8'emîn mihrîcana zarokên Firatê bi coşeke mezin bidawî bû

Mihrîcana zarokan a kantona Firatê ku 17 komên cuda beşdar bûn, di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin bi dawî bû.

Kobanê – Tevgera Hîlala Zêrîn û TEV-ÇEND her sal di meha Îlonê de mihrîcana zarokan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de birêxistin dikin. Îsal jî di heman çarçoveyê de hat lidarxistin.

Li bajarê Kobanê ya kantona Firatê, dika navenda Çand û Hûnera Baqî Xido mihrîcana zarokan pêşwazî kir. Di mihrîcanê de 17 komên muzik, şano û govendê hunera xwe pêşkêş kirin.

Mihrîcana ku îsal di dewreya xwe ya 8’emîn de hat lidarxistin, du rojan dewam kir. Di roja duyemîn û dawî ya mihrîcana ku 200 zarokên Kurd û Ereb yên ji kantona Firatê hatin gel hev û hunera xwe bi hev re parve kirin de, komên cuda derketin ser dikê.

Di mihrîcanê de li gel berzkirina sloganan, gerandina govendê û çepikan, komên şehîd Roj, Viyan, Mistefa, Xelef, Dehê, Bihar yên ji Kobanê, Eyn Îsa û Sirînê bi rengên xwe bernameyên xwe yên muzik, govend û şanoyê nîşan dan.

Mihrîcana zarokan a ku di bin diruşmeya “Em dixwazin Rêber Apo bibînin” de hat lidarxistin, bi belavkirina diyariyan a ji bo koman bi dawî bû.