Vejandina mîrata hunera Suweydayê bi destê jinek çêdibe
Bi kêmbûna hunerên kevneşopî re, Seher El-Eşoş xwest ku hunerên destan bike pirek ku nifşan bi mîrata wan ve girê dide. Seher ezmûna 40 salî veguherand projeyek hunerî ku mîrateya gelêrî bi giyanek nûjen, ji nû ve dide nasîn.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di demekê de ku xuyangên modernîteyê bi awayekî lezgîn di nava civakê de belav dibin û gelek hunerên kevneşopî li ber berhemên pîşesaziyê yên amade winda dibin de, hinek dest hê jî bawer dikin ku mîrat ne tenê rabirdûyek e ku were vegotin, her wiha nasnameyek zindî ye ku hêjayî parastin û veguhestina wan a ji bo nifşên pêşerojê re.
‘Hunera destan peyameke çandî û civakî ye ku giyan û bêhna îro û duh hildigire
Di navbera hewlên parastina bîra gelêrî û pêşkêşkirina wê ya bi awayekî ku li gorî demê be, çend jinên mînak hene ku karîne hunerên destan veguherînin peyamek çandî û civakî ku bêhna rabirdûyê û giyanê ya niha, bi hev re hildigre.

‘Nîşandana berhemên ku bi resenî û taybetmendiyên gelêrî yên Suweydayê dagirtî ne’
Jineke ku van modelên hunerê pêşkêş dike, Seher El-Eşoş a ku piraniya temenê xwe ji bo vê hunerê terxan kirî ye. Seher El-Eşoş zêdetirî 40 salên emrê xwe, ji bo sêwirana cil û bergan û dirûtinê terxan kiriye. Piştre berê xwe daye hunerên destan ên kevneşopî, da ku ji materyalên sade berhemên hunerî yên ku bi reseniyê dagirtî ne û taybetmendiyên mîrata gelêrî ya bajarê Suweydayê nîşan didin, çêke.
‘Pîşeyên kevneşopî beşek girîng a bîra civakê ne’
Di nav mala wê ya sade de, di nav qumaş, qamîş û têlên kevin de, rêwîtiya wê ya dûrûdirêj a bi hunerê re dest pê kir. Ji aliyê ezmûna wê ya berfireh a di cîhana qumaş û sêwiranê ve, her wiha evîna wê ya kûr a ji bo mîrata herêma xwe û baweriya wê ya ku pîşeyên kevneşopî beşek girîng a bîra civakê ne, dihat ajotin.
‘Hunerên destan çîroka pîr û kalan û hûrguliyên jiyana rojane pêk tînin’
Seher El-Eşoş bawer dike ku salên wê yên xebatê yên dirêj di sêwirana modayê de ezmûneke berfireh di hevrêzkirina reng, materyal û hûrguliyên nazik de dane wê. Pişt re jî di pêşxistina berhemên mîratî ya bi destlêdanên hunerî yên hemdem de, alîkariya wê kirine. Seher çîroka xwe wiha vedibêje: “Hunerên destan ne tenê rêyek ji bo debara jiyanê an jêhatiyeke ji bo derbaskirina demê ne. Her wiha çîroka bav û kalan û hûrguliyên jiyana rojane ne ku giyanê malên kevin pêk tînin. Ji ber vê yekê, bi rêya karê xwe, ez hewl didim ku van hûrguliyan bi awayekî nûjen zindî bihêlim, mîratê bikim tiştek gihîştî û di jiyana rojane ya mirovan de hebe, li şûna ku tenê di bîranînê de bimîne.”
