Li Qamişloyê amadekariyên cejna Newrozê
Ji Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişloyê Bêrîvan Botan da zanîn ku 20 roj in bi komên stranan ên ji bajarên cuda amadekariyên xwe ji bo pîrozbahiya cejna Newroza sala 2026’an dikin.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo –Her ku roja 21’ê Adarê nêz dibe, çîroka serkeftina ronahiyê li ser tariyê û vegera biharê ku hêvî û destpêkên nû tîne, di dilê gelê Kurd de ji nû ve tê vegotin. Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya roja azadî û serkeftinê. Bi boneya nêzbûna cejna Newrozê gelê Rojavayê Kurdistanê, bi coşeke bilind Newrozê pîroz dike. bi boneya nêzbûna Cejna Newrozê Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişloyê dest bi perwerde û xebatên xwe yên ji bo pêşwazîkirina cejna Newrozê kir. Ji Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêzîn Bêrîvan Botan behsa amadekariyên xwe yên ji bo cejna Newrozê ji ajansa me re kir.
‘Me bi berxwedaniya xwe her sal cejna Newrozê zindî dikir’
Bêrîvan Botan da zanîn ku 21’Adarê Roja cenja Newrozê rojekî dîrokî ye her çendî dewletên dagirker xwestin vê rojê bidin jibîrkirin jî wan bi berxwedaniya xwe roja cejna Newrozê her sal zindî kirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku navê Newrozê tê kirin, berxwedan, têkoşîn û çalakiyên li hemberî zilm û zorê ji aliyê dewletên desthilatdar ve li ser me gelê Kurd tên bîra me. Wan dixwestin vê roja dîrokî tune bikin. Di dema rejîma baasê de wan ji xwe re 21’ê Adarê roja Cejna Newrozê kiribûn cejna dayîkê lê gelê Kurd tu carî wateya vê rojê neguherand û di bin çi şert û mercan de jî bûya me cejna xwe ya Newrozê pîroz dikir. Di hundirê vê Şoreşa Rojava de bi gelek pêvajoyên şer xwestin rojên me yên dîrokî yên Kurdan tune bikin lê gelê Kurd bi îsrar û îradeya xwe ya xurt pêşî li vê yekê girt, wan nikaribûn hebûna me tune bikin û rojên me yên dîrokî winda bikin.”
‘Çanda gelê Kurd di şoreşa Rojava de deng veda’
Bêrîvan Botan diyar kir ku çanda gelê Kurd ji aliyê dayîkan ve hatiye parastin ji bo wê jî di her roja cejna Newrozê de xwe nû dikin û wiha berdewam kir: “Di dîroka gelê Kurd de çand, huner, Lorîk û folklora me ya resen ji aliyê dayîkên me ve hatiye parastin. Ji ber wê weke jin bi cil, ber û stranên xwe em her dem di roja Newrozê de çanda xwe zindî dikin. Parastina canda resen û zindîkirina wê di nava şoreşa Rojava de deng vedaye. Çi ji aliyê kom û hunermendên me yên jin ve çi jî jin û dayîkên ku ku ew huner di dilê wan hatibû fetisandin ve. Di civakê de bi destpêka şoreşa Rojava re derket holê û berhemên xwe dan nîşandan.”
‘Me stranên xwe li ser cejna Newrozê û piştgiriya YPJ’ê amade kirin’
Bêrîvan Botan bal kişand ser amadekariyên Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo Newrozê û wiha domand: “Her sal ji bo cejna Newrozê komên me dikevin nava liv û tevgerê, amadekariyên xwe ji bo cejna Newrozê dikin. Komên me ji Dêrikê hatin Kantona Hesekê. Perwerde dibînin û xwe amade dikin, komên me hem bi awayê xweser hem bi amûran her wiha deng, govend û şanoyê de xebateke pir xurt didin meşandin. Îsal ji ber ku pêvajoyeke pir hesas li Rojavayê Kurdistanê heye, şer li dijî gel hat kirin me zû dest bi perwerdeyên xwe nekir. Ji ber ku hunermendên me hemû tevlî seferberiya cenga rûmetê bûn û parastina taxên xwe dikirin. Îsal stranên ku me hilbijartin bi giştî li ser vê pêvajoya heyî ne. Me stranên ji bo piştgirya şervanên YPJ’ê, YPG’ê, şehîd û Rêber Apo amade kirine. Li bajarê Dêrikê Koma Elfteriya, li Tirbespiyê Koma Şehîd Avzem, li Qamişloyê Koma Stêra Zêrîn û Şehîd Sakîne, li Amûdê Koma Dayik a govendê û li Girbawê Koma Şehîd Raman e. Hemû komên me 20 roj in di nava amadekariyê de ne.”
‘Em Newrozê li gelê Kurd pîroz dikin’
Bêrîvan Botan Newroza sala 2026’an li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Ez Newroza sala 2026’an li gelê Kurd her wiha li Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê, malbatên şehîdan pîroz dikim. Her wiha li şervanên me yên dîlgirtî ku îro agirê Newrozê bi saya wan wê bi aramî were gurkirin em li wan pîroz dikin û bi hêviya vegera wan in.”