‘Bi riya hunerê em dikarin peyama neteweyî bigihîjînin’
Hunermend di civakê de xwedî roleke diyar in di civakê de û huner jî zimanê ku hemû kes dikarin jê têbigîjin e. Ji ber wê hunermend bi riya hunerê hestên xwe yên neteweyî tînin ziman û bi hunera xwe piştevaniya berxwedana Rojava dikin.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce- Piştî kuli dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin li ser Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve seferberiya giştî hat ragihandin, li her aliyê Kurdistanê û derveyî Kurdistanê Kurd xwedî li vê bangê derketin û li bajar û bajarokên Kurdistanê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. Ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Rojava. Her wiha hunermend jî bi çalakî û orkestrayên xwe beşdar bûn û piştevaniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirin.
‘Min di tabloyên xwe de keyîzan teyîsand’
Şêwekar Marîa Suheyîb wiha got: “Weke jinek gelek nexweş e ku niha ne li wê derê me. Bedena mirov divê jê re rêz were nîşandan. Ji ber wê weke xwedîderketin min di tabloyên xwe de por teyîsand. Her wiha di waneyan de min ji xwendekaran re got û bi serbilindî dibêjim, por xwedî taybetmendiyeke gelek girîng e. Divê hemû beş bi karê xwe behsa pirsgirêka neteweyî bikin û hunermend jî beşek ji wan in.”
Mamoste Şoxan Cemal wiha got: “Weke mamoste divê em ji bo hezkirina welatê xwe rê nîşan bidin. Xebatên min ji bo welatê min in, ne tenê ji bo rojên neteweyî ne.”