Navenda Hunerê ya Qelemê li hember gef û zextan liberxwe dide
Mamoste û xwendekarên Navenda Hunerê ya Qelemê ya li Bamyanê tevî gef û zextan jî çalakiyên xwe yên perwerdehî û hunerî didomînin.
BAHARÎN LEHIB
Bamyan - Di salên dawî de, huner ji bo jinên li Afganistanê bûye amûrek têkoşîn û berxwedanê. Jinên Afgan hewl didin ku her derfetek bikar bînin da ku di qada giştî de hebin. Li Kabîl, Bamyan û bajarên din ên gundewarî, jin hewl didin ku bi rêya qursên aboriya malê, dersên Îngilîzî, atolyeyên dirûtinê, çêkirina xalîçeyan û çalakiyên navxweyî yên biçûk werin cem hev, xuyabûna xwe biparêzin. Tevî zextan, ev çalakî wekî beşek ji hewldana parastina hebûna jinan a di jiyana giştî de berdewam dikin.
Navendên perwerdê di bin zextê de ne
Tê dîtin ku atmosfera li parêzgeha Bamyanê ji parêzgehên din cuda ye. Jin û keç neçar in ku bi saetan bimeşin da ku beşdarî qursên giştî bibin. Navendên perwerdê her roj bi zextên cûrbecûr re rû bi rû dimînin. Hin kes diçin navendan û gefê li jinan di derbarê cilên wan û dûrketina ji xuyabûna medyayê de dixwin û zextê li wan dikin. Tevî vê yekê, jinên Bamyanê paşve gav navêjin. Hewl didin ku xebat û hebûna xwe di qada giştî de diparêzin.
Di rojekê ku germahiya hewayê di bin sifirê de bû, me serdana Navenda Hunerê ya Qelemê li Bamyanê kir. Em ketin odeyek şil û qirêjî. Şakîba Elî ku karmendeke navendê ye, em pêşwazî kirin. Sê efserên ji yekîneya "Amr-e-Maruf" (fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê) li ber navenda du odeyî li bendê bûn. Efser bi tundî bi birayê Şakîba Elî re diaxivîn. Her çend naveroka axaftinê nedihat bihîstin jî, zimanê laşê wan û dengê wan ê bilind danûstandinek aloz nîşan dida.
'Jinên Bamyanê qaîdeyên wan pêk naynin '
Dema ku em bi Şakîba Elî re axivîn, keniya û got, “Jinên li Bamyanê guh nadin tu qaîdeyên wan. Me rêziknameya cil û bergan jî qebûl nekir. Ji ber vê yekê ew serî li heqaret û gefan didin.”
Şakîba Elî diyar kir ku yek ji xwendekaran ji aliyê rayedaran ve bi "cil û bergên ne guncaw" hatiye tawanbarkirin û wiha pê de çû: “Wan xwendekarê me dûr xist. Dema hîn bûn ku ew di qursa me de qeydkirî ye, hatin vir û me jî şermezar kirin. Em êdî hînê tevgera bi vî rengî bûne. Çi dibêjin bila bêjin, ez ê bi xwendekarên xwe re xebata xwe bidomînim.”
Dema ku me ji Şakîba Elî têkiliya xort a bi qursê re pirsî, wiha bersiv da: “Ew birayê min e. Dema ku hûn navendek ava dikin, tê xwestin ku mêrek berpirsiyar be, ne jinek. Ji ber vê yekê ew di belgeyên fermî de wekî birayê min xuya dike. Lê belê, ya ku vê navendê ava kiriye û dimeşîne, ez im.”
Di polê de, keça 12 salî ku ji aliyê rayedaran ve ji ber "cil û bergên ne guncaw" hatibû dûrxistin, bi tirs got, “Ez ji bazarê reviyam vir da ku ew min nebînin û wan ez nebirim.” Jinên din ên li navendê, keça ku tirsiyaye aram kirin.
Şekîba Elî û du mamosteyên din berî ku dest bi karê xwe bikin, li polê ji xwendekaran re axivîn û gotin “Em ê nehêlin ku ev cure zext me ji rêya ku em dişopînin dûr bixe.”