Jinên Sejnanê: Hunera kevnar bi sersariyê re rû bi rû ye
Di demeke ku cîhan 8’ê Adarê pîroz dike de, jinên gundewarê Sejnanê ku karê seramîka ji axa nerm dikin, bi astengiyên wek aborî û ‘patentê’ re rûbirû dimînin. Hunermendên jin dixwazin ku hikûmet destek bide wan da ku ev mîrate nemire.
ZOHOUR EL-MEŞRÎQÎ
Tûnis – Her çend hunermendên jin ên seramîkê yên Tunisî di anîna vê mîrateya kevnar a di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Manewî ya UNESCO’yê de biser ketine jî, şert û mercên wan ên civakî dijwar dimînin. Jinên li gundewarê Sejnanê di şert û mercên dijwar de bêyî ewlehiya civakî an parastina tenduristiyê dixebitin. Di nav derfetên kirîgera sînorkirî û nebûna piştgiriyek têr de dixebitin.
Li herêma gundewarî ya Sejnana li bakurê Tunisê ku çiya bêhna dîrokê dihewînin û xweza bîranîna cihê digre, jin bi riya bikaranîna rêbazên kevneşopî yên ku ji nifşekî bo nifşekî din têne veguhastin, çêkirina dîzikên ji axê didomînin. Li ser van dîzikan, ew nexşeyên sade û rûyên jinan çêdikin, ku li herêmê wekî "Bûka Sejnanê" têne zanîn. Ew sembola mîrateyek ku ji hêla destên westiyayî ve tê parastin, lê bi tunebûnê re rû bi rû ye.
‘Ez nikarim rojek bêyî destdana kil derbas bikim an jî xeyal bikim’

Sarah Saîdanî, hunermendek e ku li gundê El-Qatma yê Sejnanê dijî. Sarah diyar kir ku ew kes in ku ev mîrat gihandinê naskirina navneteweyî. Sarah ji zarokatiya xwe ve bi kil dixebite. Bi ken, têkiliya xwe ya bi vê hunerê re bi van gotinan vegot: “Ez nikarim rojek bêyî destdana kil derbas bikim an jî xeyal bikim... Ew çîrokek evînê ye ku kes nikare fêm bike.”
Ew vê hunerê ji dapîra xwe û diya xwe fêr bûye û qet neçûye dibistanê. Sarah ragihand ku kil, dibistana wê ya yekem bûye û wiha domand: “Ez li malê dixebitim. Dîzikan çêdikim ku berî ku bighîjin forma xwe ya dawîn, di hevdeh qonaxan re derbas dibin. Bikaranîna kil ji çiyayên derdora gund dest pê dike, dûv re dihêle ku ez bêhna xwe vedim berî ku bi destan şekil bidim wê. - pêvajoyek ku sebir û rastbûnek mezin hewce dike. Heta kil jî xuya dike ku me fêm dike.”
Gelek jin neçar dimînin berheman li kêleka rêyan bifroşin
Lê belê ev hunera ku di bîranîna herêmî de hatiye çandin, ne hêsan e. Gelek jinên hunermend ji ber demjimêrên xebatê yên dirêj û dubarekirina xwarbûnê, bi taybetî êşa piştê û pirsgirêkên dîtinê ku çend ji pirsgirêkên tenduristiyê ne, dikişînin. Sarah destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin, bazarkirina qels dimîne ye û wiha pê de çû: “Gelek jinên hunermend ji ber kêmbûna pêşangehan, neçar in ku berhemên xwe li kêleka rêyan nîşan bidin. Her çend piraniya me ji bo debara xwe bi vê hunerê ve girêdayî be jî, carna bêyî ku em perçeyek bifroşin, mehek bi tevahî derbas dibe.”
