşa niha û dîroka sînemaya Morîtanta platformekê pêşkêş dike.

Mihrîcan dê heta 28’ê Hezîranê bidome û wê panelek bi mijara ‘Di Endustriya sînemayê de, hişê çêkirî’ were li darxistin. Panel wê guherînên sînemaya Efrîqa di dema hişê çêkirî de bigre dest.