Keleha El-Şaqîf: Bingeha çiyayî li ber xwe dide lê birc di metirsiyê de ne

Lêkolîner Lîna Conî diyar dike ku tevî kevirê çakmaxê û dîwarên stûr ên Keleha El-Şaqîf a li başûrê Lubnanê berxwedaneke mezin nîşan didin jî teqîna dawî ya bi 700 ton teqemeniyan dikare zirarê bide birc û beşên nûkirî yên li jor.

RANA CONÎ

Lubnan – Keleha El-Şaqîf ne tene şûnwarekî arkeolojîk ê başûrê Lubnanê ye; ew cihekî di dîrokê de girîng  û stratejîk e, dîwarên wê mîrateya sedsalên şer û guhertinan dihewînin. Hinek beşên kelehê vedigerin serdema Xaçperestan; weke navendeke girîng a desthilatdariyê û pêgeheke leşkerî ya pêşketî xizmet kiriye û zindan, cihên mayînê yên fermandarên leşkerî û birceke çavdêriyê tê de hene.

Di dema pevçûna herî dawî de, herêma derdora Kela El-Şaqîf rastî teqîneke mezin hat ku tê de nêzî 700 ton teqemeniyên ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibûn bikaranîn hebûn. Ev yek bû sedema nîgeraniyan der barê saxlemiya avahiyê û xebatên wê yên nûkirinê de.

Kelehek zinarî ya piralî ku behsa gelek serdemên leşkerî dike

Arkeolog û hunermenda dîtbarî Lîna Conî diyar dike ku dîroka kelehê vedigere serdema Xaçperestan. Di wê demê de ew kelehek girîng bû, roleke siyasî û leşkerî ya sereke dilîst; tê de zindan û tesîsên ji bo fermandarên leşkerî her wiha birceke çavdêriyê jî hebûn.

Lîna Conî destnîşan dike ku di avahiya sereke ya kelehê de gelek derence û odeyên hundirîn hene ku ji derve nayên dîtin. Di nava korîdoran de mirov dikare riyên zelal û yên ku pêwîstiya wan bi daxistina bi derenceyan heye bibîne. Ev rê ber bi rêzek odeyên ku li ser hev hatine avakirin û her wiha avahiyên weke goran ên ku ber bi çem ve diçin ve diçe.

Di şer de cihek stratejîk bû

Lîna Conî tekez dike ku girîngiya cihê kelehê ji serdema Xaçperestan wêdetir e; wekî cihekî stratejîk û xurtkirî di pevçûnên cûrbecûr de, di nav de şerê navxweyî û şerên li dijî Îsraîlê jî hebûn hatiye bikaranîn. Hêzên Tirk jî di demên berê de gihîştibûn wê derê. Sêwirana mîmarî ya kelehê rasterast ji hêla erdnîgarî û cewherê herêmî ve hatiye diyarkirin. Ji ber ku li ser zeviyeke zinayî ya pir hişk, bi taybetî kevirê çakmaxê (flint) hatiye avakirin. Avahî xwediyê şêweyekî pêçandî û bê rêkûpêk e; ji ber ku kolan an berfirehkirin li hinek deveran ne gengaz bû, cihê heyî li gorî topografyaya xwezayî ya cih hatiye bikaranîn.

Keleh wek zindan û navenda fermandariyê dihat bikaranîn

Tê destnîşankirin ku hebûna şikeftê bi valahiyên xwe yên mezin ve, nîşaneyeke zelal li ser mezinahiya şikeft û tunelên di nava kelehê de dide. Lê tê zelalkirin ku ev tunel ne hewce ye di çarçoveya têgihîştina kevneşopî de wekî tunelên leşkerî bên pênasekirin; ew beşek ji sîstema giştî ya kelehê bûn û xizmeta gelek armancan dikirin weke bikaranîna leşkerî. Bikaranîna hinek beşan weke zindan û xizmetkirina weke navenda fermandariyê.

Nûjenkirina hemdem û avahiya eslî ya kelehê

Lîna Conî diyar dike ku keleh bi saya cihê xwe yê bilind ku dîmeneke berfireh ê derdorê ji her alî ve pêşkêş dikir, weke birceke çavdêriyê roleke sereke lîstiye. Li aliyekî wê çem heye, li aliyê din deştên Zoutar û Kfar Tebnitê xuya dikin. Her wiha Dêr Siryan û herêmên derdorê jî tên dîtin. Lîna destnîşan dike ku ev pozîsyona stratejîk kelehê kiriye cihekî îdeal ê çavdêriyê ku xwediyê dîmeneke berfireh a derdora xwe ye.

'Tenê rûyê derve yê kelehê hat nûkirin'

Lîna Conî diçe ser yek ji bircên kelehê û li wir eşkere dike ku ew ji du qatan pêk tê, ligel zêdetirî sê astên din ên ku li binê wê dirêj dibin. Di van astên jêrîn de gelek ode hene ku berê weke cihê mayîna nobedaran dihatin bikaranîn. Lîna balê dikşîne ku keleh beriya vekirina xwe ya nû di salên 2015 û 2016'an de, derbasî pêvajoyeke berfireh a nûkirinê bûye. Lê nûkirina wê derdora kelehê bûye.