‘Em ew in ku ev mîratê gihandine asta naskirina ji bo dinyayê’
Sarah, ji ber nebûna pêwendiya bi rayedarên herêmî re ya ji bo pêşangehan rexneyên xwe anî ziman û diyar kir ku gelek jinên hunermend ne tên agahdarkirin û ne jî ji bo beşdarbûnê têne vexwendin. Sarah ragihand ku pêşangeh pirî caran li paytextê tên lidarxistin û got ku jinên hunermend neçar dike ku ji gundên xwe werin û cîhên mayînê yên demkî kirê bikin - rewşek biha û dijwar ji bo jinên ku bi çavkaniyên sînorkirî dixebitin. Sarah Al-Saadanî wiha domand: “Em ew in ku ev mîratê gihandine asta naskirina ji bo dinyayê. Erkê hikûmetê ye ku piştgiriyê bide me û pêşangehan organîze bike ku dihêle em berhemên xwe di bin şert û mercên çêtir de bifroşin.”

‘Ma hikûmet dizane ku anîna kil ji çiyayan lêçûnek li me dike?’
Ew her wiha rexne li ferzkirina karta bacê ya "patentê" li ser jinên hunermend dike da ku beşdarî pêşangehan bibin. Sarah da zanîn ku ev tedbîr wekî xirabtirkirina rewşa wan a aborî ya ji ber firotana kêm jixwe dijwar e. Sarah diyar kir ku pêşangehek salê carek e û ew neçar in ku patentê bidin û wiha pê de çû: “Ma hikûmet dizane ku anîna kil ji çiyayan lêçûnek li me dike û kirîna êzingan û amûrên xemilandinê jî bihayek heye? Ez ditirsim ku berdewamiya van mercan dê bibe sedema ku nifşên ciwan dev ji vê pîşeyê berdin. Zarokên me zehmetiya me û dijwariya kar dibînin, ji ber vê yekê em ditirsin ku ew dev ji vê pîşeyê berdin û ew ê winda bibe.” Ew xemgîniya xwe venaşêre dema ku navên hunermendên jin tenê di demên têkildarî jinan de, wek Roja Jinên Cîhanê, tên behs kirin û dibêje ku “Em diwanzdeh mehan di germ û sermayê de dixebitin. Çima kes me ji bilî rojekê bi bîr nayne?”
Mîrateyek ku dîroka jinên Sejnanê vedibêje
Rabîa Saîdanî ku ew jî hunermendek seramîkê ye û bi vê pîşeyê debara malbata xwe dike, dibêje ku wê ne tenê pîşe, di heman demê de dîroka berxwedana jinan li herêmê jî mîras girtiye. Rabîa wiha got: “Em ji dapîrên xwe fêr bûn ku em ji vê pîşeyê hez bikin û wê wekî xwe biparêzin, bê makîneyan û bê tu başkirinan. Rabîa destnîşan kir ku hunermend di kirîgeriyê de bi zehmetiyên girîng re rû bi rû dimînin, nemaze ji ber ku gelek ji wan nexwenda ne û ji bo pêşvebirina berhemên xwe, xwedî amûrên nûjen nînin.
‘Em ê nehêlin ku ev mîrate winda bibe’
Rabîa diyar kir ku pêdivî bi kesek heye ku di warê kirîgeran û hişyarkirina berhemên wan de alîkariya wan bike. Rabîa tekez kir ku xebata bi seramîkê re ji hêla derûnî û fîzîkî ve pir westiyayî ye, lê hunermend tevî hemû zehmetiyan jî xebata xwe didomînin û wiha domand: “Bi van destên westiyayî, me seramîka Sejnanê gihandiye qada mîrateya nemadî, lê em hîn jî bêyî ewlehiya civakî an naskirina zelal a statuya xwe wekî hunermend dijîn.”
Tevî zehmetiyan, Rabîa Saîdanî piştrast dike ku jin dê ji bo parastina vê mîratê, ku beşek ji nasnameya herêmê temsîl dike, hewldanên xwe bidomînin û wiha dibêje: “Ev mîrat çîroka jinên Sejnanê vedibêje… û em ê nehêlin ku ew winda bibe.”