Hewla pêşxistina mîrateyan a bêyî ku ruhê xwe yê resen winda bike
Seher El-Eşoş da zanîn ku fikra projeya wê ji ber fikirîna berdewam a li ser xaniyên kevin ên ku bajarê Suweydayê pê bi nav û deng in. Seher wiha got: “Nemaze xaniyên ku ji kevirê reş hatine çêkirin, ku tevî derbasbûna demê û pêşketina bajarî bedewî û heybeta xwe parastine, derketiye holê. Projeya min dişibe van xaniyan. Ez hewl didim ku mîrateyê bêyî ku ruhê xwe yê resen winda bike bipêş bixim, mîna kevirê kevin di nav avahiyên nûjen de hêmanek domdar maye.”

Perçeyên mîratî veguherand beşek yekgirtî ya jiyana rojane
Ji vê vîzyonê, Seher dest bi sêwirandina mobîlyayên malê kir ku ji mîrata gelêrî îlham girtibûn. Bikaranîna materyalên hêsan ên ku dapîr di demên berê de pê ve girêdayî bûn, wekî tebaqeyên ji qamîş, tepsiyên destçêkirî û têlên kevneşopî yên ku mal pê dihatin xemilandin û di jiyana rojane de dihatin bikaranîn. Lê belê, Seher van materyalan bi şêwazek modern ji nû ve şîrove kir, wan ji bo dîzayna hemdem û bikaranîna malê ya heyî guncaw kir, perçeyên mîratî veguherand beşek yekgirtî ya jiyana rojane, ne tenê tiştên ku ji bo pêşandana di pêşangehê de bin.
Parastina ruhê hunermendiya kevneşopî
Seher El-Eşoş balê dikişîne ser zehmetiyên di peydakirina madeyên xav de. Nemaze ji ber ku gelek materyalên kevneşopî bi pêşketina pîşesaziyên nûjen re ji bazarê winda bûne, mîna kaya giyayê xwezayî û hin cureyên têlan ku berê di çêkirina kelûpelên malê û dirêjkirina kursiyên kevneşopî de dihatin bikaranîn. Ji ber vê yekê, ew neçar ma ku li atolyeyên kevin, dikanên qumaşê û bazarên kevneşopî bigere da ku materyalên dişibin yên berê bibîne, bi vî rengî ruhê hunermendiya kevneşopî parastiye.
Di pêşerojê de dixwaze saziyeke biçûk ava bike
Xeyala Seher El-Eşoş ew e ku di pêşrojê de saziyeke biçûk ava bike. Di wê saziyê de bi hînkirina hunerên destan ên kevneşopî ve mijûl bibe û jinên ku bi vejandina mîrate bi awayên hemdem re eleqedar dibin jî tê de cih bigirin. Her wiha veguhestina ezmûnan bo nifşê nû û dabînkirina derfetên kar ku alîkariya jinan bikin ku şert û mercên jiyana xwe baştir bikin, nemaze şert û mercên aborî yên dijwar di ber çavan re were derbaskirin.
Seher El-Eşoş bawer dike ku hunerên kevneşopî ger rastî eleqe û destekek têr û kirrûbira guncav bistîne bê, dikarin bibin projeyên hilberînê yên girîng. Ji ber ku berhemên destçêkirî xwedî nirxek hunerî û çandî ne ku ji berhemên pîşesaziyê yên amade cuda ye. Ev yek jî dibe sedem ku gelek kes îro vegerin ser û bala xwe bidin berhemên mîratî û li perçeyên ku giyanê rabirdûyê hildigrin, bigerin.
‘Parastina mîratê berpirsyariyeke kolektîf e’
Seher El-Eşoş di dawiya de destnîşan kir ku parastina mîratê berpirsyariyeke kolektîf e ku dikeve ser milê tevahiya civakê û wiha got: “Ji ber ku windabûna hunerên kevn tê wateya windakirina beşek girîng ji dîrok û bîra mirovan. Ji ber vê yekê, bi rêya xebata xwe, hewl didim ku amûrên kevn bi şêwazek nû vejînim, da ku di malên zarok û neviyan de hebin û mîna beşek ji nasnameya çandî ya civakê, berdewam bikin.”