'Keleh ji aliyê kom û partiyên cihêreng ve hatiye dagirkirin'

Lîna Conî da zanîn ku karên nûkirinê rê dane mirov dîsa bigihîje odeyên jêrîn û danîna derenceyên nû li wan cihên ku yên eslî tê de di dema dagirkeriya beriya sala 2000'î de hatibûn wêrankirin, li xwe girtiye. Lîna destnîşan dike ku keleh di demên cuda de ji aliyê kom û partiyên cihêreng ve hatiye dagirkirin; komên ku derdiketin, carna beşên cihê yên kelehê diteqandin, di encamê de gelek derence û riyên derbasbûnê yên hundirîn wêran dibûn.

Avahiya kelehê berxwedana li dijî top û teqemeniyan didomîne

Lîna Conî da diyarkirin ku keleh bi giranî li ser zinarên mezin hatiye avakirin, taybetmendiyeke jeolojîk ku cih ji bo çandinî yan avakirina asayî ne guncav kiriye û rê li ber dirêjbûna avahiyan ber bi çem ve girtiye. Lîna Conî bawer dike ku ev zinarên di rêzê de bi xwe alîkariya parastina beşên hundirîn kiriye.

Lîna Conî nîgeraniya xwe tîne ziman û dibêje ku dibe teqînên dawî zirarê dabin beşên kelehê, bi taybetî wan deverên ku di demên nêzîk de hatine nûkirin. Lîna balê dikşîne ku materyalên di van nûkirinan de hatine bikaranîn ji avahiya orîjînal cuda ne; di hinek beşan de pişta xwe bi materyalên nû ve girêdane, li gorî zinaarên dîrokî yên kelehê, kêmtir domdar in.

'Avahiya orîjînal a di kûrahiya kelehê de berxwedêrtir e'

Lîna Conî tekez dike ku avahiya orîjînal a di kûrahiya kelehê de berxwedêrtir e, ev jî bi saya stûriya dîwaran û girseyên zinarên ku navika wê pêk tînin, pêk hatiye. Rêjeya vekirin û paceyên li dîwarên derve li gorî stûriya dîwarên kevirî pir kêm e; ev faktor bûye sedem ku keleh li hemberî bandorên derve berxwedêrtir be. Her wiha tê gotin ku hin astên hundirîn di serdemên dîrokî yên cûrbecûr de wek serdema Xaçperestan û demên paşê, mîna serdema hebûna Îsraîlê wek zindan hatine bikaranîn.

Tê xuyakirin ku kunên avêtina tîran ên li kelehê teng û dirêj in; firehiya hinek ji wan nêzî deh santîmetre ye û dirêjahiya wan jî di navbera 60 santîmetre û metreyekê de diguhere. Her çend ev vekirin ji bo avêtina tîran hatibin bikaranîn jî, hejmara wan li gorî mezinahî û avahiya kelehê pir kêm e.

Keleh li hemberî wêrankirinê li ber xwe dide

Lîna Conî bawer dike ku mezinahiya sînordar a van vebûnan ligel stûriya dîwaran û hêza avahiya kevirî, bi piranî eşkere dike ka çima beşên resen ên kelê li hember hilweşînê li ber xwe dane.

Berevajî vê Lîna Conî hişyariyê der barê metirsiyên din ên potansiyel ên li ser cihê dîrokî de dide,  bi taybetî metirsiya destwerdana li hundirê wê yan çêkirina riyên nû yên ku ber bi navika kelehê ve diçin; tiştên ku dikarin şêweyê wê yê dîrokî xirab bikin an zirarê bidinê. Her wiha Lîna destnîşan dike ku zirardîtina beşên jorîn dê bêguman bandorê li birc û avahiyên li serê wê bike.

Lîna Conî balê dikişîne ku piştî teqînê hê ji nêz ve pişkinîn li ser kelehê nehatiye kirin, loma di vê qonaxê de nirxandina teqez a asta zirarê ne pêkan e; lê beşên jorîn taybetî birc di nav wan deveran de ne ku herî zêde îhtîmala bandorbûnê li ser wan heye.

'Keleh bi cihê xwe ya stratejîk navdar e'

Lîna Conî destnîşan dike ku beşa herî dijwar a wêrankirinê, bingeha kevirî ya kelehê ye; çiya bi xwe bi hêsanî nayê rakirin, bi taybetî cihê keleh li ser kevirekî çakmak (flint) ê pir hişk hatiye avakirin. Lîna dibêje: "Mijar ne tenê berevaniya awarte ya kelehê ye, xwezaya wê kevirê ye ku keleh li ser hatiye avakirin; hêza kevirê çakmak wêrankirinê gelek dijwar dike. Mîmarî û rêbazên avakirina kelehê roleke sereke di dayîna vê berxwedanê de lîstiye. Cihê stratejîk ê kelehê ligel sêwirana wê ya avahîsaziyê û erda wê ya kevirî, wê di dîrokê de kiriye navendek ji bo hêzên li pey hev ên ku dixwestin wê kontrol bikin û bikar bînin."

Lîna Conî di navbera vê kelê û cihên din ên arkeolojîk ên zirar-dîtî de berawirdkirinan dike û destnîşan dike ku cihên wek Chamaa, Doubiyeh û Anjar, hem ji aliyê avakirinê û hem jî ji aliyê fonksiyona geştyariyê ve ji hev cuda ne.

'Bingeha kelehê çiya ye loma cudatir e'

Lîna Conî destnîşan dike ku ev keleh ji hêla avahîsaziyê ve cuda ye, ji ber ku bingeha wê çiya ye. Lîna vê cihê wek çiyayekî ku bi şêwazên mîmarî hatiye neqişandin û di heman demê de navika xwe ya ji kevirê çakmaxê parastiye, pênase dike; ev pêkhate hêz û berxwedaneke mezintir li hemberî ziyanê dide wê.