Hunermendeke biçûk lê xwedî xeyalên mezin
Hunermend Ehlam Ebdî di temenekî ciwan de dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî dike. Ehlam di 18 saliya xwe de bûye hunermendek bi bandor di parastin û pêşxistina çand û hunera Kobanê de.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo bi sedan jin û ciwanên herêmê bû derfeteke mezin ku xwebûna xwe nas bikin û dilxwaziyên xwe bînin cih. Herî zêde jî nifşê ku bi pêlên şoreşê re mezin bû, dikaribû meylên xwe yên hunerî bijî, bi pêş bixe û bixe xizmeta civakê.
Di vî warî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemû kantonan navendên çand û hunerê û Hîlala Zêrîn bûn cihên komkirina bi sedan ciwanan li derdora çand û hunera xwe ya resen. Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê jî jina ciwan Ehlem Ebdî yek ji van hunermendan e ku dikaribû di 14 saliya xwe de dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî bike.
Ehlam Ebdî ya 18 salî ji gundê Taşlûgê yê Rojhilatê bajarê Kobanê ye, 6 sal in di xebatên navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê de cih digre. Ehlam di 6 salan de dikaribû bi gelek berheman, hunera xwe nîşan bide.
Ehlam Ebdî bi van gotinan behsa destpêka hunera xwe kir: “Dema ku ketim nava xebatên hunerî, ez ne di wê zanebûnê de bûm ku huner pênaseya jiyana gelekî dike û bi qasî deryayekî kûr e. Dema min dibistanê dixwend heval û mamosteyên min digotin Ehlam dengê te xweş e lê divê xwe bi pêş bixî û li ser dengê xwe bixebitî. Wan gotinan bandor li min kirin ez ji bo mijarê ketim nava lêgerînê. Min nizanibû ku navendeke çandî ya li gorî pêdiviyên min heye. Rojekê bavê min ez anîm Navenda Çand û Hunerê û min qeyd kir.”
Dika Newrozê û gavên mezin
Ehlam da zanîn ku ew bi Koma Botan re mezin bûye û wiha domand: “Di destpêkê de ez yekser tevlî Koma Botan bûm, tê zanîn ku ev kom a herî kevnar e û hunermendên wê jî hemû bi temen mezin in. Di nava vê komê de weke zarokek min cih girt û bi rastî jî ez bi wan re mezin bûm. Di warê stranbêjiyê de pijiyam. Cara min a yekmîn ku ez derketim ser dikê jî li gel Koma Botan bû, di Newroza 2023’an de li bajarê Helebê bû.”
Ehlam di domandina axaftina xwe de got; “Min di cara xwe ya yekem de kelecaneke mezin jiya. Di paşverûtiya civaka me de ne pêkan bû ku jin li pêşiya her kesê stranan bibêjin ango bi xebatên hunerî re mijûl bibin. Dema ez derketim min hîs kir ku ev sînor hat şikandin û min di rêwîtiya xwe ya hunerî de gaveke şênber avêt.”
‘Ez di nava bêsînoriya hunerî de xwe bi pêş dixim’
Hunermend Ehlam Ebdî ku di gelek warên hunerî de xwe bi pêş xistiye, wiha behsa xebatên xwe kir: “Di 2023’an de ez derbasî perwerdeya Hunergeha Şehîd Welat bûm, li wê derê min perwerdeya xebatên Studyoyê girt ku ji wê demê ve ez di nava vê xebatê de cih digrim. Di heman demê de ez endama Koma Gîvara ya ciwanan im, ji koma Botan derketim. Her wiha ez amûra erbaneyê (rîtim) jî bi kar tînim ku himem lêdixim û mamosteya wê jî di navendê de ye. A niha 3 ekîbên min ên zarok, ciwan û mezinan hene ez perwerdeya erbaneyê didim wan. Her wiha ji bilî beşa stran û muzîkê, ez carna cihê xwe di nava komên govendê de jî digrim beşdarî gelek mihrîcanan bûme. Min bi vî şêwazî nexwest xwe tenê di beşekî de bi sînor bikim min xwest di hemû warên hunerê de serwext bibim.”
‘Ev derfet li pêşiya her kesê heye’
Ehlam li ser berhemên xwe ev agahî dan: “Gelek stranên min gotine hene û berhemek jî ya min bi xwe ye. Heta niha di amadekirin, qeydkirin û beşdarbûna 7 stran û klîbên wan de min cih girtiye. Weke stran û berhema min a taybet jî strana min a li ser berxwedana Bendava Tişrînê heye.”
Ehlam di malbata xwe de tekane stranbêj e, li ser vê yekê dibêje: “Ez kêfxweş im ku min di nava malbatê de deriyekî nû vekir. Di malbatê de heta niha tenê ez weke stranbêj û hunermend heme, ji bo vê jî dema em li hev dicivin her kes daxwaza stranan ji min guhdarî bike. Ev jî min gelek kêfxweş dike, ez dibînim ku dikarim di nava malbatê de rê li ber qadeke nû vekim. Ji bo vê jî ez ji jinan re dibêjim ku ev derfet li pêşiya her kesê heye bila tevlî nava xebatên hunerî bibin.”
‘Ez di parastin û pêşxistina çanda xwe de bi îsrar im’
Hunermend Ehlam Ebdî ku di pêşxistin û parastina çand û hunera xwe de bi îsrar e, bi van hestan dawî li axaftina xwe anî: “Di van salên şoreşê de jin dikaribûn di qada çandî û hunerî de gavên pir mezin bavêjin. Em niha dibînin di navendên Hîlala Zêrîn de jinan di her alî de rêxistinbûna xwe ava kirine. Ez girîngiyeke mezin didim çand û hunera xwe, ji bo vê jî her dem di nava têkoşîn û hewldana parastin û pêşxistina vê çandê de me. Ger em çand û hunera xwe neparêzin, wê kî were ji me re biparêze. Ez bi vê pîvan û têgihîştinê niha xebatên xwe yên hunerî dikim.”