Amel Dekkar: Wêne ne tenê kêliyek cemidî ye, gotarek dîtbarî ya vekirî ye
Wênegir Amel Dekkar di pêşangeha ‘Bêdengiya Dîtbarî’ ku li paytexta Cezayîrê hate vekirin de, berhemên xwe yên dawî pêşkêşî hezkiriyên hunerê kir. Berhemên wê bi nêzîkatiya xwe ya xweser re bal kîşand ser hunera bingeha raman û hizirînê.
NECWA RAHÊM
Cezayîr – Di cîhana wênekêşiyê de, hêza wêneyekî ne bi hejmara çarçoveyan têne nîşandan, bi bandora dîtbarî û mirovî ya ku ew li ser temaşevanan dihêle tê pîvandin. Bi karanîna vê têgihîştinê, wênekêş Amel Dekkar xebata xwe li dora têgeha ‘bêdengiya dîtbarî’ şekil dide. Di vê nêzîkatiyê de, valatî dibe beşek ji çîrokê, di heman demê de wêne vediguhere cîhek ji bo raman û şîrovekirina hundurîn.
Galeriya Hunerê ya ‘Ez-Zuvvar’ li peytexta Cezayîr, di pêşangehê de ku di 9’ê Gulanê de vebû û heta 4’ê Hezîranê bi dome, hilbijartinek ji berhemên hunermend pêşkêşî hezkiriyên hunerê dike. Pêşangeh li ser bingeha pîvana sembolîk a wêneyê û têkiliya nazik a di navbera ronahî û siyê, hebûn û tunebûnê de, ezmûnek dîtbarî ya cûda pêşkêşî temaşevanan dike.
Ev pêşangeh her çend wek berdewamiya xebatên berê yên hunermend li Pirtûkxaneya "Alamat" be jî, projeya ‘Bêdengiya Dîtbarî’ di warê nêrîna hunerî û nêzîkatiya estetîkî de qonaxek berfirehtir temsîl dike. Amel Dekkar bi armanca her xebatek xwedî cîhek bêhempa ji bo raman û şîrovekirinê ye, hilbijart ku hejmareke sînorkirî ya wêneyan di formatên mezin de nîşan bide.
Berhemên ku di projeya ‘Bêdengiya Dîtbarî’ de cih digirin, nêzîkatiyek nîşan didin ku girîngiya sembolîk û kûrahiya her wêneyekî di teyîsîne. Ev nêzîkatî her wiha bi şêwaza hunermend re lihevhatî ye ku hesasiyeta dîtbarî bi lêgerîna estetîkî re dike yek.
Di pêşangeha bi navê ‘Bêdengiya Dîtbarî’ ya hunermend Amel Dekkar bal kişand ser awayek ê vegotina ku qadê bi nêrîna hundir û şexsî dide temaşevanan. Hate diyarkirin ku hunera wêne xwedî hêz e ku hebûna jinan di civakê de û veguherîna nêrînên wan eşkere bike.
‘Huner li qadên bêdeng dest pê dike’
Amel Dekkar, derbarê pêşangeha xwe de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku biryara pêşandana hejmareke kêm ji wêneyan bi awayekî tesadufî nehatiye dayîn û divê wênekêşî nebe tiştek ku bi lez di qada pêşangehê de were xerckirin. Li gorî wê, divê derfet ji temaşevan re were dayîn ku raweste, bifikire û têkiliyek hundurîn bi xebatê re ava bike û got: “Wêne ne tenê kêliyek cemidî ye, gotarek dîtbarî ya vekirî ye ku her temaşevan dikare li gorî ezmûn û hestên xwe şîrove bike. Dema temaşevan ji pêşangehekê derdikeve, divê ew bandor an peyamek ku ji hêla wêneyê ve li pey xwe hiştiye bi xwe re bibin. Têgeha ‘Bêdengiya Dîtbarî’ qadeke fireh a vekirî ya şîrovekirinê ye. Ev nêzîkatî di cîhana îro de, ji hêla dîmenên ku bi lez têne vexwarin û naveroka rûberî ve serdest in, hîn bêtir pêwîst bûye.”
‘Ev ezmûn dê jinên din jî teşwîq bikin’
Amel Dekkar bal kişand ser hebûna jinan di hunerê de û da zanîn ku her çend hejmara wênekêşên jin ên ku berhemên xwe li qadên hunerê nîşan didin hîn jî kêm be, hunermendên jin her ku diçe bêtir xuya dibin. Destnîşan kir ku ev gavên destpêkê ji bo temsîliyeteke xurttir a jinan di cîhana wênekêşiyê de girîng in û ev ezmûn dê jinên din jî teşwîq bikin ku berhemên xwe parve bikin.
Amel Dekkar derbarê tercîha xwe ya reş û spî de, diyar kir ku ew ne tenê hilbijartinek teknîkî bû, di heman demê de ‘tercîhek estetîk û felsefî’ bû û wiha got: “Reş û spî bingeha mirovan û hûrgiliyên hestyarî ronî dike û xebata têkiliya ronahî û siyê û berevajîya di navbera tarîtî û ronahiyê de vedihewîne. Ev nêzîkatî astek bêdem û hizirkirî dide wêneyan, di heman demê de hêza wan a vejandina bîranînan jî zêde dike.”
Jina Tuareg nûnera nasname, bîra kolektîf, resenî û berxwedanê ye
Di berhemên hunermend de, jina Tuareg wekî rêgezek dîtbarî ya ku wateyên sembolîk ên bihêz hildigire derdikeve pêş. Li gorî Amel Dekkar, jina Tuareg nûnera nasname, bîra kolektîf, resenî û berxwedanê ye. Cilên kevneşopî ku bi sedsalan hatine parastin, mînakek bêhempa ya pabendbûna bi aîdiyeta çandî pêk tînin.
Amel Dekkar girêdanekê di navbera têkoşînên jinan ên di seranserê dîrokê de ji bo îspatkirina hebûna xwe û rastiya ku jinên îro bi bandortir, bi xwebawertir û xuyatir dibin de digerîne. Ew bawer dike ku huner roleke girîng di dîtina vê veguherînê de û di pêşkêşkirina wêneya jinan di civakê de bi awayekî hişmendîtir û kûrtir de dilîze.
Nêzîkatiya hunerî ya Amel Dekkar ne tenê bi fikarên estetîkî ve sînordar e; ew pirsên nû li ser nasnameya, jin, bîr û mirovahiyê derdixe holê. Ji bo wê, kamera ne tenê amûrek belgekirinê ye, amûrek ji bo raman û diyalogê ye. Bi projeya xwe ya ‘Bêdengiya Dîtbarî’, hunermend nîşan dide ku wênekêşî dikare bê deng gelek tiştan bibêje û hunera rastîn carinan di cîhên bêdeng de dest pê dike ku dihêle ruhê azadiya hîskirin û şîrovekirinê hebe.