Li Qamişlo pêşangeha ‘Berxwedana Tişrînê’
Hunermendên ku beşdarî pêşangeha Wêneyan a “Bi Rengê Berxwedana Tişrînê” li bajarê Qamişloyê hat vekirin bûn, berxwedana Bendava Tişrînê silav kirin û anîn ziman ku dixwazin berhemên xwe diyarî berxwedêran bikin.
Qamişlo - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyek ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember gelan bi armanca qirkirina gelan berdewam dikin, li aliyê din xebatên çandî, aborî, civakî, tenduristî û siyasî berdewam in. Berxwedana Bendava Tişrînê ya li hember êrîşên dagirkeriyê jî ket roja 20’emîn. Bi hezaran kes bi wesayîtan tevî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker jî, diherikin Bendava Tişrînê. Hunermend jî, bi hunera xwe desteka xwe nîşan dan. Ji bo desteka berxwedanê, Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê, li bajarê Qamişloya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi Rengê Berxwedana Tişrînê ” pêşangehek wêneyan vekir. Pêşangeha ku di 25’ê Çileyê de destpê kir dê heya 30’ê Çileyê bidome.
Gelek berhem cîh digirin
Desteya Çandê, Nivîskar, Helbestvan, Wênesaz, Hunermend û gelek hunerhez beşdarî pêşangeha li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bûn. Di pêşangehê de berhemên gelek hunermendan cîh digirin. Yek ji van hunermendan jî, Yela Hesku ye ku bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê dibe. Hunermend Yela Hesku têkildarî armanca vekirina pêşangehê ji ajansa me re axivî.
‘Me bi vê rêbazê xwest destekê bidin hêzên leşkerî’
Hunermend Yela balkişand ser girîngiya hunerê ya di pêvajoyên berxwedanê de û wiha got: “Ev demek e ku em dibînin li Bendava Tişrînê berxwedanek mezin çêdibe. Em jî wek hunermend ketin nav tevgerê. Me bi vê rêbazê xwest destekê bidin hêzên leşkerî. Ji ber vê yekê em komek hunermend li hev civiyan û bi desteka TEV-ÇAND ê, me ev pêşangeh vekir.
‘Emê tabloyên xwe wek dîyarî bidin hêzên leşkerî’
Hunermend Yula da zanîn ku pêşangeh wê 5 rojan berdewam bike û wiha pê de çû: “Di nav wan 5 rojan de emê tabloyan xêz bikin û di dawîyê de emê wek dîyarî, bidin hêzên leşkerî. Em gelek kêfxweş in ku bi çi dibe bila bibe, emê bi karê xwe, destek û piştgiriya xwe, ji bo hêzên leşkerî bidomînin. Em dibînin ku li Bendava Tişrînê şerekî çawa tê kirin û gel çawa tê bomebarankirin û qetilkirin. Berxwanek bêhempa tê meşandin û em rojên dîrokî dijîn. Hêvîya me ew e ku em bi her awayî bibin bersiv.”
‘Wêneyên ku em çêdikin, mîna piştgiriyek ji bo berxwedanê ye’
Şêwekar Solîn Osê jî li ser komxebata hunerî ya ku li Qamişlo tê çêkirin rawestiya. Şêwekar Solîn da zanîn ku armanca wê desteka ji bo QSD’ê û berxwedana Tişrînê ye û wiha got: “Weke Şêwekar me dixwest bi vê pêşangehê em destekê bidin herkesî û bi taybetî jî berxwedana Tişrînê. Wêneyên ku em çêdikin, mîna piştgiriyek ji bo berxwedanê ye.”
‘Emê li ser doza wan bin’
Solîn balê kişand ser girîngiya hunerê ya di şoreşan de û wiha got: “Me nedixwest ku em wek şêwekarek wisa bêdeng bimînin. Belkî em nikarin mîna wan çekê hildin, lê belê em jî bi çêkirina wêneyan dikarin dengê xwe bigînin tevahiya dinyayê. Em dixwazin tabloyên şehîdên Tişrînê çêkin û emê her tim şopdarên şehîdên xwe bin. Emê tu car cîhê xwe bernedin û emê li ser doza wan bin.”