Jin li Hesekê bi çand û hunerê destek didin YPJ’ê
Tevgera Hîlala Zêrîn a Rojava ku bi çand û hunera xwe destek dide YPJ’ê, bi vê armancê çalakiyên wek şano, konser û pêşangehan li dar dixe.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Pêkanîna peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hîn temam nebûye. Naskirina statuya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di sazûmaniya Wezareta Parastinê de hê yek ji dosyayên asêmayî ye.
Lê jin bi israr û têkoşînek mezin her cure çalakiyan lidar dixe. Li her derê jin piştgiriya xwe, hevgirtina xwe ji bo YPJ’ê raber dikin. Jin ne tenê piştgirî didin ew heman demê de dibêjin YPJ emin, em bi xwe YPJ ne. Jinên Rojavayê Kurdistanê gihiştine wê asta zanabûyîna ku jin û civak bê parastin nabe. Ew hêza parastin jî ewê bixwe bin.
Çalakiyên hunerî dê bên lidarxistin
Di vê çarçoveyê de Tevgera Hîlala Zêrîn a Rojava bi ragihandina bernameyekê hunerî, destek da kampanyaya piştgiriya ji bo YPJ’ê. Hîlala Zêrîn dê konser, pêşandana şanoyê û pêşangehên wêneyan li Hesekê, Dêrik, Qamişlo û Dirbêsiyê li dar bixe. Di van çalakiyên hunerî de dê jiyana şervanên YPJ’ê, têkoşîna YPJ’ê ya li hemberî DAIŞ’ê, destkeftiyên ku YPJ’ê bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê dane qezenckirin, bên nîşandan.
‘Zîhniyeta yekrengî wê Sûriyeyê ber bi xeteriyek mezin bibe’
Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê Sîmav Ebdî, tekez kir pêvajoya ku herêm niha tê de derbas dibe pêvajoyeke entegrasyonê ye û wiha domand: “Naskirina statuya Yekîneyên Parastina Jinê di nav sazûmaniya Wezareta Parastinê de, dê pêvajoyê bi rengekî demokratîk mîsoger bike . Zihniyeta hikûmeta demkî hîn jî bi awayekî tam hebûna jinan qebûl nake. Ev zîhniyet bi netewperestî û zayendparêziyê ve girêdayî ye. Ev zîhniyeta yekrengî, wê Sûriyeyê ber bi xeteriyek mezin ve bibe.”
Bi çand û hunera xwe piştgirî didin YPJ’ê
Sîmav Ebdî da zanîn ji ber ku YPJ nasnameya jinan a li herêmê û tevahî cîhanê ye, armanca piştgiriya pêngavê qebûlkirin û parastina statuya YPJ’ê ye û wiha pê de çû: “Pêngava piştgiriyê heya niha berdewam e û dê dewam bike heta ku armancên xwe pêk bîne. Tevgera me dê bi rêya huner û çandê piştgirî bide YPJ’ê. Li ser vê bingehê, bernameyek hat amadekirin ku tê de konser, pêşandanên şanoyê û pêşangehên wêneyan li çar bajaran werin lidarxistin.
Sîmav diyar kir temsîliyeta jinan di hikûmeta demkî de pir lawaz e û asta beşdarbûna wan li qadên biryardayînê têr nake. Li gorî wê, bilindkirina asta tekoşînê di vê qonaxê de pêdiviyeke bingehîn e da ku hebûn, maf û rola jinan di Sûriyeya pêşerojê de bê mîsogerkirin.
‘Naskirina fermî ya YPJ’ê erkeke cidî ye’
Nivîskar û derhêner Fatma Ehmed ku di Beşa Şanoyê ya Hîlala Zêrîn de kar dike, piştgiriya xwe ji pêngava “YPJ’ê hebûna me ye, em Hemû YPJ ne” ragihand û got ku ev hemle ji bo naskirina rola YPJ’ê û nirxandina têkoşîna wê gelek girîng e û wiha got: “YPJ di dirêjahiya 14 salan de di warê parastin û ewlehiya herêmê de fedekariyên mezin pêşkêş kirine. Di şexsê YPJ’ê de dinyayê hêza jina Kurd a şervan nas kira û şervanên wê di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de bûne mînakek ji berxwedan û îradeyê. Naskirina fermî ya YPJ’ê ne tenê daxwazek e, her wiha erkeke cidî ye. Ji ber ku YPJ yek ji bingehên sereke yên destkeftiyên Şoreşa Jinan e.
Çand û huner piştgiriya YPJ’ê dikin
Fatma anî ziman ku Tevgera Hîlala Zêrîn bi rêya çand û hunerê piştgirî dide YPJ’ê û wiha domand: “Ew bi çek û felsefeya xwe, em jî bi çand û hunera xwe hevdû temam dikin. Armanca me ew e ku bi rêya şanoyê berxwedan, fedekarî û têkoşîna şervanên YPJ’ê nîşan bidin.”
‘Tola Kezî’ û peyama yekîtiya jinan
Fatma Ehmed diyar kir ku di çarçoveya hemleyê de du şano tên amadekirin û ev agahî dan: “Yek ji wan bi navê ‘Tola Kezî’ ye ku li ser çîroka şervanek YPJ’ê hatiye avakirin. Şervana ku di dema êrîşên li ser Rojava de ji aliyê HTŞ’ê ve hat dîlgirtin û keziya wê hate birîn. Armanca vê şanoyê ew e ku girîngiya yekîtiya jinan û helwesta wan li hember doza jinan were nîşandan. Peyama wê ew e ku dema mijar dibe maf û azadiya jinan, yekbûna jinan hêztir dibe.”
‘Pêt û Ar’ çîroka fedakariya şervanan vedibêje
Li ser şanoya duyemîn ku bi navê “Pêt û Ar” tê amadekirin, Fatma Ehmed got ku ev berhem çîroka şervanên YPJ’ê vedibêje ku di şert û mercên şer de dilsoziya hevaltiyê, fedakariya jinan û parastina civakê nîşan dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çîroka me, bingeha xwe ji bûyerên rastîn digre û armanca jê ew e ku rastiya berxwedan û fedekariyên şervanên YPJ’ê bi zimanê hunerê nîşan bide.”