Nivîskara Suryan bi nivîsandinê zimanê xwe vedijîne
Nivîskara Suryan Reşa Yohanna Şamoun tekez kir ku parastina ziman erkeke neteweyî û mirovî ye ji bo misogerkirina berdewamiya nasnameya çandî û giyanê neteweyî û got ku ziman pirek di navbera rabirdû û niha de ye.

ESMA MUHEMED
Qamişlo – Ziman ji amûrek ragihandinê bêhtir e. Ew pira ku civakan bi dîrok û nasnameya wan ve girêdide ye û bi riya wê peyv kûrahiya xwe ya rastîn digrin. Nivîskara Suryanî Reşa Yohanna Şamoun, ku ji bo nivîsandina bi zimanê dayika xwe hewesdar e, bawer dike ku ziman ne tenê amûrek e ruhek e ku raman û hestên wê pê nefes digrin û amûrek rastîn e ji bo parastina mîrateya wê ya çandî û mirovî di rûbirûbûna dijwariyan de.
Civaka Suryanî ku bi eslê xwe Ermenî ye, bi gelek komkujiyan re rûbirû maye, ya herî xwînî qirkirina 1915'an a ji aliyê Osmaniyan ve bû. Di wê demê de zêdetirî milyonek û nîv Ermenî li cihê ku niha Tirkiye ye hatin kuştin. Piraniya wan ji welatê xwe hatin koçberkirin û li seranserê Rojhilata Navîn belav bûn. Ji ber vê civaka Suryanî girîngiyek mezin dide ziman, mîrate û çanda xwe, ji ber ku ew bawer dikin polîtîkayên ji hêla dewletên navneteweyî ve li cîhanê tên meşandin, gefê li nasname û zimanê wan dixwin.
Reşa Şemoun yek ji wan kesan e ku bi nivîs û berhemên xwe yên hunerî û cihêreng rehên çanda Suryanî diparêze û xwedî dike. Her wiha girîngiya zimanê dayikê di îfadeya rast û girêdana kûr a bi dîrokê re destnîşan dike.
Ziman dîrok şaristanî û nasnameya gelan e
Reşa Şemoun bawer dike ku parastina zimanê dayikê ji bo mirovan pir girîng e, ji ber ku ew ne tenê amûrek ji bo ragihandinê ye, di heman demê de dîrok, şaristanî û nasnameya gelan digre nava xwe. Reşa Şemoun bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Dema ku em bi zimanê xwe yê dayîkê diaxivin û radigihînin nifşên din, di heman demê de em wî zindî dikin û pêşî li tunebûn an jî paşguhkirina wî digrin. Di heman demê de ew hêzê dide me ku kesayetiyên xwe bi awayekî rast îfade bikin û rehên me bi rabirdûyê ve girêdayî dihêle, da ku dîrok û şaristanî di bîranînên nifşên pêşerojê de zindî bimînin."
Pireke ruhî ye berê û û niha bi hev ve girê dide
Reşa Şemoun der barê cureyên nivîsandinê de wiha axivî: "Curbecuriya nivîsandinê bedewiyek mezintir li çîrokê zêde dike, ji ber ku ew cudahî û cihêrengiya gelan nîşan dide. Her çîrokek, xwedî ruhekî cuda ye. Nivîsandina li ser evînê bêgunehî û xewnên xortaniyê diyar dike lê nivîsandina li ser welatparêziyê evîna kûr û girêdana bi ax û nasnameyê re diyar dike. Ezmûna xebata ku 0li ser çend kurtefîlm û şanoyan hebû, hemû bi zimanê Suryanî ne. Ev berhem ne tenê huner bûn, pirek giyanî bûn ku rabirdûyê û niha bi hev ve girê didin."
Îfadekirina bi zimanê dayîkê girîng e
Reşa Şemoun diyar kir ku ew dikare şiyana xwe ya îfadekirinê bi zimanê dayîkê di vegotina kûrahiya wateyê de bîne ziman û yek ji tiştên ku hatine serê wê bi bîr xist û got: "Di demên dawî de, em li ser kurtefîlmek xebitîn çîroka zarokekî piçûk a bi dayîka xwe re şehîd bûye, vedibêje. Kesekî ji min xwest ku ez wê bi Erebî çêbikim lê min îsrar kir ku bi Suryanî li ser wê bixebitim. Ji ber ku veguhestina peyamê bi zimanê dayikê kûrahî û rastbûnek mezintir dide wê. Zimanê dayîkê ne tenê amûrek ragihandinê ye, ruhê gotinan û lêdana hestan e ku di kûrahiya me de diherike. Ji ber vê hêvî dikim ku berhemên me dê werin wergerandin bi hemû zimanan da ku çîrok û mîrateya me her dem zindî bimîne peyama me bigihîje her kesê ku baweriya xwe bi hêza gotinan û girîngiya parastina nasnameyê tîne. Di nivîsên xwe de gotinên dapîrên xwe bi kar tînim da ku ruhê wan zindî bihêlim."
Reşa Şamoun di tevahiya kariyera xwe ya wêjeyî de sê pirtûk nivîsandine. Ew li ser van berheman diaxive û dibêje: "Her pirtûkek peyamek bêhempa digre ku wê ji yên din cuda dike. Pirtûka yekem çîrokên ciwaniya min nîşan dide ku hemû hûrguliyên wan jiyame. Pirtûka duyem bi sernavê 'Evîn Rengekî Din Heye' pencereyek e ber bi gelek cîhanên evînê ve, bi nivîsên cihêreng ku rengên cuda yên hest û coşê vedibêjin. Pirtûka sêyem trajediya krîza Sûriyeyê temsîl dike, westandina kûr a giyanî ya ku gelê Sûriyeyê jiyaye di nav de êş, koçberî, xizanî û koçberiya bi zorê diyar dike. Ev pirtûk helbestên ku êşa hemû pêkhate Sûriyeyê temsîl dikin dihewîne û peyamek hêvî û yekîtiyê li hemberî şert û mercên dijwar, nîşan dide."
Rola saziyan di parastina ziman de
Reşa Şemoun helbesteke evînî bi zimanê Suryanî û yekê jî li ser bav û kalên xwe yên ku di sala 1915'an de bi qirkirinê re rûbirû mane xwendin û êşa civaka xwe bi gotinên xwe anî ziman.
Der barê rola saziyan di parastina zimanê Suryanî de Reşa Şemoun wiha got: "Saziyên olî hewldanên mezin didin da ku zimanê Suryanî di nava zarok û nifşên ciwan de bi riya perwerdeyê û vejandina çandê bi stran û muzîka wê di dema çalakiyên ku ji hêla dêran ve tên organîzekirin de zindî bihêlin."
'Divê ziman were parastin'
Nivîskar Reşa Şemoun bi zimanê Suryanî peyamek da û tekez kir ku zimanê Mesîh nasnameya wan a rastîn e ku ew hêza xwe jê digrin. Reşa tekez kir ku pêwist e bi her rê û rêbazan ew were parastin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em weke nivîskarên Suryanî xeyal dikin ku nivîsên me bigihîjînin hemû gelên li her dera cîhanê û berhemên me werin wergerandin da ku bigihîjin dilê hemû gelan."