Li Mahabadê pêşangehek cilên gelêrî yên Îranî

Pêşangeha cilên herêmî ya ‘Hejîn’ li Mahabadê cil û berg û aksesûarên kevneşopî yên Kurdî, Azerî, Gîlakî û gelên din, bi tevî guhertinên nûjen ên ku bi demê re çêbûne, nîşan dide.

NIYAN RAD

Mahabad – Li Hola Yekîtiya Mahabadê ya li bajarê Mabahada Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeha cil û bergên herêmî hat vekirin. Dema ku daketin holê, cil û bergên cûrbecûr ên balkêş, bala her temaşevanek kişand. Ev cûrbecûrî, ji cilên Kurdî û Meclîsî bigre heya cilên kevneşopî yên Azerî, Lakî û bûkan, holê veguherand berhevokek zindî ya huner û cil û bergên cûrbecûr ên jinan. Lê belê, sêwirana cil û bergan ewqas bû ku wan bi zelalî cûdahiyên çandî yên di navbera her cil û berg û girêdanên di veguherînên dîrokî de nîşan dan.

Navê pêşangehê ‘Hejîn’ e. Pêşangeh reng, şêwaz û nasnameyên çandî yên cihêreng, cil û berg û aksesûarên netewa Îranî û komên wê yên etnîkî nîşan dide. Pêşangeh her roj ji saet 10:00 heta 20:00 ji bo mêvanan vekirî ye. Ev pêşangeh cilên jinan ji salên 1950’yî û pê ve, bi taybetî cilên jinên Kurd nîşan dide. Rêwîtiyek dîtbarî di nav guhertinên hêdî hêdî yên di cil û bergan de pêşkêş dike û nîşan dide ka cil û berg çawa bi pêşketinên civakî û çandî re guheriye, di heman demê de hebûna domdar a şêwaz û dirûnan mîsoger dike. Li gorî kesên ku beşdarî pêşangeha ‘Hejîn’ bûne, hunermendan hewl dane ku cilên herêmî bi perspektîfek nûjen bisêwirînin û pêşkêş bikin, wan bikêrhatî û balkêş ji bo nifşê nû bikin.

‘Min bingeha kevneşopî parast’

Rezvan Mîrzaeî yek ji beşdarên vê pêşangehê ye. Rezvan, Lakekî ji Loristanê ye, cilên kevneşopî yên jinên Lak di vê pêşangehê de nîşan da. Rezvan, di hûrguliyan de hin guhertin kir. Ew li ser karê xwe dibêje: “Min ji bo pêşangehê çakêtê xwe û cilên herêmî amade kirin, lê min hin guhertin kirin da ku bala nifşê nû bikşînim. Min bingeha kevneşopî parast. Mînak, dema ku awirek nûjen da cilê kevneşopî yê bi navê Xaça Lakiyê û çakêtê ku bi wê re tê lixwekirin, min neqşa perçeyan û qulên li ser destan û stûyê hişt. Min çakêtên din jî bi awayekî nûjen bikar anîn, ji sêwiranên wekî xalîçeyên kevneşopî îlham girt.”

Ji bilî cil û bergan, aksesûarên herêmî yên wekî şal, şapik, serbend û xemlên din ên kevneşopî jî hatin pêşandan; her yek ji van beşek ji bîra çandî ya herêmên cûda vedigot. Lê belê, tiştê ku pêşangeha Hejîn hîn balkêştir kir, hebûn û rola hunermendên jin bû. Berhemên ku hatin pêşandan ji hêla jinan ve bi destan hatine çêkirin, hin ji wan xwedî atolyeyên xwe û bi salan ezmûna xwe bûn, hinên din jî perwerdehiya zanîngehê di warên sêwirana cil û bergan û dirûtinê de wergirtibûn.

Li gorî mêvanan, pêşangeha Hejin cîhek bû ku derfetek berbiçav pêşkêş dikir da ku têkiliya di navbera rabirdû û niha de di veguherîna ji kevneşopî ber bi modernîteyê ve were dîtin. Cîhek ji bo têgihîştina girîngiya nûvekirina cil û bergan dema ku nasnameya wê tê parastin û hewldanên jin û hunermendên ku ji bo vê yekê têdikoşin.