5’êmîn Mihrîcana Fîlman: 81 fîlm tên pêşandan
5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewayî ya Rojava bi dirûşma “Çîrokên Hevpar Sînemeya Azad” tê lidarxistin. 81 fîlmên ku ji welatên cûr be cûr hatine, li qada Şoreşa Jinan tên pêşandan.
Qamişlo – Di 13’ê Mijdara 1960’î de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişloyê 283 zarokên Kurd di avahiya Sînemeya Amûdê de hatin şewitandin. Bi vê boneyê Komîna Fîlm ya Rojava, bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) 5’emîn mihrîcana fîlman a navnetewayî ya Rojava bi dirûşma “Çîrokên Hevpar Sînemeya Azad” li bajarê Qamişlo li dar xist.
Mihrîcan ji 13 heta 20’ê Mijdarê dê bidome. Di mihrîcanê de 81 fîlm, 22 senaryo, di nava fîlman de 8 fîlmên navneteweyî, 21 belgefîlm, 8 fîlmên Kurdî, 37 kurtefîlm û 7 fîlmên Sûriyeyê hene. Ji bilî nîşandana fîlman dê 6 semîner û panel li ser rewşa sînemayê li seranserê cîhanê û li Kurdistanê her wiha du komxebat li ser sînematografî û derhêneriyê hebin. Mihrîcan di roja yekem de bi tevlîbûna bi dehan kesan, endamên Rêveberiya Xweser, endamên hêzên leşkerî, endamên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Rewşenbîr, Hunermend, derhênerên enternesyonal û helbestvanan li navenda Mihemed Şexo ya li bajêr hat lidarxistin.
‘Avahiyên bajaran çand û hunera wan nîşan didin’
Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Şaredariya bajarê Qamişloyê Bêrîvan Omer Mihrîcana Fîlm a Navneteweyî ya Rojava pîroz kir û got: “Em îro pir kêfxweşin ku Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Civaka demokratîk bingeha fikrên azad e, Şoreşa Rojava ne tenê guhertinek siyasî bû, şoreşeke hunerî û çandî bû. Vê şoreşê nefesa xwe ji hunera azad girt. Em weke şaredariya bajarê Qamişloyê, serbilind û kêfxweş in ku îro li bajarê me ev mihrîcan tên lidarxistin. Em bi hêvî ne kesên ku li vê derê amade ne û yên ji derve hatine sûdê jê bigrin. Dibe ku ji bajarê me re hê gelek tişt hewce bin, pêdivî bi binesazî avahiyan heye lê divê were zanîn ku avahiyên bajaran di heman demê de çand û hunera wê ne ji bo wê jî gere em li çand û hunera xwe xwedî derkevin.”
‘Çanda xwe biparêzin’
Li ser navê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) hunermend Sumeya Mihemed jî axivî û got: “Dema ku mirov dibêje sînema navekî pir mezin e, çiqas mirov behsa wê jî bike wê nikaribe binirxîne. Bi derfetên pir kêm û rewşa giran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 14’ê Tîrmeha sala 2015’an de ev komîna pir biçûk a xwedî derfetên kêm li bajarê Dirbêsiyê hat avakirin. Her wiha piştre li bajarê Serêkaniyê jî xebatên sînemayê hatin meşandin û heta niha jî gelek mamoste û xebatkarên wê di nava xebatên sînemayê de ne. Bi dilekî bi êş ez bibêjim; hinek xebatkarên sînemayê xwîna xwe rijandin û şehîd ketin ji bo gelê xwe em ê jî li pey xeta van şehîdan bin û çanda xwe biparêzin. Em ê derfetên mezintir bi dest bixin û fîlmên xwe pêşkêş bikin.”
‘Em li ser vê axê şoreşeke çandî ya nû bexşî mirovahiyê dikin’
Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif mihrîcanê pîroz kir û got: “Mihrîcana 5’emîn ya komîna Fîlm a Rojava pîroz dikim. Îro em kêliyên pir dîrokî dijîn, ji ber ku em ji nû ve çand û zimanê xwe ava dikin û rêbazeke nû ji bo sînemageriyê derfertan ji bo wê ava dikin. Îro di cîhana me de bi riya sînema û hunerê êrîşeke pir mezin li ser civakan tê kirin, ev jî weke şerekî taybet e ji bo ku mêjî û hestên mirovan dagir bike tê bikaranîn. Lê em çiqas bi derfetên kêm û di nava pêvajoyên gelekî giran de bin jî em li ser vê axê şoreşeke çandî ya nû bexşî mirovahiyê dikin. Ev ax mizgîniyeke nû dide mirovahiyê ku careke din wate bidin tiştekî ku hatiye windakirin. Tevahî hevalên ku di vê xebatê de ked dane û hemû hunermendên ku lêgerînerên heqîqetê ne û doza azadiyê didomînin em ji bo keda wan spas dikin û wan pîroz dikin.”
Piştî axaftinan, komên Hunergeha Welat stran û govendên xwe pêşkêş kirin herî dawî jî fîlma “Heval Birako” hat nîşandan.
Mihrîcan dê heya 20’ê Mijdarê bi pêşandanên fîlman û semînerên hunerî berdewam bike.