Di nav qirkirinê de yekem berhema xwe ya wêjeyî nivîsand
Nivîskara Xezayî Şems Ismat di nav qirkirin û êrîşan de yekem berhema xwe ya wêjeyî bi navê "Meser Leke" dinvîse.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Nivîskar Şems Ismat karîbû di nav êrîş û qirkirina Xezayê de yekem berhema xwe ya wêjeyî bi navê "Meser Leka" binvîse. Di berhema xwe de behsa jinek dike ku hez kir, xeyal kir û hêvî kir ku jiyanek baş tevî zehmetiyên jiyanê bijî. Bi riya vê çîrokê Şems Ismat hewl da ku hêza jinan li Xezayê û hezkirina wê ya ji jiyanê re ragihîne.
Nivîskar Şems Ismat ji zaroktiyê ve ji zimanê Erebî hez dikir. Ji ber vê yekê, di 4 salên zanîngehê de xwe di zimanê Erebî de bipêş xist. Wê ezmûnên ku bi dest xistine veguherand nivîsên ku mirov û rewşa jiyana wê îfade dike. Xwest ku her kesek hebûna xwe di nav xêzên nivîsên wê de, bibîne.
Yekem berhema wê ya wêjeyî
Berhema “Meser Leke” an “Riyek ji bo Te”, yekem berhema nivîskar Şems Ismat e ku nameyên wê bê ku çarenûsa wê bizanibe nivîsandiye; Gelo wê were çapkirin û ronahiyê bibîne, an ew peyv dê di rojnameyan de bimîne? Lê ew hêvîdar bû ku gotinên wê bighîjin gelek jinên ciwan ên ku êş kişandine lê nekarîne bînin ziman.
Nivîskar Şems hewldana xwe ya ji bo weşandina pirtûka "Meser Leke" wek wêrekî bi nav dike. Ji ber ku ji bo jinek ciwan ji Zîvala Xezayê bêhempa ye ku pirtûkek binvîse ku tê de çîrokên evînê li bajarê şer vedibêje. Hemû hewldan wek nivîsên tirsonek di nav komek nivîsan de xuya dikin ku tijî bûyerên din in û li ser mijarên civak, dagirkirin, bicihbûn û pirsgirêkên bêdawî yên gelê Filistînê disekinin.
Di bin agirê qirkirinê de asê ma
Şems Ismat matmayî bû, dema ku fêr bû pirtûka wê di demek nêzîk de dê beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê bibe. Wê ew şandibû weşanxaneyek, çap kiribû û bi israra hin hevalên xwe yên ku tekez li ser girîngiya weşandina nivîsa wê dikirin, amade kiribû. Şems Ismat destnîşan kir ku pirtûka wê ji cîhanê re dihat weşandin, lê ew di bin agirê qirkirinê û gefên koçberkirina bi darê zorê li Xezayê de asê mabû.
Ew di nav şer de li ser nivîsandinê difikire, lê xwesteka nivîskar a zêde ya sivikkirina bandorên şer ew ber bi nivîsandinê ve bir. Şems Ismat dengê balafir û topan, qîrîna zarokên birçî û laşên malbatên ku di bin malên xwe de hatibûn veşartin paşguh kir û ji bo ku hêviyê zindî bihêle, nivîsandina xwe domand.
Tengasî bi xwendina pirtûkê hatin jibîrkirin
Li gorî Şems Ismat, nivîskarên jin ên Filistînî di aliyê dîtina weşanxaneyekê ku berhemên wan qebûl bike de gelek tengasiyan dikşînin. Wê gelek hewl da ku van deriyan veke heta ku ew karî pirtûka xwe çap bike, lê hemû ew astengî li ber kêfxweşiya dîtina temaşevanên ku pirtûk di destên wan de ne, ji holê rabûn.
Fikra nivîsandin û îfadekirina tirsên ku mirov li Xezayê dijî, ew tişt e ku nivîskarên jin li Xezayê aciz dike, bê ku behsa şert û mercên teng ên ku gelek malbat tê de dijîn û krîza konan bikin ku derfetên aştî û serxwebûnê ji dest dide. Ji ber vê nivîskarek jin çawa dikare li cîhek ku ew xwe rehet hîs nake binvîse? Lê dîsa jî ew hewl didin ku binvîsin.
Bi hêviya beşdariya Fûara Pirtûkan a navneteweyî…
Şems Ismat hêvî dike ku di destpêka salê de bi pirtûka xwe re li Fûara Pirtûkan a Navneteweyî be, bi xwe îmze bike û ji xwendevanên xwe re qala tiştên ku li Xezayê jiyaye, bike. Şems Ismat diyar dike ku mîsyona wê wek nivîskarek ew e ku ji cîhanê re vebêje ka jinên ciwan ên li bajarê dorpêçkirî çawa dijîn, xeyalên wan çi ne û ya herî girîng, dikarin di nav şert û mercên wisa tevlihev de hez bikin.