Sureya Rizqî: Di hundirê her jinek de potansiyelek mirovî heye

Ezmûna hunerî ya jina Mexrîbî Sureya Rizqî, modelek biryardarî û lêgerîna xwe-fêmkirinê temsîl dike, di dijberiyeke berbiçav de li dijî rolên kevneşopî yên serdest ên ku ji hêla civakê ve li ser jinan têne ferzkirin, vedibêje.

RECEA XEYRART

Mexrîb – Sureya Rizqî ya ku ji bajarê Salle nêzî  El-Rîbat yê Mexrîbê ye, di dema belavbûna pandemiyê de bi rêbazên xwe yên bêhempa û taybet, ji heqê vê pandemiyê derket. Her çend cîhan radestî  qedexeyên ku ji ber pandemiyê hatine ferzkirin de bû jî, wê ezmûnên xwe û jiyana xwe ya rojane bi rêya berhemên hunerî yên ku ji agat, hevrîşim û materyalên sade yên li dora wê diafirîne belge kir. Şêwaza wê, bala herkesê ku karê wê dît, kişand. Ji malbata wê dest pê kir, ku wan qet hêvî nedikir ku ew xwedî jêhatîbûnek hunerî ya ewqas kûr be.
Di demeke ku cîhan pêşaniyan xwe ji nû ve diguherand û tiştên ku girîng xuya dikirin terk dikir de, Sureya Rizqî şoreş pêk anî. Sureya  jiyana xwe ya rojane bi xwevekişandina nav xwe û derxistina holê ya behreyek ku mîna kaniyên avê diteqe û diherike, ji nû ve saz kir.

Tiştên ku di depoya xwe de veşartî veguherand hunerê


Derbarê serpêhatî û ezmûnên xwe de Suriya Rizqî em agahdar kirin. Suriya ragihand ku zêdetirî 5 sal berê, neçar mane ku ji ber pandemiyê li malên xwe bimînin û got ku “Ji bo min ev yek gelek kompleks û tevlihev bû. Ez bêzar bûm, ji ber vê yekê min depoya xwe ya agat û sefîfa (şerîta hevrîşim an jî metal a bi herîr  hatiye pêçandin) derxist û dest bi çêkirina tabloyan kir. Di  destpêkê de min  ji pandemiyeyê  îlhama xwe girt û piştre jî derbasî mijarên din ên ku her gav bala min dikşandin, wek jinên Mexrîbî, zaroktî û yên din, bûm.”
Baweriya ku di Sureya Rizqî de ava bûbû, bû hêzek ku hişt ew bêzarî û tenêtiyê derbas bike. Her çend ew tenêtî bi tevahî dijwar nebû jî, xwezaya wê ya hestiyar giraniya wan kêliyan veguherand hunerek ku bi hemû hestên ku di hundirê wê de diherikin lê dixist.

‘Hunera min bû zimanek dîtbarî ezmûnên min vedibêje’


Suriya destnîşan kir ku îzolebûn û tenêtiya ku wê jiyaye, ew ber bi her tiştê ku bêqîmet xuya dikir ve biriye û wiha pê de çû: “Lêgerîna min derbarê tiştên mîna perçeyên belavbûyî yên agat, têlên Sefîfa yên hunandî, kartonên avêtin û her tiştê ku dikeve destên min de dest pêkir. Min ew paqij kirin û dest bi ji nû ve teşekirina wan kir. Tiştên ku ji bo avêtinê bûn, min  veguherandin peyker û bûkên ku zindî xuya dikirin. Hêdî hêdî, min êdî ne tenê rêyek ji bo kuştina demê ji bo xwe peyda kir, her wiha min zimanek dîtbarî dîtibû ku bi riya wê ezmûna karantînayê ya li ser her kesî hatî ferzkirin vedibêje, min dît.”

