Ji Kolektîfa Saza Êzî klîbek nû

Kolektîfa Saza Êzî ya Şengalê stranên kevnar ên civaka êzidî Lavinca Pîrê û Zembîlfiroş ê gotin û klîbek nû weşandin, vê berhema xwe jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî kirin.

FARAŞÎN MERVAN

Şengal – Kolektîfa Saza Êzî ya ku li Şengalê di bin sîwana Navenda Çand û Hunera Şengalê de xebatên xwe dike bi stranên kevnar ê civaka êzidî Lavinca Pîrê û Zembîlfiroşê ji bo ku ji nû ve zindî bikin û vê berhema xwe jî wek bersivek pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, klîbek nû weşandin.

Di heman demê de ji bo parastina dîrok, ol û baweriya xwe Kolektîfê klîba xwe li Serdeşta Çiyayê Şengalê li kubba Serekaniyê kişandine. Hejayê bibîrxistinê ye ku Kolektîfa Saza Êzî, yekemîn berhema xwe ya bi navê Wawiska Bavê Qeşemê di salvegera fermanê de li Sûka Kevin a bûye sembola berxwedanê ya Şengalê kişandibûn û bi raya giştî re parve kiribû. Di vê klîba kolektîfa Saza Êzî de Defa Stiya Nexşa jî cîh digire.

‘Em vê berhemê diyariyê Rêber Apo dikin’

Amadekar û endama Kolektîfa Saza Êzî Siyako Bagok di derheqê vê xebata xwe de ji ajansa me re axivî. Siyako Bagok diyar kir ku ew wek kolektîfa Saza Êzî vê berhema xwe diyariyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û wiha anî ziman: “Lavinc û Zembîlfiroş di civaka Êzidî de du kesayetên girîng in. Jixwe wek bawerî jî cîhê xwe di Laleşê de digirin. Lavinc kesayetekî ku ji bo welatê xwe şer kir û di vê rêyê de şehîd bû. Di eslê xwe de em dikarin bibêjin ku kesayetekî şoreşger bû. Zembîlfiroş jî mirovekî lêgerînvanê heqîqetê ye û di vê lêgerîna xwe de digihîje şehadetê. Di şexsê van her du kesayeta de me xwest em bersivek bidin vê pêvajoyê berî her tiştî em vê berhema xwe diyariyê Rêber Apo dikin.”

‘Me xwest em bibin bersiva  ferman û qirkirina li ser civaka xwe’

Di heman demê de Siyako Bagok destnîşan kir ku ew van stranên kevnar ê civaka êzidî ji xwe re wek çavkanî digirin dest. Siyako destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî gotibû ronensansa civakê û di nav ronensansê de jî girîngiya çand û hunerê û wiha berdewam kir: “Armanca me ew bû ku çîrok, stran û lorikên me yê ku wenda dibin, hinek welatên din ji xwe re dibin ji nûve zindîkirina çanda me bû. Ev aîdê civaka Êzidî ne me jî xwest van a carek din zindî bikin. Me xwest wek çavkanî em van a ji xwe re esas bigirin û li ser vê esasê xwe pêşbixin. Rêber Apo behsa ronensansa civaka Êzidî kir di nav civaka êzidî de jî di nav ronensansê de cîhê çand û hunerê pir girîng e. Derketinek li ser esasê çand û hunerê me xwest em ji nû ve zindî bikin, geş û şên bikin. Di heman demê de jî armanca me ew e ku em berê jinan, ciwanan bidin çanda wan ya qedîm. Ji bo ku karibin di vê serdemê de xwe îfade bikin û bi hemû cîhanê bidin hesandin. Her wiha bibin bersiva ferman û qirkirinê ku li ser civaka Êzidî hatine kirin. Me di şexsê lavinc û zembîlfiroş de xwest vê bikin. Me xwest em destpêkê bi vê rengî bikin.”

