Pascal Al-Hamdanî: Yek ji rêbazên rizgariya ji bandorên şer huner e

Hunermend Pascal Al-Hamdanî, bi karakterên xêzefîlm ên ji zarokatiya xwe ve xêz dike jêhatibûna xwe keşif kir, da zanîn ku yek ji riya têkoşîna li dijî rewşên nêyînî yên ji ber şerê li Yemenê didome jî huner e.

HALA AL-HAŞIDÎ

Yemen - Li Yemenê şer û pevçûn û girêdayî vê yekê jî koçberî û xizanî berdewam dike, têkoşîna jinên ku li dijî zehmetiyên jiyanê li ber xwe didin bi hev re yan jî bi awayekî rêxistinkirî didome. Hunermend Pascal Al-Hamdanî ya li Yemenê dijî, yek ji wan hunermendan e ku bi karakterên xêzefîlm ên ji 6 saliya xwe ve xêz dike, ket ferqa jêhatibûna xwe. Hunermend Pascal Al-Hamdanî ya li bajarê Taîzê yê Yemenê ji dayik bû, jêhatibûna xwe ya xêzkirinê di çalakiyên di jiyana xwe ya dibistanê beşdar bû de heta asteke girîng bi pêş xist. Hunermend Pascal Al-Hamdanî ya fikar, tirs û bêewlehiya ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê wê didome di wêneyên de nîşan dide, berhemên xwe ji bo xwe wek “stargehek” pênase dike.

'Huner yek ji riya başkirina êşan e’

Hunermend Pascal Al-Hamdanî, da zanîn ku xêzkirin yek ji riya îfadekirina ramanên wê ye û wiha got: “Şerên heyî bandorek mezin li jiyana min û ya gelek mirovên li welatên Ereban, bi taybetî jî li Yemenê kir. Ji bo îfadekirina hestên xwe çi ji destên min tê dikim. Qet ne hêsan e ku mirov xwe îfade bike û li hemberî êş, şert û mercên şer li ber xwe bide. Lê huner yekane riya îfadekirina xwe û têkoşîna li dijî vê êşê ye. Ji ber vê yekê heta ku ronahiya hunerê tarîtiya şer têk bibe, em ê girêdayî hunerê bimînin.”

'Ji bo pêşketina kêrhatiyan tevlibûna çalakiyan girîng e’

Pascal Al-Hamdanî, bal kişand ku ji bo mirov jêhatibûnên xwe bi pêş bixe, tevlibûna çalakiyên hunerê girîng e û wiha: “Tevlibûna çalakiyan mirov bi pêş dixe, motîve dike û ji bo bidestxistina tiştên mezintir piştgirî dide. Ji ber vê yekê divê mirov di tevlibûna çalakiyan de dudil nebe. Divê derfetên dikevin dest mirov baş binirxîne.”

Tevli çalakiyên navneteweyî bû

Pascal Al-Hamdanî, da zanîn ku ji 50 zêdetir hunermendên navneteweyî re tevli 6’emîn Foruma Hunermendên Ereb a Navneteweyî bûye û wiha axivî: "Ez tevli pêşangehek hunerî ya li Qesra Çandê ya Anfonşî ya li Îskenderiyeyê bûm û li Avahiya Opera ya Misrê ya li Şanoya Hunerê ya Hanagarê ji bo min şevek helbestan a taybet hat lidarxistin. Her wiha li Tirkiye, Îngilistan, Iraq, Mexrib û Iraqê jî tevlibûna min a onlîne çêbû. Ez tevli  Bernameya Jêhatibûnên Ereban a li Beyrûdê bûm. Ez hewl didim bi saya van xebatan û yên din bibim xwedî statu û navdar bibim û di hunera wêne û helbestê de şopa xwe bihêlim. Ez hêvî dikim serkeftin û destkeftiyên min ji bo gelek mirovên li derdorê min dê bibin mînak."

'Huner ji aliyê tu civak û dewletê ve nikare bê astengkirin'

Pascal Al-Hamdanî, destnîşan kir ku dikarin bi hunerê têkildari pirsgirekên civakê peyam bidin û wiha got: “Di bingeha hunera jiyanê de, hêrs, pêşxistin, têkilîdanîna bi mirovan re û îlhamgirtina ji çîrokên wan ên serkeftî heye. Ev ji gavên bingehîn ên pêvajoya pêşxistina xwe ne. Ez dubarekirina gotina ‘Heta ku ez îdia bikim ez zana me, ez ê nezan bimînim’ pir ez dikim. Ji ber vê yekê divê mirov dilnizm be û fêrbûna xwe ji deryayên zanistê berdewam bike.”

Pascal Al-Hamdanî, diyar kir ku divê civak hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê manewî ve piştgirî bide hunermendan û wiha axivî: “Huner ne tenê ji hunermend re, di heman demê de ji civakê re xizmetek e.” Pascal Al-Hamdanî, destnîşan kir ku huner beşek ji jêneger a jiyana çandî û civakî ye û ji ber vê yekê ji aliyê tu civak an jî dewletê ve nayê astengkirin û wiha got: “Divê hemû kes ji jêhatî û xeyalên xwe bawer bikin û hewl bidin gavên bi ewle bavejin. Lewre riyên herî girîng ên gihandina serkeftin û armancan ev in.”