Bi ‘Karavana pirtûkan’ gund bi gund digere û zarokan teşwîqê xwendinê dike
Cemîle Hesûn li Mexribê bi ‘karavana pirtûkan’ ciwan û zarokan teşwîqê xwendinê dike û dibêje: “Ji ber rejeya xwendinê kêm e min xwest pirtûkên di pirtûkxaneya bavê min de di refên tozgirtî de nemînin.”
RECA XEYRAT
Mexrib- Aktivîst Cemîle Hesûn, ji bo ku zarok û ciwanan teşwîqê xwendinê bike, bi armanca ku li gund û herêmên tenha yên Mexribê pirtûkan belav bike dest bi projeya “Karavana pirtûkan” kir. Cemîle Hesûn 30 sal in hewl dide xwendin û çandê belav bike, bi taybetî li herêmên dûr û li gundên Mexribê, xwendekaran teşwîqê xwendinê dike.
‘Ez li maleke ku pirtûkxaneyeke mezin lê hebû mezin bûm’
Cemîle Hesûn, li ser merheleya destpêka projeyê wiha got: “Ez maleke ku pirtûkxaneyeke mezin a bavê min hebû de mezin bûm. Di sala 1994’an de min biryar da ez li Marakeşê li nêzî kampusa zanîngehê pirtûkxaneyeke malbatê vekim. Kesên li herêmên gundewar dijîn, pir pêdiviya wan bi pirtûk û xwendinê hebû ji ber vê yekê min biryar da li pêşiya pirtûkxaneyê ji bo pirtûkên ku pêdiviya xwendekaran pê heye cihekî çêkim. Xwendekar neçar nediman pirtûkan bikirin, digirtin ji xwe re rûdiniştin û dixwendin. Ev der bi demê re veguherî cihekî ku nivîskar û xwendekar werin ba hev têkilî daynin û nivîsên xwe pêşkêş bikin. Wê demê kafe ewqas zêde tunebûn ji ber wê eleqeyek zêde ji cihê min çêkir re çêbû.”
‘Min nexwest pirtûkên li pirtûkxaneya min di refên rozgirtî de bimînin’
Cemîle Hesûn diyar kir ku ji bo komên ji çandên cuda û kesên xizan ên Marakeşê sûdê bigrin, biryar daye projeya xwe berfireh bike û wiha got: “Ji ber kêmbûna rejeya xwendinê û ji bo pirtûkên li pirtûkxaneya min di refên tozgirtî de nemînin min dest bi vê yekê kir. Min pirtûkan girt wesayîda xwe û li gelek herêmên tenha yên Mexribê geriyam. Min dît ku eleqeya ciwan û zarokan ji pirtûkan re heye. Ji ber vê di sala 2006’an de min biryar da dest bi hewldana ‘Karavana pirtûkan’ bikim. Bi komek hevalên xwe yên nivîskar ên jin û mêr re çûm herêmên dûr. Me bi ciwan û zarokan re civîn li dar xistin, pirtûk belav kirin. Bi saziyên perwerdeyê yên li herêmê xebatên çandî dimeşînin û saziyên perwerdeyêre, xebatên koordîneyî me meşandin. Bi çalakiya ‘Karavana pirtûkan’ a em her sal li dar dixin, xwendekar nivîskarên ku ji wan hez dikin dibînin. Her wiha ciwan jî eleqeyek mezin nîşanî me didin.”
Cemîle Hesûn, bal kişand ku heta ciwan, bi taybetî jî zarokên keç ên dest ji dibistanê berdane teşwîqê xwendinê nekirin dê serkeftî nebin û wiha domand: “Bi belavbûna înternetê re, di navbera ciwanan de daxwaza xwendinê kêm bû. Tê bîra min berê li malan odeyên xwendinê hebûn. Di konvoyên ku min li dar xistin de, min dît ku zarok ji bo keşifkirina çîrok û wêneyên pirtûkan de xwedî hestên xwezayî ne. Ji ber vê yekê min hîs kir ku divê mirov ji vê hesta wan a ku ji dema jidayikbûnê ve bi wan re heye sûdê bigre.”
Hewl dide projeyê bi pêş bixe
Cemîle Hesûn got ku armanca wê ew e projeya xwe bi pêş bixe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê projeyê armanca min ew ez cihên çand û têkiliyên ji bo hînbûnê ava bikim. Armanca min ew e mirovan teşwîqê xwendin û zanînê bikim û di navbera nivîskarên cîhanê û ciwanan de re têkiliyek çêkim, wan bînim ba hev. Li Mexribê jî kesên di warê çandî de dixebitin, dixwazin sînoran derbas bikin û bikevin cîhana nû. Qada çandê dikare bibe xwedî afirandina gelek derfetên kar.”