Ji Meryem Kobanê ji bo keziya jêkirî: Risteyên li ser berxwedana jinan

Şoreşger Meryem Kobanê, bi helbestek destek da kampanyaya ku li Rojava li dijî jêkirina keziya şervaneke jin hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Meryem Kobanê ya ku salên xwe di nava şer, dorpêç û berxwedanê de derbas kiriye; ji bo desteka ji kampanyaya bi navê “Dê ev por we bifetisîne” ku li dijî jêkirina porê şervanek li Rojava hatiye destpêkirin, helbestek nivîsand. Risteyên wê li dijî êrîşa li ser bedena jineke şervan, bîr, hêrs û banga berxwedanê hatine honandin.

Vê helbesta ku Meryem Kobanê nivîsandiye, ji şahidiya wê pêk hatiye. Jineke ku jiyana wê di eniyen şer, çeper, windabûna hevriyên xwe derbas bûye, li dijî destê ku dirêjî porê jinek bûye, bi risteyan hêrsa xwe vedibêje. Di risteyan de hêrs heye; lê wisa hêrseke bi çavsorî nîn e. Hêrseke ku xwe bi bîrê xwedî bike, vediguhere zanînê. Şîn heye lê teslîmiyet tune ye; dijberî wê hesteke berxwedanê heye.

Helbest di heman demê de, destekê dide kampanyaya hûnandina por a di medyaya dîjîtal de. Bersiva ku bi hezaran jinan bi hûnandina por dan; bi risteyên Meryem vediguhere dengê azadiyê.

“Kezî

Tu min nas dikî ez kî me

Ez keçeke Hûrî me

Neviyê Meda me

Zarokeke di nava bîra jiyanê de welidî me

Dema ez hatim dinyayê

Min çavên xwe ne bi firmêskan vekir

Dema dayîka min

ji min re lorîk dilorandin

Wexta keziyên min dihûnandin

Hêdî hêdî

Bi gotinên nepandî

Ji nava lêvê wê derdiketin

Ez dizanim ku behsa bedewiya pîroz dikir

Dema hûnandina keziyên min temam dikir

Her carekî min dipirsî ya çima du guliyên min hene

Destên xwe bi ser serê min re dianî

û digot her mirovek rengê erdnîgariya xwe dide

Delala min yek Firat e yek ji Dîcle ye

Di bin hevokên wê yên nepandî de

Behsa lehengiya jinan dikir

Rindêxan, Gulîzar, Leyla, Xanim, Zîlan, Hevzêxan Erdelanî, Besê

û pêve diçû diçû rêz dikir

Gelo ez kîjan ji wa me?

Ez ji li ber xwe ve diponijîm

Gelo çima dayîka min nedihelişt ez porê xwe veşêrim.

Çelenga min di baweriya me de

Porê xwe veşartin nîn e

Baweriya me ji Rojê ye

Ji ber wê dizanim

Herdu gulikên min e hûnandî

Ne ji bo qestîka ye ku pê şa bibin

Min hûnaye ji bo Egîdê Kurdan pê sermest bibin

Pê şa û bextewer bibin

Ji bo dijminan tîr in

û bendê ku wan pê bixeniqînim

Lê ji bo Egîd û xweşmêr

Şa bûn û îlhame

Heyyy zilamê kastîk

 

Tu ji bedewiya guliyên min ditirsî hê

Tu ji cemaliya rûyê min ê weke rojê ditirsî

Heyyy dirinde yê tarîtiyê

Me tu yê karibî rojê

bi destê xwe yê qirêj şewqa wê tarî bikî

Tu yê nikaribî!

Ji ber ez Delîla me

Ez Viyan im

Ez Sema û Zilan im

Ez bawerî û Hêvî me

Ez Evîn û Dîcle me

Ez ne neviyên Hûrî û Mîtaniya me

Ez keça Rojava me û ez Kurdistanî me

Ez rûmeta dilê hemû lawên Kurda me

Lê ez xof û tirsa dilê dirinde me

Ez keça Kurda me

Ez Keça Kurda me.”