Jiyana jinên Mexrîbî di tabloyên xwe de diteyisîne
Wênesaz Sarah Lakhal bi wêneyên xwe çanda Mexrîbê nîşan dide û hedef dike ku gelek pirsgirêkên ku jinên Mexrîbê dijîn di tabloyên xwe de biteyisîne.
RAJA KHAYRAT
Mexrîb – Wênesaz Sarah Lakhal bi tabloyên xwe balê dikşîne ser jiyan û pirsgirêkên ku jinên Mexrîbê dijîn. Sarah Lakhal îfade kir ku Mexrîb di aliyê çandî de gelek dewlemende û got: “Jin neynikeke ku çanda civakê û nasnameya şaristaniyê diteyisîne.”
‘Min rêwîtiya jinan a têkoşînê xêz kir’
Sarah Lakhal da zanîn ku di wêneyên xwe de bal kişandiye ser jiyana jinan û wiha got: “Min weke mijara wêneyên xwe jin hilbijart. Li aliyekê hemû xweşiyên jinan dikim wêne, li aliyê din jî bi awayek civakî pirsgirêkên rastî tên diteyisînim. Jin neynikeke ku çanda civakê û nasnameya şaristaniyê diteyisîne. Di heman demê de rêwitiya jinan a têkoşînê û serkeftinên wan ên divê têkoşînê de min hewl da di wêneyên xwe de biteyisînim.”
Sarah Lakhal anî ziman ku zimanek kûreyî yê hunerên ciwan heye û got: “Ji ber vê çanda wan çi dibe bila bibe, ji bo wateya tabloyan were ziman, pêwîstî bi peyvan heye. Bi hunera dîtbarî mirov dikare ceribandinên jinan, bê edaletiya ku dijîn û zilmê bînin rojevê.”
‘Hişyariya hunerê zêde dike’
Sarah Lakhal huner sûd dide ku hişyariya jinan zêde bibe û darazên qalib bûne ji holê rabe. Sarah Lakhal da zanîn ku huner dikare tabuyan hilweşîne û got: “Min di wêneyên xwe de destdayînek modern kir. Ez hewl didim jinên bi cil û bergên kevneşop ku bûne sembola azadî û çanda Mexrîbê nîşan bidim. Girêdana bi çandê re, ji bo azadî û li gora çaxê tevbigere ne asteng e.”
‘Hêza guherînê ya hunerê heye’
Sarah Lakhal destnîşan kir ku bi wêneyên xwe parastina mafê mirovan û azadiyê dike û bal kişand ser hêza hunerê ya guherînê û wiha got: “Ji zarokatiya xwe ve ez di ferqa van pirsgirêkên ku min ne rihet dike de me û ji demên zû yên jiyana xwe heta niha min îfadekirina van hilbijart. Di wêneyên xwe de rastiya jinan, azadî û têkoşîna ku ji bo hemû mafên xwe kirine, min teyisand. Huner hêzek nerm e ku kes û civakan ber bi başbûnê ve biguherîne. Hunermend mirovek hestiyar e ku mijarên ku jê fikarin bîne ziman. Di van mijaran de hişyarî mezin bibe û kur bibe, huner dikare zîhniyeta mêr biguhere û di serî de pirsgirêkên jinan di mijarên mirovî de wê hişyariyê ava bike.”
Sarah Lakhal da zanîn ku pêşangeha xwe ya dawî ya şexsî li Rabata bi navê ‘destdayîna wan’ pêşan daye û got: “Gelek pêşangehên min çêbû. Wêneyên min rastiya jinan, nakokî û hişyariyan diteyisîne.”
Sarah Lakhal destnîşan kir ku ji wênesaza Mexrîbê ku pêşenga hunera dîtbariye Dhuaibiya Talal bandor bûye û da zanîn ku di wêneyan de sadebûn esas girtiye û anî ziman ku ev huner di heman demê de nûnertiya azadiyê jî dike.