Huner projeyek jiyanê ye

Sureya Rizqî bawer dike ku huner peyamek e û di hundirê her jinek de, tevî cûdabûna rewş an pozîsyona wê, projeyek jiyanê heye. Li gor nêrîna wê, ew proje li benda aşkerabûnê ye. Her wiha li benda derxistina ji tariya hundirîn ya jinê bi xwe ya ber bi ronahiyê ve ye. Ezmûna ku wê di dema karantînê de jiyaye, hişt ku bi berfirehkirina projeyê bifikire û di dawiyê de ew ber bi afirandina kanalek ve bir ku ew vê hunera xwe fêrî zarokan bike ka mirov çawa bûkan çêke û tiştên ku bêqîmet xuya dikin vediguherîne peyker û pêlîstokên bikêr.

‘Veguheztina kevneşopiya herêmek bo herêmeke din’

Sureya Rizqî diyar kir ku wê karîbû hunera xwe ji şêwazek ku wê ji bo revîna ji îzole û tenêtiyê peyda kiriye. Sureya got ku wê ev şêwaz veguherandiye projeyek perwerdehiyê ku gelek zarok ber bi xwe ve kişandiye û wiha dewam kir: “Bi riya kanala xwe, min ji bo zarokan rêyek dît ku xwe ji bandora teknolojiyê û têlefonên destan (aqilî) rizgar bikin. Bi saya bûkên ku cilên kovneşopiya Mexrîbê hatin çêkirin, min karî şaxên çanda Mexrîbî yên ku ji herêmekê bo herêmeke din cuda ne, veguhêzim û ronî bikim. Cilên kevneşopî yên çiyayî, amazîg û bejahî jî di nav de hebûn.”
Sureya bi tabloyan, ji bo hemû hezkiriyên xwe û xizmên xwe peyam didan. Carna Sureya ji bo neviya xwe ya biçûk tabloyek çêdikir da ku evîn û bêrîkirinên xwe ya ji bo wê diyar bike. Carna jî wê tabloyan çêdikir da ku ji cîhanê re bêje ku ew hê jî sax e û hêviya xwe winda nekiriye.


Peyamek ji bo hemû jinan

Ezmûna Sureya Rizqî ya hunerî xalek girîng di jiyana wê de nîşan da. Ew dayîkek e ku qet teslîmî rewşek kevneşopî ya ku di warê civakî de li ser wê hatiye ferzkirin nebû. Ji bilî hewesa wê ya ji bo hunerê, ew ji geşt, fêrbûn û xwendinê hez dike. Di tûrikê wê de gelek tişt hene ku hê jî  pêşkêş bike û wan tiştan ronahiya rojê nedîtiye. Ew dixwaze gelek ramanan bi riya afirandinên xwe, tenê bikaranîna karton, mûrik û sefîfa (cureyek têl ku di çêkirina xaftanên Mexrîbî de tê bikaranîn) bîne jiyanê. Sureya Rizqî bawer dike ku jinên Mexrînê bihêz û bêhempa ne û dibêje ku tenê ji bo wan pêwîst e ku derfet werin dayîn ku xwe di warên cûrbecûr de, çi hunerî bin çi yên din de be, bînin ziman.
Babet û dozên ku Sureya Rizqî di berhemên xwe de vedikole, ruhê hunerî yê xwerû ku taybetmendiya ezmûna hunermendê gelêrî Talal e, tîne bîra mirovan. Hunerek ku jinên
Mexrîbî bi sadebûn û esaleta wan ve ya ku beriya bandorên çandên din bikevin hundir, bi şêweyê wan ê resen pêşkêş kir.

Di hundirê her jinê de potansiyelek mirovî heye

Sureya Rizqî bi reng û hûrguliyên cilên gelêrî vê yekê bi serkeftî temsîl dike, bi bêgunehiya zarokekî û kûrahiya jineke gihîştî wêne çêdike û xêz dike. Peyamên bihêz ji hemû jinan re, bêyî ku rewşa wan a civakî çi be, radighîne. Peyamên Sureya destnîşan dikin ku di hundirê her jinê de potansiyelek mirovî heye ku li benda derketina ji tariyê û ber bi ronahiyê ve ye.