Rêwîtiya Jiyanê: Di Navbera Şahî û Hêviyê de…
Nivîskar û çalakvana civaka sivîl a Mexrîbî Ibtîsam el-Wardî ya ku dema nexweşîna giran derbas dikir ji xwe re gotiye ‘hêvî dikare rizgariyê bîne’ û di pirtûka ‘Rêwîtiya Jiyanê: Di Navbera Şahî û Hêviyê de’ de, ezmûnên xwe bi jinan re parve kiriye.
HENAN HARÎT
Mexrîb- Nivîskar û çalakvana civaka sivîl a Mexrîbî Ibtîsam el-Wardî ezmûnek mirovî ku wê bijartiye, ezmûnek ku serdemek dijwar a nexweşiyê veguherîne destpêkek nû, pêşkêş dike. Di demeke jiyana xwe de el-Wardî ji nexweşiyek piştê dikşand. Ev êşa ku bandor li tevgera wê dikir, wê mehkûmî şêwazek jiyanek dijwar dikir. Ev pêvajo hema hema wê ber bi tenêtî û bêzariyê ve bir.
Ibtîsam el-Wardî ya ku bi vê rewşê re rû bi rû ma, berê xwe da nivîsandinê da ku dîsa li ser piyan bimîne û xwe ji nû ve birêxistin bike. Nivîsandin ji bo wê bû amûrek berxwedana hundurîn, hêdî hêdî wê vegerand hevsengiyê. Bi demê re, wê bi tevahî tenduristiya xwe baş kir û wê serdema dijwar li dû xwe hişt, vegeriya jiyanek normal.
Dema ku êş vediguhere hişmendiyê rizgarbûna ji êşê mimkun e
Di vê çarçoveyê de, pirtûka wê ya yekem, "Rêwîtiya Jiyanê: Di Navbera Şahî û Hêviyê de," dikeve kategoriya wêjeya xwe nirxandinê. Ew pêvajoyek kesane nîşan dide ku bi êş, şikestin û têkçûnê, wekî rêyek ber bi ji nû ve avakirin û vejîna xwe ve diçe. Bi vî rengî, ew ji ezmûna takekesî derbas dibe û vediguhere peyamek mirovî ya berfirehtir. Ev pirtûk bangek zelal e ku meriv teslîm nebe. Ibtîsam tekez dike ku heya ku di mirov de nefes hebe hêvî mimkun e. Ew dibêje ku dema êş vediguhere hişmendiyê û ezmûn vediguhere hêza hundurîn, kapasîteya rizgarbûna ji êşê ji bo hem mêran û hem jî jinan bi heman rengî mimkun e.
Bi formata dîjîtal çap kir
Ibtîsam el-Wardî diyar kir ku pirtûk bi rêzikek demê ya kevneşopî ve girêdayî nîne, berovajî vê, ew cîhek ji bo fikirîna li ser wateya berxwedan û berdewamiyê di nav veguherînên dijwar ên jiyanê de vedike. Ibtîsam destnîşan kir ku wê ji ber sedemên taybet, çapkirina berhemê ya bi formata dîjîtal bijartiye xwestiye ku bi vî awayî bighîje xwendevanên herî berfireh.
Ji ezmûnek kesane dest pê kir
Her çend nivîs ji ezmûnek kesane derdikeve jî, ew bi wê ve sînordar nîne. lbtîsam da zanîn ku ew bi zimanekî sade û hestyarî ji xwendevan re diaxive û dibêje ku şahî ne rewşek demkî ye, lê bijartinek rojane ye û hêvî dikare di kêliyên herî tarî de jî were avakirin. Ibtîsam wiha got: “Nivîsandin ji bo min amûrek başbûnê û berxwedana bêdeng e ku êşê vediguherîne zanînê û şikestinê vediguherîne hêza hundurîn. Pirtûk xwedan aliyek mirovî û jinane ya cuda ye. Jinan ne wekî qurbaniyên pirsgirêkên psîkolojîk û civakî, wekî mijarên çalak ên ku bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimînin pêşkêş dikim.”
‘Şahî ne armancek bi serê xwe ye, encama berdewamî û berxwedanê ye’
Ibtîsam ragihand ku lênêrîna xwe, piştgiriya mirovan û têkiliyên nêzîk, hêmanên bingehîn ên di pêvajoya başbûnê de ne û wiha domand: “Pirtûk bangek zelal e ji bo qebûlkirina xwe; pêşniyar dike ku têkçûn qonaxek fêrbûnê be û jiyan, çi qas tarîtî dijwar be jî, rêyek tijî dersan be û qet bê ronahî nebe.” Li ser bijartina sernavê "Rêwîtiya Jiyanê: Di Navbera Şahî û Hêviyê de", Ibtîsam diyar kir ku ew ezmûna wê ya jiyanê nîşan dide û wiha pê de çû: “Tevliheviyek ji şahî û dilşikestinê, ji derbaskirina dijwariyan û ji nû ve rabûna ji nû ve. Şahî ne armancek bi serê xwe ye, tevî astengiyan jî encama berdewamî û berxwedanê ye. Min dilê gelek jinan kiriye pirtûkê, bi armanca veguherandina êşa kesane bo zimanekî hevpar. Her jinek dikaribû di vê ezmûnê de perçeyek ji jiyana xwe bibîne.”
‘Piştgirî û hevgirtin dikare deriyê destpêkek nû veke’
Ibtîsam destnîşan kir ku têkçûn pir caran bi tundî tê nirxandin dema ku ew têkildarî jinan e û wiha got: “Lê ew qonaxek pêwîst a ji bo mezinbûnê ye. Têkiliya bi ezmûnên jinên din re, dibe sedem ku ez bibînim ku berxwedan xalek hevpar a mirovan e. Piştgirî û hevgirtin dikare deriyê destpêkek nû veke. Nivîsandin dikare bibe dirêjkirina xebata jinan a di qadê de û celebek berxwedana bêdeng. Peyamek min ji bo jinên ku ezmûnên dijwar derbas kirine heye. Berxwedan mimkun e. Ezmûnên dijwar dikarin veguherin hêzê. Ji vegotina çîrokên xwe netirsin û qet dev ji lêgerîna şahî û hêviyê ya her roj, bernedin.”