‘Bi vî rengî em rêxistinbûna xwe mezintir bikin’

Siyako wiha domand: “Wek kolektîfa Saza Êzî berî niha jî me xebatên bi vê rengî kir. Di salvegera fermanê û Çarşema serê Nîsanê de jî me stran û lorika, xebatên wiha amade kir. Bi vê rengî em dixwazin rêxistinbûna xwe mezintir bikin. Dûbare ez dixwazim bêjim em vê xebatê xwe diyariyê Rêber Apo dikin. Saza Êzî tembûrek taybet a civaka Êzidî bi taybetî jî ya Şengalê ye. Ev tembûr li vir çêdibin. Di fermanê de hinek saz hatibû şikandin ji aliyê DAIŞ’ê ve, piştê fermanê dûrbûnek ji sazê re çêbibû. Her wiha tenê di diwaran de daleqandî mabûn. Bi kolektîfa Saza Êzî re germbûnek, hişyariyek dûbare çêbû. Her kesekî rabû tembûrên xwe yê şikestî çêkir. Herkesê tembûrê Kurmancî kirîn. Bi vî rengî vegerek li ser kokê çêbû di eslê xwe de em dikarin wiha pênase bikin. Ciwan tên, tembûrvanên nû tên dixwazin tevlî komê bibin. Ev karekî komînal e. Ez dikarim bêjim ku ev komînekî çand û hunera Şingalê ye jî. Bandorek mezin li ser jinan, ciwanan çêkir. Ji ber tiştekî aîdê vê civakê ye. Civak dema ku tiştek aîdê xwe dibînin bi rastî jî jê hez dikin, berê xwe didinê. Ez dikarim bibêjim ku kolektîfa saza êzî bandorek bi vê rengî di nav civaka me de çêkir.”

‘Jin pêwîst e tembûrê aydê xwe bibîne’

Di dawiya axaftina xwe de Siyako Bagok armanca kolektîfê vegot û xwest zêdetir jin berê xwe bidin çanda xwe û wiha pê de çû: “Armanca me jî ji xwe em her roj xwe bi rêxistin dikin û em dixwazin em rêxistinbûna xwe ya aliyê hunerî de bipêş bixin. Ya din jî em dixwazin civaka xwe bi saza derxin ber kubba, ber deriya. Ji ber ku saz her tim di nav malan de dihat lêdan. Bi vê rengî em dixwazin jiyana xwe xweşik û rengîn bikin. Ya din jî pêwîst e jin tembûrê aydê xwe bibînin. Her wiha xebatê çand û hunerê aydê xwe bibînin ji ber çand û huner aydê jinê ye. Bangawaziya min ew e ku jin zêdetir werin û beşdarê vê kolektîfê bibin. Tembûrê rakin û xwe bi tembûrê îfade bikin. Tembûr di vê serdema teknolojiyê de mirov vedigerîne cewherê wê.”

‘Em saza xwe û cilên xwe ji bîr nekin’

Her wiha ji endamên herî biçûk ê kolektîfa Saza. Êzî Vînar Riham jî hêstên xwe anî ziman û destnîşan kir ku ji bo ku ew çanda xwe ya êzdatiyê ji bîr nekin di nav xebatên vî rengî de cîhê xwe digirin. Vînar wiha got: “Gelek xweş e wek kolektîfa Saza  Êzî em îro li vir hazir bûne. Tembûra me saza êziye û cilê me jî yê çanda êzidî ne. Gelek xweş e ku em çanda xwe ji bîr nekin. Saza xwe û cilên xweyê sipî ji bîr nekin. Ez dibêjim wek Saza  Êzî em ê hertim serkeftî bin û em ê çanda xwe ji bîr nekin.”

Endama biçûk a kolektîfa Saza Êzî Revîn Ehmed da zanîn ji bo ew çanda xwe biparêzin heya dawiyê ewê rêxistinbûna xwe mezintir bikin û wiha berdewam kir: “Ji bo Rêber Apo vê strana lavinc me beriya niha jî gotibû em ê bêjin. Armanca me ya gotina van stranan gotin ew e ku çanda êzidiyan ji bîra wan neçe.”